Meşa ciwanên Şengalê ya li dijî komploya 15’ê Sibatê bidawî bû

Li dijî  komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê, bi sedan ciwanên Êzidî û Ereb meşiyan.

Meşa ciwana ji çerxerêya Mam Zekî ya li nehiya Sinûnê destpêkir û heya baxçeyê Seroka Apo ya li Geliyê Kersê dewam kir ku 10 kêlometreyan ji Sinûnê dûre.

Meşa ciwanan a di bin dirûşmeya ‘Em ciwan fedayên Ocalan e’ bi bilindkirina posterên Rêber Ocalan heta Geliyê Kersê berdewam kir.

Piştî meş gihîşte ber Baxçeyê Rêber Apo  yê li Kersê daxuyanî hate dayîn.

Di serî de li sernavê Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê û Yekîtiya Jinên ciwan ên Şengalê Hemo Şengalî daxuyanî da û da diyarkirin ku bi saya Rêber Apo civakê heta niha kariye xwe li ser linga bigire û daxuyaniyê wiha dewam kir, “Di dîroka 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêberê me Komployeke navnetewî hate li darxistin. Bi bê Komployê di rastî de netenê Rêber Apo tevahî gelên Azadîxwaz û mirovahî armac girtin. Bi vê Komployê xwestin ku rê li jiyana azad û wekhev bigirin û xwestin tevahî gelên azadîxwaz weke gelê Kurd bê nasname bihêlin. Çanda berxwedanvan û têkoşer ya ku di kesayeta Rêber Apo de heyî xwestin ku tune bikin. Lê tevî tecrîda girankirî ya ku ev 24 sale ku li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin jî nekarîn vê vînê bişkêninin.

Dema komplo li dijî rêberê mirovahiyê Rêber Apo lidarxitin de, bi dehan kesan ji bo azadiya Rêber Apo bi diruşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bedena xwe dan ber agir û bi vê sekna ku minakê wê nîne komplo valaderxistin.

Em weke Ciwanên Êzidî di wê ferqê dene ku divê em ji tevahî cîhanê bihêztir li dijî komployê derkevin. Ji ber Rêber Apo jî di fermanê de ji tevahî cîhanê bêtir xwedî li me derket û em ji qirkirnê rizgar kirin.

Ji bo em azadiya Rêber Apo pêkbînin weke ciwan emê hertim bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.”

Li ser navê ciwanên Ereb jî Hisên Ehmed axivî û  da diyarkirin ku ew wek ciwanên Ereb wê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan dinava têkoşîna hevpar debin û heya dawî wê li ser piya bin.

Çalakî bi dirûşmeya, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Show More
Back to top button