‘Bingeha çand û ola Êzdiyatiyê, ziman e’ 

Mamosteyên ziman û perwerdehiyê yên Şengalê diyar kirin ku ji fermana 2014’an heya niha ew girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê xebatên xwe dimeşînin û gotin: “Bingeha esasî ku civaka Êzidî çand, bawerî û ola xwe ji bîr neke ziman e.” Îro li her derê cîhanê Roja Zimanê Dayikê bi daxuyanî, şahî û çalakiyên cûda tê pîrozkirin. Bi taybetî jî ji bo gelên bindest ên cîhanê, têkoşîna ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê bûyeke beşeke esasî ya têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Li Şengalê jî Saziya Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê pêşengiya çalakiyên cejna ziman dike û bi ragihandina kampanyayeke navneteweyî vê rojê pêşwazî dike. Saziya Perwerdê ku 8 sal in bi derfetên kêm perwerdehiya zarokên civaka Êzidî dimeşîne, hewl dide ji bo parastin û pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê pêngaveke nû pêş bixe. Derbarê girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê mamosteyên zimanê Kurdî û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî nêrîn û bangawaziyên xwe bi rêya ajansa me ragihandin.

‘Dixwazin zimanê dayikê tune bikin’

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên bibîrxist ku bi hezaran sale li ser ziman, çand û baweriya civaka Êzidî her tim êrîş û komkujî tê meşandin û hedefa desthilatdaran ew e ku zimanê dayikê tune bikin.

Azad Hisên rexne li pergala perwerdehiyê ya li dibistanên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir: “Ev perwerde ne di berjewendiya zimanê civaka Êzidî debû. Piştî fermana 2014’an, saziya perwerdehiyê bi zimanê dayikê hate damezrandin û li ser wê esasê zarok xwe fêrî zimanê xwe kirin.”

‘Piştgiriyê bidin zimanê gelê Êzidî’

Azad Hisên anî ziman ku ew rêzê li hemû zimanan digirin lê ew dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û bi zimanê xwe fêrî çand, dîrok, baweriya xwe bibin. Azad Hisên balkêşa ser jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de û wiha axivî: “Keç û jinên ku ev 8 sal in di destê DAIŞ’ê de, êdî zimanê xwe ji bîr dikin. Ziman nasnameya gelan e, ew jî dûr ji zimanê xwe ketine. Ez bang li hemû mirovahiyê dikim, êdî piştgiriyê bidin hemû zimanan û bi taybetî jî zimanê gelê Êzidî.”

Yek ji mamosteyên saziya perwerdeyê Nayîf Şengalî jî balkêşa ser polîtîkayên qirkirina çandî yên li ser zimanê dayikê û wiha axivî: “Tenê zimanê dewletê, zimanê desthilatdariyê dihate meşandin. Li Iraqê tenê zimanê Erebî hebû lê piştî fermana 2014’an em ketin wê ferqê ku belavbûna civakê ji ber perwerdeyê ye. Eger civaka me ne di berjewendiya civaka xwe de, di berjewendiya şexsî û malbatî de kar dike ev ji ber asta perwerdê ye.”

‘Bingeha çand, bawerî û ol ziman e’

Mamoste Nayîf Şengalî da zanîn ku piştî fermanê saziya perwerdê girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê dest bi perwerdehiya zimanê dayikê kiriye û wiha berdewam kir: “Bingeha esasî ku civak çand, bawerî û ola xwe ji bîr neke, ziman e. Zarok pêşeroja civakêne û li ser vê esasê dema li ser zimanê dayikê perwerde bibînin, girêdana wan a bi axê û welat re çêdibe.”

Mamoste Nayîf Şengalî her wiha behsa polîtîkayên asîmîlasyonê û tesîra zimanê Erebî, Tirkî û Farisî ya li ser zimanê Kurdî kir û got: “Di dibistanên dewletê de ev zimanê dayikê nayê dayîn. Dema civakek bi zimaneke biyanî perwerde bibe bê guman dikeve bin bandora wan. Me divê em bi hemû hêza xwe vî zimanî car din bidin xuyakirin. Em bangawazî li gelê xwe jî dikin, em wekî mamosteyên zimanê dayikê li kîjan gundî li kîjan cihî dibe bila bibe, em amadene vî zimanî bidin jiyankirin.”

‘Mirov bi zimanê xwe tê naskirin’

Mamoste Cîhan Şengalê jî diyar kir ku zimanê mirov nasnameya mirov e û bi wesîleya rojê ev peyam da: “Mirov bi zimanê xwe tê naskirin. Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî qedîm a Rojhilata Navîn e, ji ber vê rastiyê gelek nexweşî bi ser gelê me û zimanê me de hat. Em wekî mamoste hewl didin ku zarokên vî gelî bi zimanê dayikê perwerde û zana bikin.”

ŞENGAL

Show More
Back to top button