Çala mirinê: Pergala Îmraliyê
Pergala Îmraliyê di nava dilê Tirkiyeyê de çalakî navneteweyî ye ku ji aliyê giladoya NATO'ê ve tê kontkirin, lê Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 23 salan ev çala mirinê vegerand kilîla çareserkirina doza Kurd, demokrasîkirina Tirkiyeyê û azadiya gelan.
Îmralî, ku ji sala 1999’an û vir ve ji girtîgehekê zêdetir temsîla gelek tiştan dike, bûye qadeke ku li ser hiqûqa dijmin û rehîne hatiye avakirin.
Rêber Ocalan têkildarî Îmraliyê wiha tîne ziman: “Bê çawa Xweda Zeûs, alîkarên wî xwedawend Athena, Hades û Ares bûn yek, dest û lingên Prometheus girêdan û ew bi zincîran li latên Qefqasya girêdan, neviyên wan ên mirov jî ez dîl girtim û bi zîncîran ez li latên Girava Îmraliyê girêdam.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne û wiha destnîşan dike: “Şert û mercên ku ez tê de me ji yên girtîgehên Tîpa F gelekî girantir in. Di rêvebernameya ti girtîgehê de maddeyek li ser van pêkanînan nîne. Nêzîkatiya kêfî û ji bo girtî-hikumxwarekî taybet li min tê kirin.”
‘Girankirina tecrîdê ji xwe tê wateya bidarvekirinê’
Girtîgeha Îmralî girtîgeheke piştî bi awayê komployeke navneteweyî û revandineke korsanwarşî û heta sala 2009’an li Girava Îmralî girtîgehek yek kesî bû, 4’ê Sibata 1999’an ku xwe dispêre porotkoleke veşarî ya MÎT-CIA hatiye avakirine. Girtîgeha Îmralî ya 4’ê Sibatê ku hatibû avakirin berî niha xwedî statûyeke girtîgehê ya nîv vekirî bû, bi peymanên veşarî yên hatin kirin, ji bo Öcalan nefret valakirin, kirin girtîgeheke gravî ji bo yek kesî. Vekiriye ku girtîgeha gravî ya yek kesî ya Îmralî ne li gorî mewzûata Tirkiye, 4’ê Sibatê li gorî protokola veşarî ya navbera MÎT-CIA girtîgeheke derveyî hiqûq û qanûnê ye. Rêber Öcalan li ser Girtîgeha Îmralî ev tişt gotibû: ‘Statûya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. DYE mîna peymanên vê bi veşartî li gelek cihan girtîgehên wiha avakiriye. Girtîgeha Îmralî jî bi peymana veşartî ya CIA-MÎT’ê hatiye avakirin. Fikir û erêkirina YE’yê jî li ser heye. Dema vê dikin jî, divê şert û mercên li vir çibe jî diyar kirine. Mirov di nava van şert û mercan de 6 rojan jî nikare bijî. Em avêtine vir. Ez girtiyê herî giran im, di nava vê de Rojava jî heye. Sîstema cîhana kapitalîst min girtiye. Dewlet jî min weke qertekê, weke rehîneyekê di destê xwe de digire. Ez rehîneyeke siyasî me. Cihê min wilo hatiye nîşandan. Ez dikarim vê rewşê wiha jî bişibînim; keseke girêdayî cîhazê boriya nefesê me, kengê bixwazin dikarin fîşê bikişînin. Girankirina tecrîdê ji xwe tê wateya bidarvekirinê.”
Parêzerên Rêber Ocalan di 23’yê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran her wiha îtiraz li cezayekî dîsîplînê yê gengaz kirin û xwestin ku biryara di dosyayê de radestî wan jî bê kirin.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana di 5’ê Cotmehê de hate kirin, red kir. Dadgeriyê ragihand ku cezayê dîsîplînê yê 3 mehan ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê di 9’ê Îlonê de li Rêber Ocalan û girtiyên din birî, di 28’ê Îlonê de mîsoger bûye.
Cezayê disiplînê
Weke encam em bigirin dest, ji roja ewil a cezayê disiplînê 4.12.2005’an yanî ji navbera 2005-2010’an 15, navbera 2018-2022’an heta meha Îlonê 13 cezayê disiplînê bi giştî 28 carî cezayê disiplînê hatiye birîn. Di navbera 2016’an heta îlona 2022’yan têkildarî qedexeyên ji bo malbat, parêzer û telefonê bi qasî tê zanîn 23 biryarên desteya disiplîn, desteya çavdêrî û îdarî û dadgehê hene. Ji ber presedûr bi awayeke derqanûnî û veşartî tê kirin, ev cezayên hatin nîşanan ên ku hatine piştrastkirinin.
Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê ji bo rewşa li Îmraliyê ev pênase kiribû: “Ji 1999’an û vir ve rewşeke tecrîdê heye, ku hebûna tecrîdê ne cihê nîqaşê ye.” Komîteyê di raporeke xwe de, ku piştî serdana 19-22’yê Gulana 2007’an amade kir û di sala 2008’an de weşand, cih da vê tespîta xwe.
Rêber Ocalan di navbera 16’ê Sibata 1999’an û 17’ê Mijdara 2009’an de bi tena serê xwe li Îmraliyê hate girtin. Piştre 5 girtiyên ji girtîgehê din sewqî Îmraliyê hate kirin, Lê belê Rêber Ocalan dîsa jî bi tena serê xwe dihat girtin. Hefteyê tenê pênc saetan dikarîbû girtiyan bibîne. Ev yek nedihat wateya rakirin an jî sistkirina tecrîdê; hin kesên din tevlî tecrîd û êşkenceyê hatibûn kirin.
Daîreya Duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya 14’ê Adara 2014’an de ev xusûs weke kiryara xerab û êşkenceyê pênase kiribû, ku li xala 3. a Peymanê de tê destnîşankirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dibêje, “Birêz Ocalan ji ti mafên ku Qanûna li ser Înfaza Tedbîrên Ewlekariyê û Ceza ya bi Hejmara 5275’an nikare sûdê werbigire û ev mafên wî bi temamî hatine astengkirnin.”
Li gorî qanûnê, her wiha li gorî biryarên DMME diviyabû mafê axaftina bi telefonê jê re bihata dayîn, lê ev maf nehat dayîn, ku di raporên CPT de jî tê binavkirin.
Mafên wî yên agahîgirtinê mîna wergirtin û nivîsandina nameyan hate astengkirin. Destûr nehat dayîn ku nameyê binivîsîne û nameyên jê re dihatin jî hatin sansurkirin ya jî bêyî agahî jê re bê dayîn, hatin desteserkirin.
Tevî ku mafê malbatê û ziyaretvanan heye mehê du caran ziyaret bikin, ev maf hat bisînorkirin, ya jî nehat naskirin.
Hemû hewldan û daxwazên li dijî binpêkirina mafên Rêber Öcalan hatin redkirin, ya jî bêbersiv hatin hiştin. Dewleta Tirk rola mezin a Ocalan di nava gelan de didît, lewma ji ber vê gumanê hiqûqa xwe jî nas nedikir.
Astengiya hevdîtina parêzaran
Hevdîtina bi parêzeran re, bi bahaneyên mîna “keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e” yan jî “Cezayê disiplînê’ tê astengkirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve li Girava Îmraliyê hevdîtinên parêzer-muwekîl nayên kirin, tên astengkirin.
Di 4’ê Tîrmeha 2008’an de Rêber Ocalan di hevdîtina bi parêzeran re ev agahî da: “Porê min kur kirin. Bi vê yekê ve dewlet dixwaze vê mesajê bide’, Em kengî bixwazin dikarin te kontrol bikin, çi bixwazin dikarin bînin serê te, tu di destê me de ye, bîst û çar saetan tu di kontrola me de ye’.”
‘Sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike’
Rêber Apo reşwa xwe ya li Îmraiyê wiha rave dike: “Min heta niha di tevahiya parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên xwe yên devkî de zêde behsa jiyana xwe ya şexsî nekir. Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û pirsgirêkên bi îdareya girtîgehê re, sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike û vê bi tenê li ser min pêk tîne. Min heta niha behsa vê nekir û min neanî ziman ku ez çawa li hemberî vê li ber xwe didim. Ez yeqîn dikim ku yek ji mijarên herî zêde kakûnî û meraqa wan tê kirin, ev e. Ango meraq tê kirin ka ez li hemberî vê tenêtî û sekantiya mutleq çawa li ber xwe didim. Ezmûna min a jiyanê di vî warî de cihê meraqê ye. Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku weke zana dihat qebûlkirin, hal û hereketên min şopandibûn û ez hê jî ji bîr nakim gotinek weha gotibû: “Lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîwa heye?” Çawa ku tê zanîn, cîwa elementek e ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî kesekî wisa bi hereket bûm û di cihê xwe de nedisekinîm. Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana bi herhalî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidin û bi cezayekî giran ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreyeke yekkesî de duwanzdeh salên xwe temam kirin. Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e.
Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîdkirinê jî bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne bêhtir dibe. Herweha di dema destpêkirina kalbûnê de ez anîm giravê. Demeke dirêj ez di kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de girtim. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke yek kanalî derfetên min ên têkiliyê bi derve re tinene. Bêguman mehê carekê hevdîtinên nîv saetî yên bi xuşk û birayan re û bi bahaneya rewşa hewayê ya nexweş gelek caran pêk neyê jî hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re cîhana min a têkilîdanînê pêk dianîn. Hemin ez van hêmanên têkiliyê piçûk nabînim, lê ji bo mirov xwe li ser piyan bigire têrê nakin. Li ser piyan mayîna min û nerizîna min, wê zêhn û îradeya min diyar bikirana.”
Serdanên CPT’iyê
Heta niha Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) 8 caran serdana Îmraliyê kiriye. Herî dawî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 3’yê Cotmehê de daxuyaniyek da û got ku di navbera 20-29’ê Îlonê de çûye serdana Tirkiyeyê û Îmraliyê. CPT’yê tevî israran jî diyar nekir bê ka bi Rêber Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiriye yan na. Li ser vê yekê parêzerên Rêber Ocalan di 29’ê Mijdarê de daxuyaniyek dan û dan zanîn ku Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ên din bi CPT’yê re hevdîtin nekirine. Tevî vê agahiyê jî CPT’yê agahî parve nekirin.
Mafê hêviyê
Dewleta Tirk heta niha ji bo Rêber Ocalan mafê hêviyê ji bi cih neanî ye. Yek ji parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal derbarê mafê hêviyê ji Rojnews’ê re wiha gotibû: “Li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ti mirov heta heta di girtîgehê de namîne. Mafê wî heye ku temenê wî yê malî ji derveyî girtîgehê derbas bike. Ji vê re jî dibêjin mafê hêviyê. Lê, Tirkiye cezeyê Birêz Ocalan veguhertine cezayê heta heta û ti gavek erênî di vî warî de neavêtiye. Ji bo pêkanîna vî mafî, di warê yasayî ti astengî nîne, lê îradeya siyasî ya dewleta Tirk li dijî vê biryarê ye û naxwaze pêk bîne.”