KNK’ê konferansa çapemeniya Kurd li dar xist

Rojnamegerên Kurd di konferansek onlin de li ser rola medyaya Kurdî di xebatên yekîtiya neteweyî de li hev civiyan. Di konferansa ku ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin

Rojnamegerên Kurd di konferansek onlin de li ser rola medyaya Kurdî di xebatên yekîtiya neteweyî de li hev civiyan. Di konferansa ku ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin, hate diyarkirin ku divê medyaya Kurd zimanê li ser esasê yekîtiya neteweyî bi kar bîne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sernavê ‘Di stratejiya ewlekariya neteweyî de rol, derfet û astengiyên rojnamegeran’ îro konferansek li dar xist. Ji ber koronavîrusê konferans li ser înternetê pêk hat. Ji hemû parçeyên Kurdistanê nêzî 100 rojnameger tevlî konferansê bûn. Konferans di bin rêveberiya Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Refîk Gefûr, rojnameger Sebrîye Behmanî û Gule Algunerhan de pêk hat.

Di konferansê de li ser rewşa medyaya hemû parçeyên Kurdistanê hate sekinandin û li ser rola medyayê ya di xebatên yekîtiya neteweyî de pirsgirêkên medyaya Kurdan hate nîqaşkirin.

Konferansê sibehê dest pê kir û heta piştî nîvro domiya. Rojnameger Serdar Altan, Niyaz Abdullah, Hêmin Seydî, Xezne Nebî, Asos Herdî, Amanj Azîzakndî, Ziwêr Şêx, Elîf Can Alkant di beşa berî nîvro ya konferansê de axivîn.

Piştî nîvro jî rojnameger Ferîba Mûhamadî, Şiwan Mihemed, Abdurahman Gok û Mizgîn Gorsê li ser mijara ‘Di demokratîzekirina civakê de rola medyayê’ de axivîn. Rojnameger Evîn Yûsif, Amed Dîcle, Kemal Reûf û Xalif Mûhammedzadê jî li ser mijara ‘Astengî û firsendên li pêşiya medyaya neteweyî’ de axivîn.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî diyar kir ku di xebatên yekîtiya neteweyî û pêkanîna ewlekariya gelê Kurd de peywireke mezin dikeve ser milê saziyên medyayê yên Kurdan û rojnamegeran. Di konferansê de hate diyarkirin ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal gelek kes li Başûrê Kurdistanê hatine girtin û hate xwestin ku rojnamegerên hatine girtin bila werin berdan.

Di konferansê de hate diyarkirin ku divê zimanê medyaya Kurd yekîtiya neteweyî ji xwe re bike esas, dûrî zayendparêziyê be û heqaretê li nirxên gelê Kurd neke. Di konferansê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê rojnamegerên Kurd zimanê medyaya hêzên serwer bi kar neyne û zimanê ji bo ewlekariya gelê Kurd bi kar bînin.

Beşdarên konferansê xwestin ku bila platformeke rojnamegerên Kurd were avakirin û li qadên ku medyaya Kurd di bin êrişên hêzên dagirker de bin divê rojnamegerên Kurd bi hev re bixebitin.

Wê pêşniyaz û biryarên konferansê piştre bi encamnameyekê were eşkerekirin.

Show More
Back to top button