Şandeya ji Şengalê ji bo hevdîtinê li Bexdayê bû

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser a Şengal li ser êrişên li ser Şengalê û vegera Şengaliyan bi Wekîlê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan Dr. Kerîm El Nûrî re li Bexdayê hevdîtin pêkanîn.

Şengal – Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’e erîşe Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran Êzidî hatin qêtil kirin û bi hezaran ji koç kirin. 350 hezar Şengalî yen kû cane xwe ji deste DAIŞ’ê xilas kirin berê xwe dan reyên koçberiye. Şêngal bi deste şervanên PKK, YPG,YPJ û hezên Êzidiyan YBŞ’ê di 11 Mijdarê de hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê nezîkê 170 hezar Şengalî vegeriyan ser axa xwe. Êzidiyen derveyî Şengalê mane jî bi zedetir Başurê Kurdistanê li kampan diman. Nezikê 60 hezar Êzidî li kampen di bin himaya PDK’ê de diman. Şengala ku bi sistema Reveberiya Xwaser a Demokratîk te meşendin her kû diçe xwe bi hez dike.

Êrişên li ser Şengalê û bandora hevpeymana 9 Cotmehê hat nîqaşkirin

Tevgera Azadiya Jinen Êzidi (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser û saziyen wê ji bo vegera gel amadekariyan ketin nav hewildanan. TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ji bo koçberiye xilas bikin li Şengal û di derveyî Şengalê kar û xebatan dimeşînin, bi şandeya ku ji Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Suham Dexîl, Hevseroka Rêveberiya Xweser Riham Hesen, Endama TAJÊ  Emşe Şengalî pêk tê, bi Wekîlê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan Dr. Kerîm El-Nûrî re duh li Iraqê hevdîtinê pêk anîn.

Di hevdîtinê de rewşa koçberên di kampên Başûrê Kurdistanê de, rewşa malbatên ku vegeriyana Şengalê, siyaseta PDK’ê ya li ser koçberan, bandora hevpeymana 9’ê Cotmehê ya li ser vegera koçberan, bandora êrişên dewleta Tirk yên hewayê, rewşa jin û zarokan teybet zarokên êtîm her wiha rola Rêveberiya Xweser a li Şengalê ji bo alîkariya koçberên ku vegeriyan, nefret nîqaşkirin.

NUJINHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button