Jinên Êzidî bûn mijara berga pêveka jinê ya Yenî Yaşamê

 Bi munasebeta salvegera komkujiya Şengalê jinên Êzidî bûn mijara berga Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya hejmara 19'emîn

19’emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi berga “Birînên jinên Êzidî hîn nehatine pêçandin” hat weşandin. Di hejmara nû de jinan bal kişandine ser jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin, travmayên jiyane, bêdengiya cîhanê ya li dijî vê qirkirinê û aqubeta jinên Êzidî ya nayê zanîn. Her wiha di gotubêja bi Sebîha Sebrî ya ji TAJÊ hatiye kirin de behsa xweparastina jinên Êzidî ya li Şengalê ya piştî fermanê û rêxistinbûyina jinên Êzidî tê kirin.

Sernavên di hejmara 19’emîn de cih digirin wiha ne:

*Avakirina Êzidiyan a piştî fermana 74’an-Feleknas Uca

* Ji bo Seve Robat: Em dijîn an em tenê hilmê distînin? Sahar Eli

* ‘Em ne jinên berî fermanê ne’/Gotubêja bi Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî re: Gulcan Dereli

*Hêvî heye, ne ji xeyalên vala ji têkoşîna em di nav de dilivin dizanim! – Nûr Meç

*Têkoşînê mezin bike; Em ê femînîzm û sosyalîzmê ava bikin – Capire

*Em di grevê de ne û em kirê nadin! – Emina Deger

* Jinên Filîstînî yên di nava xizanî û têkoşînê de / Meşa Jinê ya Cîhanê MENA

*Yên Dişibe Me li Îranê Ked di nava Raperînê de! – Nebile Irmak Çetin

JINEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button