YNK: Paşxistina hilbijartinê wê bandoreke nerênî li ser fermiyeta statuya Herêmê bike

Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê da zanîn ku partiya wan li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin, ji ber ku paşxistina hilbijartinê wê bandoreke nerênî li statuya Herêmê bike.

Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê Rizgar Hacî da zanîn ku partiya wan li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin, ji ber ku paşxistina hilbijartinê wê bandoreke nerênî li ser fermiyeta statuya Herêmê bike.

Rizgar Hacî îro têkildarî gotegot û egerên paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, encamên ku wê bi xwe re bîne ji medyaya navxweyî ya partiya xwe re axivî û wiha got; “YNK li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de (10.06.2024) bên kirin, ji ber ku paşxistina hilbijartinê wê bibe sedema derketina alozî û pirsgirêkên mezin û dê bandoreke nerênî li ser fermiyeta statuya Herêma Kurdistanê bike.”

Herwiha berpirsê YNK’yî bibîr xist ku biryara paşxistina dema hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di aliyê yasayî de ne di desthilata Herêma Kurdistanê de ye û got; “YNK di mijara paşxistina hilbijartinê de bi tu aliyan re lihevkirinek nekiriye û bi tu awayî jî amade nîne ku hevdîtinên derbarê paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bi tu aliyan re bike.”

Show More
Back to top button