Navenda êrişên li ser Şengalê Mûsil e!

Êrişên dawî yên li ser Şengalê her çiqas bi destê artêşa Iraqê were kirin jî li pişt van êrişan dewleta Tirk û PDK hene. Bi taybet berpirsên artêşa Iraqê yên li Musil û Şengalê di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ne û erişên li ser Şengalê ji Mûsilê têne rêvebirin.

Li Şengalê piştî lêkirina dîwar a li ser sînor, ev 2 roj in liv û tevgereke berfireh a artêşa Iraqê heye. Ya balkêş ev tevgera artêşê û hewldanên leşkerî bi operasyona dewleta tirk a dagirker ya li Herêmên Parastina Medyayê ya bi hevkariya PDK’ê hemwext destpê kir. Ji ber vê jî ev hewldana dawî ya artêşa Iraqê di çarçoweya plana dewleta Tirk û PDK’ê de tê nirxandin.

Wekî tê zanîn, di şeva 17’ê Nîsanê de artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê li Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi operasyona dagirkirinê kir. Di heman wextî de dewleta tirk di serî de Zirgan û Til Temir, dest bi êrişa Rojavayê Kurdistanê kir. Hemwextê van êrişan artêşa Iraqê jî ji duh ve ye hêzeke mezin gihandiye Şengalê û hewl dide noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê dorpêç bike û dest deyne ser van noqteyan. Di encama van hewldanên artêşê de ji duh şev ve ye destpêkê li Dîgurê, pişt re jî li Geliyê Şilo, gundê Sikêniyê û di navbera Girzerik û Tilezêr de car caran şer û pevçûn derdikevin.  Ev pevçûn carna bisekine jî bi giştî rewşa aloz berdewam e.

Êrişên li ser Şengalê parçeyek ji konsepta şer e

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê van êrişan de daxuyaniyeke belav kir û agahiyên dawî bi raya giştî re parve kir. Wekî di vê daxuyaniyê de jî hatiye destnîşan kirin, ev êrişên dawî yên artêşa Iraqê wekî parçeyek konsepta şer a dewleta Tirk û PDK’ê tê nirxandin. Her wiha wekî berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye ku bi hevkariya dewleta Tirk, PDK û hikumeta Kazimî hatibû morkirin.

Li Iraqê hikumet nîne, kê biryara van êrişan dide?

Yek ji mijarên girîng jî ew e ku li Iraqê krîza siyasî û civakî her ku diçe kûr dibe, ev 7 meh in ku hikumet nehatiye avakirin lê çawa dibe ku artêşa Iraqê bi planeke berfireh berê xwe dide Şengalê, kê ev biryar girtine û xistine meriyetê, niha li Şengalê ev pirs têne kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cûda, bi taybet di demên dawî de ji biryarên navendî zêdetir, bi taybet îdareya Mûsilê û berpirsên artêşê yên li Şengal û Mûsilê plansaziya êrişên li ser Şengalê pêş dixin û pêşengiya êrişan dikin. Bi taybet Qayit Ameliyatê Mûsilê û Qayit Firqa yê Şengalê di van êrişan de bi roleke çalak radibin.

Mûsilê di bin bandora dewleta tirk û PDK’ê de ye

Wek tê zanîn bi taybetî dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di salên dawî de li herêma Mûsilê hem ji aliyê leşkerî, hem ji aliyê istixbaratî ve bandora xwe xurt kiriye. Ji ber vê rastiyê, êrişên di demên dawî de yên li ser Şengalê bi giranî ji navenda Mûsilê tê rêvebirin. Tê gotin, ev hêzên ku êrişê Şengalê dikin jî zêdetir hêzên di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ne û êrişên dawî di xizmeta van hêzan de ye.

Beriya Çarşema Serê Salê êriş destpê kirin

Gelê Şengalê van êrişan her wiha li hemberî bîr û baweriya Êzdiyatiyê dibîne. Ji ber ku di salên dawî de dewleta tirk piraniya êrişên xwe di rojên pîroz ên Êzidiyan de pêk anîn. Ev êrişa dawî ya bi destê artêşa Iraqê jî beriya cejna Çarşema Serê Salê hate destpêkirin. Çarşema Serê Salê di nav Êzidiyan de cejna herî pîroz û giranbuha ye. Ji ber vê yekê, gelê Şengalê êrişên dawî wekî êrişên li ser bîr, bawerî û nasnameya xwe dibîne û li dijî van êrişan derdikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN-ŞINGAL

Show More
Back to top button