KCÊE: Em ê dilsozê doza Menal Mêrdîn bin

KCÊE'yê şoreşger Menal Mêrdîn bi bîr anî û diyar kir ku civaka Êzidî wê dilsozê doza Menal Mêrdîn be. Ji bo vê jî işaret bi girîngiya xwedîderketina li Şengalê kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi daxuyaniyekê qetilkirina şoreşger Menal Mêrdîn şermezar kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker, PDK û DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi armanca tunekirina civaka Êzidî û dagirkirina xaka wê êrîş birin ser Şengalê û hate gotin, “Bi berxwedanî, destwerdana YPG-YPJ, HPG-YJA-Star pêşî li vê êrîşê hat girtin, civaka Êzdî ji komkujiyek bi giştî hat parastin, axa wê jî ji çeteyên DAÎ’Şê û hêzên li pişt wan hat rizgarkirin.

Destwerdana Tevgera Azadiyê ya pêşîgirtina li fermanê û rizgarkirina Şengalê, siyaseta hemû hêzên li pişt DAÎŞ’ê vala derxist. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker, ji 2017’an ve, bi hevkariya PDK’ê, bênavber êrîşî Şengalê dike; pêşeng, fermandar û têkoşerên civaka Êzdî dike hedef û qetil dike û dixwaze fermanê bi encam bike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Di van êrîşan de jî bi taybetî pêşêngên civaka Êzdî û hêzên pêşîgirtina li fermanê dike armanc. Di tevahiya dîrokê de, hêz û derdorên ku ferman, qirkirin û êrîş anîne serê civaka me, herdem pêşengên civakê kirine hedef û xwestine bi vê yekê ferman, qirkirin û êrîşên xwe bi encam bikin. Herî dawî di 2’yê Çileya 2023’yan da; şoreşger, têkoşer, nivîskar û rewşenbîr Mehmet Emin Karatay bi nasnav Menal Mêrdîn, ji aliyê MÎT a dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê û hevkarên wan ve, li Şengalê hate qetilkirin.

Qetilkirina cangorî Menal Mêrdîn, em xistin nava xemgînî û bêzariyek mezin. Bi taybetî jî şêweyê qetilkirina wî yê bi awayekî xayintî, em pir êşandin. Hevrê Menal Mêrdîn, ji ciwantiya xwe ve tevlî nav refên şoreşê bû û tevahiya temenê xwe di nava têkoşînê de derbas kir. Ji bona azadiya gel û welatê xwe 20 salên xwe di zindanên dewleta Tirk a dagirker de derbas kir. Piştî ku ji zindanê derket, li qadên cuda, bênavber têkoşîna xwe domand û hemû jiyana xwe xist bin xizmeta azadiya gel û welatê xwe. Piştî fermana 3’yê Tebaxê, derbasî Şengalê bû, hemû tecrûbeyên xwe yên jiyana şoreşgerî û zanyariyên xwe, ji bo valaderxistina fermanê, rêxistinbûn û îradebûna civaka Êzdî bi kar anî.

Dewleta dagirker û qirker a Tirk û hevkarên wê, ne tenê li Şengalê, li seranserê Kurdistanê pêşeng û têkoşerên gelê Kurd û Kurdistanê dikin armanc û êrîşan pêk tînin. Li rexmî ku ev 8 sal in siyasetek topyekun a qirkirin û dagirkirinê xistine meriyetê û ti sînoran jî nas nakin, ew bi ser nakevin û têk diçin. Li Şengalê li dijî wan berxwedanek û îradeyek xurt a civaka me heye. Tevî ku hêzên navneteweyî û Bexda bi wan re di nav hevkariyek xurt jî de ne, ew nikarin îradeya azad a civakê têk bibin û Şengalê vala bikin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi heman awayî berxwedanek xurt li dijî wan heye û gelên li herêmê serî li hember wan natewînin. Li Heremên Parastinê yên Medyayê, bi heman awayî berxwedanek sedsalê tê meşandin. Êrîşa ku di 17’ê Nîsana 2022’an dayîn destpêkirin, têk çû û neçar man hêzên xwe ji Zapê vekişînin.

Dewleta Tirk a dagirker, piştî vê têkçûna xwe careke din suîqest û komkujî kirin dewrê. Di 23’yê Kanûnê de duyemîn komkujiya Parîsê pêk anîn. Di vê komkujiyê de yek ji pêşenga Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û azadiya jina kurd; Evîn Goyî, bi wê re hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kızıl hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker, dixwaze tola têkçûna xwe bi qetilkirina pêşengên gel û ji civakê hilîne. Şoreşger Menal Mêrdîn, 43 sal bûn, di nava têkoşînê de derbas kir. Evîn Goyî, 35 salên xwe di nava Tevgera Azadiyê de derbas kir, herî dawî ji bona ku pêşî li hovîtî û faşîzma DAÎŞ-AKP-MHP bigire, li Rojavayê Kurdistanê birîndar bûbû.

Ji 2013’an ve, bi awayekî sîstematîk ji Sarayan bigire, heya Mam Zekî, Seîd Hesen Seîd, Evîn û Menalan, ji sedan pêşeng, şoreşger û têkoşerên ku bi dehên salên xwe di nava têkoşîna şoreşê de derbas kirine, kirin armanc. Dewleta Tirk a dagirker, dixwaze di kesayetiya wan de; bîr, dîrok, hiş, bîrdozî û felsefeya azadiyê ku di kesayetiya wan de kom bûbû, ji holê rake. Kok û tovê azadiyê, ji nav civak û gel biqelîne. Bi vê yekê pêşî li azadiya gel bigire.

Ji bona ku ev armancên dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê û hevkarên wan bi cih neyên, divê gelê me bi taybetî jî civaka me ya Êzidî, hîn zêdetir li bîr, dîrok, hiş, bîrdozî û felsefeya azadiyê ku di kesayetiya wan cangoriyan de kom bûbû; têbigihêje, xwedî lê derkeve û bixe meiyetê. Xwedîderketina herî bi wate ya li cangoriyên azadiyê û ya hevrê Menal Mêrdîn, bi vê yekê dibe.

Li ser vî esasî; em bang li tevahiya civaka xwe ya li Şengalê dikin ku bi armanc û doza cangorî Menal Mêrdîn re girêdayî bin, rê nedin ti hêz, derdor û kesên xiyanetkar. Eger em bixwazin û armanca me têkbirina fermanê be, divê em di serî de, pêşî li valakirin û dagirkirina Şengala pîroz bigirin, divê em armancên cangoriyên xwe pêk bînin û bibin şopdarên wan.

Em dibêjin, di serî de serê malbata hevrê Menal Mêrdîn, civaka me ya Şengalê û tevahiya gelê kurd sax be. Em soz didin ku em ê armanca hevrê Menal Mêrdîn bi cih bînin, Êzîdxana Xweser û Azad ava bikin, hesabê wî û cangoriyên din, ji dewleta Tirk a dagirker, ji hevkarên wî û xiyanetkaran bipirsin û bixwazin.”

ANF

Show More
Back to top button