Meclîsa Gel a Şengalê: NY û Iraq ji êrîşa li ser Mexmûrê berpirsin

Meclîsa Gel a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kir. Meclîsê got, êrişa li ser Mexmûrê nayê qebûlkirin, Hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî ji vê êrişê berpirsin

Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî êrîşa artêşa Tirk a îro ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar kir.

Daxuyanî li ber derê avahiya meclîsê pêk hat. Di çalakiyê de endamên TAJÊ û Meclîsa Gel a Şengalê amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Şêx Mûrad aixivî û êrîşa dewleta Tirk a li ser Kampa Mexmûrê şermezar kir û got: “Em vê êrîşê qebûl nakin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî di çalakiyê de axivî û got: “Em piştgirî didin gelê Mexmûrê. Em vê êrîşê şermezar dikin û hikûmeta Iraqê ji vê yekê berpirs e. Ne bi erêkirina Iraqê be wê ew balafirên şer ên Tirk nikaribe kampeke di bin serweriya wan de bombe bike. Tu ferq di navbera Şengal û Mexmûr de nîne. Siyaseta li ser Mexmûr tê kirin, heman siyaset li Şengalê jî heye. NY û Iraq ji vê êrîşê berpirs in.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button