YBŞ: Rêhevalê me Şengal Qiranî şehîd bû

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku şervanê wan Şengal Qiranî (Qehtan Şivan Murad) yê di encama qezayekê de birîndar bibû, şehîd bûye

Fermandariya YBŞ’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnmeya Şengal Qiranî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Rêhevalê me Şengal beriya demekê dema liser erka xwe bû, di encama qezeyekê de brîndar bibû. Ligel birîndarbûnê mûdaxele hate kirin, lê piştî 3 hefteyan şevêdin rewşa wî giran bû. Tevî hemû mûdaxeleyan jî rêheval Şengal Qiranî gihîşt şehadetê.

Heval Şengal di sala 2019’an de ji bo tolhildana gelê xwe tevlî YBŞ’ê bû. Rêheval Şengal ji roja tevlîbûnê heya roja şehadetê çi erk û rol girtibe ser milê xwe, bi awayekî serkeftî pêk aniye. Ew hem di kar de hem jî di jiyanê de her tim bi moral û coş bû. Di nava hevalên xwe de ji ber fedakariya xwe pir dihate hezkirin. Di demek kurt de heval Şengal gihîşt asta fermandariyê û xwe ji bo rol û mîsyona dema nû bi her awayî amade kir.

Gelê me yê ku hatiye xwestin bi dehan ferman û komkujiyan bê tûnekirin, li hemberî van ferman û komkujiyan her care di asta herî jor de bi rûmetî liberxwe daye, çand û nasnameya me ya xweser, rûxmî hemî astengiyan jî kariye bi parêze. Herî dawî di sala 2014’an de dewleta Tirk a faşîst û DAIŞ’ê careke din xwestin van armancên xwe yên dîrokî pêk bînin. Hewil dan ku bi fermana 73’yan dîrok, çand, nasname û gelê me tune bikin. Rêheval Şengal bi vê bîr û baweriya naskirina dîroka xwe, ji bo tolgirtinê tevlî YBŞ’ê bû û têkoşîna xwe her ku çû mezintir kir. Di qezayek ne di wext û cih de windahiya rêheval Şengal ji bo me xemgîniyek mezin e. Dîroka şehadeta wî beriya salvegera roja fermanê ji bo me watedar e. Ev dihêle ku em di rêya rêhevalê xwe de, ala ku wî hildayî bigirin û xwe wisa bigîhînin serkeftinê. Emê xewn û xeyalên heval Şengal bi bilindkirina têkoşîna xwe û bi tolgirtina ji dijminê xwe pêk bînin.

Li ser vî esasî, di serî de ji malbata wî, gelê Êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em dibêjin ku rêya şoreşê wê bi heval Şengal re ronî û geş bibe. Em bejna xwe li hemberî bîranînên wî bi hemû hûrmetdariyên xwe ditewînîn û careke din soza girêdanbûyîna gel û şehîdên xwe didin.”

Nasnameya şehîdê YBŞ’ê wiha ye:

Nasnav: Şengal Qiranî

Nav û paşnav: Qehtan Şivan Mirad

Navê dayîk û bav: Feyrûz Şero – Şivan Mirad

Cih û dîroka şehadetê: 01.08.2021 – Şingal

 ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button