Dayê Erzan li Şengalê hate bîranîn

Jina Êzidî Dayê Erzan ku di nava Êzidiyande bi Dayê Pîrê dihate naskirin û ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve hat bîranin û soza xwedî derketina li hemû jinên Êzidî hate dayîn.

Dayê Erzan ya ku di nava Civaka Êzidî de bi Dayê Pîrê di hate nasîn, beriya fermanê li mala xwe ya ser rêya navbera bajaroka Sinûnê û Komalgeha Digurê bi tena xwe dijiya. Dayê Pîrê jî di dema fermana 74’an de ji aliyê  çeteyên DAIŞ’ê ve hate qetil kirin. Weke yek ji bûyerên fermanê, qetlkirina dayika bi tena serê xwe dijiya di nava dil û mejiyê gele Êzidî de êşeke mezin da çêkirin.  Qetilkirina Dayê Pîrê hemû hovîtiya çeteyan radixe berçavan.

Ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve li  ber mala Dayê Pîrê salane daxuyanî tê dayîn û di şexsê Dayê Pîrê de soza tolhildana hemû jina tê dayîn.

Îsal jî bi heman armancê endamên TAJÊ li ber mala Dayê Pîrê lihev kom bûn û bi daxuyanyekê ew bibîr anîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordinasyona TAJÊ Rîham Hiço ve hate dayîn de, di serîde di şexsê Dayê Pîrê de hemû şehîdên fermanê yên canê xwe di  oxira  azadiya Şengalê de dane hatin bibîranîn û wiha hate gotin : “Em niha li cihê ku Dayê Erzan lê jiyan dikir sekinîne, ev dayîk ji bo  hemû jinên Şengalê sembolek bû. Ji ber tirajediya jiyan û zehmetiya çîroka wê ya jiyanê wê bi tena xwe livir jiyan dikir. Dema çeteyan êrîşî ser Şengalê kir,  bê cudahî bixe nava jin, zarok, pîr û ciwanan de hemû dan berxwe û ew bi hovane qetilkirin. Qetilkirina van kesa hêrsa DAIŞ’ê ya li bermaberî civaka Êzidî derxistiye holê. Dayê Erzan bi cil û bergên xwe û çanda xweya Êzdîtayê heya dawî jiyan kir, ji ber çanda wê ew bû hedefa çeteyan û hate qetilkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin : “Ji ber vê zilma li jina hatiye kirin, em wek TAJÊ heya dawî emê di nava tekoşînê de bin û dest ji dijmin re danayînin. Heya dawî emê li ser şopa van şehîda bin û li wan xwedî derbikevin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin; “Ji qetilkirina bi hezaran kesên mîna Dayê Pîrê, ne tenê çeteyên DAIŞ’ê, di heman demê de hêza ku berê li vir hebû û di dema fermanê de reviyan û bûn sedema vê karesata mezin jî berpirsin.”

Piştre bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre îxanet”  û “Bijî berxwedaniya Şengalê” daxuyanî bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button