Çavkaniyeke Ewlekariyê : Hêzên Şengalê li dijî sîxuran ‘Operasyona Tolhildanê’ destpêkirin

Li gorî agahiyan Yekîneyên taybet ên YBŞ'ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşî pêngaveke girtinê ya bi navê "Operasyona Tolhildanê" li dijî 'Torên Sîxûran' dane destpêkirin û kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine desteserkirin jî lixwemikûr hatine ku ji aliyê MİT'a Tirk û PDK'ê ve hatine rêxistinkirin.

Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşiya Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li dijî ‘sîxûran’ pêngaveke girtinê ya bi navê “Operasyona Tolhildanê” dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên peyamnêra me ya Şengalê ji çavkaniyeke ewlekariyê ya di nava operasyonê de girtiye, di encama operasyonê de li ser çend torên sîxûrî yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi tohmeta ‘Sîxûriyê’ hatine girtin.

Çavkaniyê ragihand kesên hatine girtin destê wan di êrîşên dijî ser Şengalê û di xwîna gelek pêşengên Êzîdî de heye û van zanyariyan da: “Ev demek bû hem malbatên şehîdan hem jî xelkê Şengalê daxwaza girtin û binçavkirina sîxûran û kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene dikirin. Hêzên me jî li ser daxwaza gelê me yê Şengalê demeke dirêj lêkolîn da destpêkirin û gelek agahî derbarê torên sîxûriyê de kom kir. Piştî vêya hêzên ewlekariyê yên Şengalê biryara operasyoneke hevbeş dan û navê operasyonê jî kirin, ‘Operasyona Tolhildanê’. Operasyona ku me heya niha kiriye serkeftiye.”

Heman çavkaniya diyar kir kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, lixwe mikûr hatine ku li dijî civaka Êzidî tawan kirine û wiha got: “Beşek ji sîxûrên ku hêzên ewlekariyê girtine, li xwemikûr hatin ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine erkdarkirin, ji bo agahiyên derbarê saziyên Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser û pêşengên civaka Êzidî de agahiyan kom bikin û bidin MİT û PDK’ê.”

Di dewama axaftina xwede çavkaniyê agahiyeke din a girîng jî da û got: “Di encama lêpirsîna li gel sîxûrên ku hatine kirin de êrîşên li dijî hinek pêşengên Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê de hatine zelalkirin û encamên girîng ji van lêpirsînan bidestxistine.”

Li gorî agahiyên ku çavkanî daye ajansa me dibe encamên operasyonê û lixwemikûrhatinên kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, ji raya giştî re eşkere bikin: “Ev tora sîxûriyê çawa li Şengalê hatiye rêxistin kirin, di berdêla xiyanetê de çi soz ji bo wan hatiye dayîn hemû îtîraf kirine. Dibe hêzên me encamên operasyonê û îtîrafên sîxûran bi raya giştî re parve bike.”

Di dawiya axaftina xwede jî çavkaniyê dazanîn operasyona wan ya li dijî tora sîxûran ya li Şengalê hîn dewam dike. Heman çavkaniyê dîmeneke kurt ya operasyonê jî ji bo peyamnêra me şand.

Ji sala 2017’an ve heya niha bi dehan êrîşên hewayî yên bi balafirên sîxûrî yên Tirk li dijî saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşeng û fermandarên Êzîdiyan çêbûye. Di encamê de gelek rêveber û fermandarên Êzidî şehîdbûne. Hemû êrîşên ku çêbûne jî li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta Tirk operasyonên îstîxbaratîbûne û bi rêya îstîxbaratê pêkanîne.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button