‘Ji Derwêşê Evdî heya Dijwar Feqîr, ew bûn sembola Êzdayetiyê

Civaka Êzidî bi xemginî lê di heman wextî de bi baweriya serkeftinê, fermandarê xwe yê mezin Merwan Bedel bibîr tînin û dibêjin: "Ji Êzdîn Mîrza heya Derwêşê Evdî û Dijwar Feqîr ew di ber doza Êzdayetiyê de şehîd ketin, bûn sembola Êzdayetiyê û navê wan di dîroka Êdiyzian de hate nivîsîn."

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) ku di 7’ê Kanûna 2021’an de bi îxanet û bêbextiyeke mezin hate şehîdxistin, ji parastina Şengalê heya avakirina jiyana nû di hemû qadan de pêşengî ji kar û xebatan re kir. Ji ber vê rastiyê, ji zarokan heya ciwan û kalemêran hemû civaka Êzidî wî weke fermandarê xwe yê mezin binav dikin û navê wî di nav dîroka pîroz a Êzîdxanê de dinivîsin. Civaka Êzidî bi xemginî lê di heman demê de bi baweriyeke mezin di salvegera şehadeta wî de, hest û nêrînên xwe yên derbarê fermandarê mezin merwan Bedel de anîn ser ziman.

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî destnîşan kir ku her Êzidiyek ku dibê pêşengê civaka xwe rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê û got: “Nahêlin Êzidî xwe bigihînin merheleyekî. Ji ber êrîşên li ser Şengalê mixabin guhê dinyayê ji Êzidiyan re girtî ye. Di fermana 2014’an de ku hemû dinyayê çav û guhê xwe ji fermanê re girtibûn, hevalên wekî Dijwar Feqîr rabûn û soz dan ku heyfa civaka xwe hilînin.”

‘Di ber doza Êzidiyan şehîd ketin’

Endamê Meclîsa Borik Qasim Xwedêda jî ji Mam Zekî heya Merwan Bedel şehîdên pêşeng ên civaka Êzidî bibîranî û wiha axivî: “Berê jî yên wekî Êzdîn Mîrza, Derwêşê Evdî ev hemû şehîd ketin ji ber doza Êzidiyan. Şehadeta wan kete dîroka Êzidiyan û bûn sembolên Êzdayetiyê. Şehadeta wan tiştekî pîroz e ji bo hemû Êzidiyan. Ji bo însan tiştekî buhatir nîne ku eger însan di ber welatê xwe de, di ber kerameta xwe de şehîd bikeve. Li dinyayê tiştekî ji vê mezintir nîne.”

‘Hevalê Dijwar fermandarê me yê mezin’

Endamê Tevgera Ciwanên Êzîdxanê Hadî Xwedêda jî bi peyva ‘Em Hevalê Dijwar weke fermandarê xwe yê serî dibînin’ bawerî û girêdana ciwanên Êzidî ya ji bo Merwan Bedel anî ser ziman û wiha berdewam kir; “Ruh û canê xwe fedayê vê axê, fedayê Êzidiyan kiriye. Lazim e em şehîdên axa Êzîdxanê ji bîr nekin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê, şehadeta hevalê Dijwar ji me re serbilindahî ye. Ew heval li ser vê axê şehîd ketine û lazim e em doza wan hevalan bimeşînin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button