‘Berxwedan Kazimî neçar kir ku gav paşde bavêje’

Rojnamevan Yasir Îlyas ji ajansa Anha re axiviye û behsa pêşketinên dawî yên li Şingalê, İraqê kiriye. Em vê nuçeya berfireh wekî xwe bi were jî parve dikin

Rojnamevan Yasir Îlyas got, Mistefa Kazimî û raya giştî ya cîhanê berxwedan û îradeya Êzidiyan a li hemberî hemû kesên ku hewl didan vê îradeyê têk bibin dîtin. Yasir Îlyas diyar kir ku helwesta Êzidiyan ji hikumeta Mistefa Kazimî re bersiv bû û ew neçar kir ku gav paşde bavêje.

Ji dema ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 9`ê Cotmeha 2020`an de bi sponseriya dewleta Tirk peyman li ser Şengalê îmze kir, rewşa herêma Şengalê kirêtîk e. Li gorî peymana ku îradeya şêniyên Şengalê paşguh dike hêzên her du alî (Bexda û Hewlêrê) li Şengalê vegerin.

Êzidiyan peymana di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK`ê de bi peymana “Reşbînî” wesif kir û got, armanca peymanê ew e ku vîna civaka Êzidî têk bibe û wan ji hêzên wan ên leşkerî bê par bike.

Piştî vê peymanê, hikumeta Iraqê hêzeke mezin li derdora Şengalê bi cih kir û di Kanûna 2020`an de bi zexteke dewleta Tirk bang li Hêzên Êzidxanê kirin ku ji Şengalê vekişin û çekên xwe radest bikin. Di 22`yê Çileyê de serokkomarê Tirkiye Recep Teyyîp Erdogan gefên êrişê li dijî Şengalê xwar.

Di Adara derbasbûyî de hikumeta Iraqê gefa êrişê li herêma Şengalê xwar û ragihand ku divê Asayîşa Êzidxanê 1`ê Nîsanê ji Şengalê derkeve, di vê rojê de Êzidiyan berê xwe da çiyayê Şengalê da ku nobetê bigirin û piştgiriyê bidin hêza xwe ya leşkerî û rêveberiya xwe ya xweser.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî 1`ê Nîsanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku PDK`ê bi hevkariya hikumeta Iraqê û dewleta Tirk dixwaze Êzidiyan parçe bike, careke din serweriya xwe li Şengalê vegerîne û qirkirina Êzidiyan ku beriya niha bi saya Hêzên Parastina Gel pêk nehatibû temam bikin. MXDŞ’ê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku civaka Êzidî biryara wê yek e ku ew jî berxwedan û parastina maf û gelên xwe ye.

Rojnamevan Yasir Îlyas ku rewşa Şengalê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku civaka Êzidî di Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve bi qirkirinê re rû bi rû mabû, ji ber ku PDK`ê û hikumeta Iraqê çavên xwe li ser vê yekê girtin û got:” Dema ku çeteyan êrişî Şengalê kir hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê û hikumeta navendî vekişyan û civaka Êzidî bê parastin hişt, ji ber vê yekê Hêzên Parastina Gel destwerdan kir û civak parasat û ji qirkirinê rizgar kir.”

Piştî ku PDK`ê û hikumeta Iraqê ji Şengalê vekişiyan û Hêzên Parastina Gel (HPG) bi sed hezaran Êzidî parast, civaka Êzidî xwe bi rêxistin kir, hêzên xwe yên leşkerî û saziyên sivîl ên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ava kirin.

ꞌHEWL DIDIN KESÊN KU DESTÊN WAN DI XWÎNA ÊZIDIYAN DE HEYE CAREKE DIN VEGERÎNIN ŞENGALÊꞌ

Rojnamevan Yasir Îlyas bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk a ji peymana di navbera PDK`ê û serokwezîrê Iraqê de û got:”Ger mirov li dîroka êzidiyan binêre, wî dibîne ku dewleta Tirk bi dehan komkujî pêk anîne û li pey komkujiyên din ên ku li dijî wan pêk hatiye.”

Îlyas destnîşan kir ku armanca peymana ku di 9`ê Cotmehê de hate mohrkirin ew e ku bi rêya qanûnê civaka Êzidî qir bikin û ev yek lê zêde kir: “Bi rêya DAIŞ`ê nekarîn Êzidiyan têk bibin û niha jî bi rêya peyamana ku hatiye mohrkirin, dixwazin bi taybetmendiyeke qanûnî Êzidiyan qir bikin.”

Îlyas diyar kir ku kesên ku peymana 9`ê Cotmehê mohr kir, niha bi rêya vê peymanê dixwazin ew kesên destên wan di xwîna Êzidiyan de heye û hêzên ku îxanet li Êzdiyan kir, bi awayekî qanûnî bînin Şengalê.

‘1’Ê NÎSANÊ JI BO CIVAKA ÊZIDÎ PIR GIRÎNG Eꞌ

Îlyas bal kişand ser gefxwarinên hikumeta navendî yên li ser Êzidiyan ku muhlet heta1`ê Nîsanê dabû hêzên Asayîşa Êzidxanê da ku ji Şengalê vekişin û got:”Ev yek wekî nameya ji şengaliyan re bû, ji ber ku ev roj ji bo wan girîng e. Girîngiya wê jî ew e ku fedayîyên Hêzên Parastina Gel wekî vê rojê ji Şengalê vekişiyan, piştî ku erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî civaka Êzidî pêk anî û ew ji êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê parastin û piştî rizgarkirinê Şengal radestî civaka Êzidî kir ev aliyek bû, li aliyekî din jî civaka êzidî di 1`ê Nîsanê de isbat kir ku ew xwedî vîn, rêxistin û hêzêk in, ku parastina xwe bikin, her wiha civaka Êzidî pêş xist û isbat kir ku hebûna wan di hêza wan de ye, ji ber vê yekê hikumeta Iraqê ev roj diyar kir ku armancên ku DAIŞ`ê nekarîn pêk bînin berdewam bike.”

Îlyas eşkere kir ku Êzidî planên derdorê yên li dijî civaka Êzidî qebûl nekirin û dizanin ku peymana 9`ê Cotemhê hatiye mohrkirin, peymana têkbirina vîna civaka êzidî ye û ev xal lê zêde kirin:”Oldar, şêx û rûspiyên Êzidî bi daxuyaniyekê ragihand ku çiyayê Şengalê pîroz e û navnîşana Êzidiyan e, çeteyên DAIŞ`ê nekarîn dagir bikin û ji niha û şûn ve jî dê tu kes nikaribe dagir bike, civaka Êzidî, saziyên xwe û rêxistinên xwe ev gef red kirin, ji ber vê yekê berê xwe da çiyayê Şengalê û bi zelalî helwesta xwe nîşan da.”

ꞌHELWESTA ÊZIDIYAN HIŞT KU KAZIMÎ GAVEKÊ PAŞ VE VEGEREꞌ

Rojnamevan Yasir Îlyas diyar kir ku Mistefa Kazimî û raya giştî ya cîhanê dît ku vîna êzidiyan li dijî çi kesên hewl da destwerdana vîna wan bike û peyman li dijî civaka wan mohr kirin, berxwedan ragihand û ev xal rêz kirin:”Helwesta Êzidiyan hikumeta Mistefa Kazimî re bersiv bû, ji ber vê yekê gavekê paş ve vegeriya. Civaka Êzidî xwe di nava sîstema rêveberiya xweser de û li gorî fikir û felsefeya azad a ku ji fikirê rêber Abdullah Ocalan wergirtiye, bi rêxistin kir û êdî nema qebûl dike ku tu kes destwerdana vîna wan bike.”

Rojnamevan destnîşan kir ku sîstema rêveberiya xweser a ku Êzidiyan ava kiriye ne li dijî qanûnên Iraq û qanûnên navneteweyî yên din e got:”Destûra Iraqê îşaretê bi xwe birêveberina gel dike, ji wan Êzidiyên ku êdî nema baweriya xwe bi tu hêzên din tînin ku parastina wan bike, ji ber vê yekê baweriya wan tenê bi zarokên wan tê.”

Îlyas îşaret bi siyaseta Mistefa Kazimî kir û da zanîn ku heta niha Kazimî ji bo têkbirina DAIŞ`ê û dayîna tawîzan ji kesên ku zirar dîtine, tu gav neavêtiye, berovajî vê yekê hewl dide çeteyên DAIŞ`ê zindî bike û careke din wan vegerîne herêmên ku beriya niha dagir kiribûn.

Îlyas ev yek li gotina xwe zêde kir:”Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê heta niha Şengalê zehmetiya wêrankirinê dikişînin, çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî heta niha ne diyar e, wê demê kî berpirsyariyê radike? Kî berpisyariya komkujiya ku li dijî êzidiyan pêk hat radike? Kesên ku dê hesab ji wan were xwestin kî ne?”

Îlyas di berdewamiya gotina xwe de got, her kes dizane ku komkujiya li dijî Êzidiyan pêk hat, ji aliyê DAIŞ`ê ve bû û wiha pê de çû: “Lê belê ya girîng ew e ku divê bizanin kî li pey vê komkujiyê bû, dewleta Tirk û PDK`ê ku 12 hezar hêzên xwe ji Şengalê vekişand û hikumeta Iraqê jî ku bi hezaran hêzên xwe vekişand, destên wan tê de hebû û divê were zanîn bê fermana vekişandina van hêzan a ji Şengalê da.”

ꞌMAYINDABÛNA CIVAKA ÊZIDÎ BI VÎN Û RÊVEBERIYAN WAN VE GIRÊDAYÎ YEꞌ

Rojnamevan Yasir Îlyas got, heger Kazimî di îdiayên xwe yên parastina Şengalê de rast be, divê diyar bike bê kê fermana vekişandina hêzên PDK`ê û hikumeta Iraqê ya ji Şengalê da, divê hesab ji kesên ku fermana vê yekê dane bixwaze û hesab ji sûcdarên komkujî pêk anî bixwaze.

Yasir Îlyas diyar kir ku xwesteka civaka Êzidî ya tekane ew e ku îtîraf bi vîn û rêveberiya wan were kirin ku ev jî mafekî qanûnî ye û got:”Li şûna ku Kazimî gefan li Êzidiyan bixwe, divê xizmeta civaka Êidî bike, ji ber ku mayina civaka Êzidî bi vîn û rêveberiya wan ve girêdayî ye.”

Di dawiyê de rojnamevan Yasir Îlyas da zanîn ku divê hêzên siyasî yên iraqî banga piştgiriya ji vîna civaka Êzidî re bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber ku Êzidî jî ji pêkhateyên dewleta Iraqê ne û divê parlamantoya Iraqî jî helwesta xwe ya der barê siyasetên Kazimî ya li hemberî wan de zelal bike. Her wiha gelê Kurd ên li her 4 parçeyên Kurdistanê jî banga piştgiriya ji Êzidiyan re dike, ji ber ku ew dîroka gelê Kurd in.”

ÇAVKANÎ: EKREM BEREKAT-ANHA

Show More
Back to top button