Li Şengalê şahiya hilbijartinê

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi dirûşmeya, “Xwe rêvebirin, xwe parastin bi dengdayîna PADÊ wê pêk were” şahiyek lidar xist. Di şahiyê de bang li hemû gelê Êzidî hat kirin ku di hilbijartinan de dengên xwe bidin namzetê PADÊ.

Şahî li Qaeya Bajaroka Sinonê ya Şengalê bi beşdarbûna sedan kesan hat lidarxistin.

Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê PADÊ Omer Salih axivî û diyar kir ku ev pêvajo ji bo Êzidiyan dîrokî ye. Omer Salih destnîşan kir ku ev roj bi bi saya şehîdên mezin hatine avakirin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê pêwîste her kes bi dengdayîna PADÊ xwedî li vê dîrokê derkeve. Îro em soz didin miletê xwe û hevalên xwe ku emê her tim li ser rêya şehîdên xwe bin. Planên ku îro li ser hemû partiyên Êzîdiyan tên meşandin fermaneke. Her kes dixweze me bixapîne, lê belê em ne Êzîdiyên berê ne. Em di wê baweriyê de ne ku partiya me wê bikare dengê me bigihîne her kesî û ji bo me tekoşîn bike.”

Li ser navê Tevgere Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) jî Rîham Hiço axivî. Hiço di destpêka axaftina xwe hemû şehîdên 73 fermanên Êzîdiyan bibîr anî û ji civaka Êzîdî daxwez kir ku tu car çarenûsa xwe ji kesekî dinre nehêlin û xwe bi xwe bibin ronahiya azadiya xwe û got; “Nîzî 7 sala em berxwedaniyakî bê hempa didin meşandin. Weke TAJÊ jî di her qadê ji civaka xwe me pêşengeyetiyekî mezin kir. Ji bo ku em bi ser nekevin dijmin li ser Şengalê her tişt dike. Em bang li civaka xwe dikin û dibêjin ku îro dengê me şerefa meye. Her dengekî me ji bo dijmin fîşekekiye”.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi projeyên ku PADÊ pêş xistine re, wê hemû komployên li ser civaka Êzîdî bişikên û wiha pêde çû; “Çawa ku em li vir hemû bi yek dengî bi hevre kar dikin lazime bi yek dengî li derve bi riya PADÊ em xwe îspat bikin. Êrîşên herî dawî jî li ser Şengalê ji mere dide diyarkin ku li ser me konsebtek gelekî mezin heye. Lê her kes bizane ku di lîteratora me de gav paşva avêtin nîne. Emê heye dawî bi civak û partiya xwe re bin.”

Di şahiyê de axaftina dawî Nemzeta PADÊ Semîr Derwêş kir. Derwêş bernameya patiya xwe diyar kir û soz da civaka xwe ku wê her tim bibe dengê wan û ji bo azade, demokrasiya civaka xwe li hember hêzên komploger tekoşîn bike. Derwêş wiha dom kir: “Soza min ji civakê min re heye. Ezê her tim bi hemû hêza xwe li perlematoya Îraqê parastina civaka xwe bikim. Heye dilopa xwîna xwe ezê şev û roj ji bo çareseriya pirisgirêkan bixebitim.”

Şahî bi sitranên Koma Çiyayê Şengalê û gerandina govandê bi coşek mezin bidawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button