Fermandarê ku çiyayê Şengalê bi tîmekî parast: Memo Mêrdîn
Fermandarê HPG'ê Memo Mêrdîn ku sala 2017'an li Cûdî şehîd bû, qala wan rojên ji êgir kiribû, ku Çiyayê Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi tîmekî parastin.
Wê rojê bi hezaran kesî xwe li Çiyayê Şengalê girtibûn. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê ji bo Êzidiyan qir bikin ketibûn nava liv û tevgerê. Demjimêr û kêliyên gelekî krîtîk bûn. Di wan kêliyên ‘bêhêvî’ de hin tişt qewimîn ku dîrok guherand.
Tîmek ji şeş gerîlayan ji bo parastina bi hezaran kesên xwe li Çiyayê Şengalê girtin, li djiî ‘artêşa’ barbaran ketibû çeperê.
Çîroka wê rojê dibe ku hûn ê cara yekê bi vî rengî bixwînin. Hûn ê ji devê yek ji wan lehengan bibihîzin ku Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê parast û rizgar kir.
Di destê wan de tenê doçkayek hebû. Ew jî çeka ji ber hêzên PDK’ê mabû, ku dema reviyan li pey xwe hiştibûn.
Memo Mêrdîn û tîma gerîla ku dest danîn ser vê çekê 2 rojan bi xurtî li ber xwe dan.
ŞEŞ KES BÛN
Fermandarê leheng Memo ku pêşî li komkujiya li Şengalê girt, bi vî rengî qala wan rojên ji êgir kiribû:
“Karê ku me kiribû têrker nebû. Ji ber ku fermanê zû destpê kiribû, me karê xwe baş plan nekiribû, nîvê hêza me çûbû. Li Çiyayê Şengalê em 6 heval mabûn. Bi esasî em 6 heval çûbûn û hin hevalên din hebûn ku me ew perwerde kiribûn. Vaye qernaseke me, bîksiyeke me (BKC) û hin kleş hebûn ku me bi xwe re anî bûn. Ew bi me re bûn. Ji bilî wan çekeke me ya giran tune bû. Ji bo wergirtina çekên giran me hin amadekarî dikir. Wesayiteke me jî hebû, ji xwe ew wesayit jî derbasî Rojava bûbû û em peya bûn. Heman rojê yanî di 3’ê Tebaxê de me xwe berdan Qizilkentê. Hingî ez û sê heval bûn. Li Qizilkentê me hin heval dîtin ku me ew perwerde kiribûn. Agahî dan, gotin ‘Li vir doçkayek heye, PDK’ê avêtiye wê derê û çû ye. Em çi bi wê bikin?’ Me jî got, ‘Heval dest deynin ser, heta em hatin li ser bisekinin, em ê bên’. Me hin heval li Qizilkentê bi cih kir û vegeriyan Lûfayê. Ev hemû di 3’ê Tebaxê de qewimîn.”
“Ya rast dema ku me xwe berdan Qizilkentê, hevalan ji me re gotibûn ku divê em Rambosî kontrol bikin. Me nizanî bûn ku Rambosî û Şengal ketine, haya me jê tune bû. Ji ber ku Girzerik û Sîva li ber xwe dan. Bêguman li bakurê Şengalê jî hin gundan li ber xwe dabûn. Lê belê ne berxwedaneke gelekî mezin bû. Berxwedana bi esasî li Girzerik û Sîba Şêx Xidir bû. Piştî ku agahiya ‘Girzerik ket’ hat, hevalan gotin, em biçin Rambosî kontrol bikin. Em jî 4-5 heval bûn. Em ê biçûna Rambosî, li wir gel bi rêxistin bikira û eger me karîbûna me yê şer bikira. Ji xwe gotin pêşmerge direvin, me jî got, qet nebe em biçin çekên ji ber pêşmergeyan mane rahêjin, nedin jî em ê bi zorê ji wan bistînin û bigihînin hevalan. Me wê demê nizanî bûn ku xeta Şemal a Şengalê jî ketiye.”
GOTIN ŞENGAL KETIYE…
“Piştre hevalan agahî dan, gotin em ber bi we ve tên. Ji xwe heval hatin ketin nava Sinûnê, li wir du heval birîndar bûn. Yek ji wan hevalan Viyan bû, yek jî heval Serxwebûn bû. Herdu jî li Sinûnê birîndar bûn. Çete beriya hevalan ketibûn vê derê. Şemal jî çû, vê carê hêz bi temamî ji hev qut bû. Gundên di navberê de hemû ketibûn, yanî ketibûn destê çeteyan. Yanî em bi nêta kontrolkirina Rambosî çûn, lê belê heta ku me xwe berdan nava Qizilkentê gotin ‘Welle Şengal bi xwe ketiye’. Dema em ketin nava Qizilkentê me dît ku wesayitên çeteyan il nava kolanên Şengalê digerin. Welhesil vê carê em neçar man vê carê bên Lûfayê kontrol bikin.”
DEREWA PDK’Ê BEREVAJÎ ENCAM DA, DAÎŞ TIRSIYA
Dema ku êrîş li ser Şengalê bû, PDK’ê li dijî gerîla daxuyanî dida, îdîa dikir ku bi hezaran PKK’î li Şengalê bi cih bûne. Li gorî Memo, ev dezenformasyona ji bo tengavkirina gerîla hate kirin, çavê DAÎŞ’ê tirsand:
“Agahî dan me, gotin ‘Çiyayê Şengalê bi gel tijî bûye, DAÎŞ jî dixwaze ji xeta Lûfa bi pêş ve biçe’. 3-4 hevalên ku me ew perwerde kiribûn li binê Lûfa li DAÎŞ’ê xistin, 2 çete kuştin û êdî ditirsiyan ku bi pêş ve biçin. Li wê derê sekinî bûn û dixwestin bi tedbîr bi pêş ve biçin. Ya rast dixwestin serweriyê li ser temamiya Şengalê bikin. Li gorî wan li nava Şengalê hin kes hebûn ku xwe veşartin û dikarin şer bikin. Lewma jî nelezandin. Roja destpêkê bi pêş ve neçûn. Ji ber ku nizanîbûn ku li jorê çi dibe, çi nabe. Ewqasî îstîsbarata wan tune bû. Ji xwe berê propagandayek kiribûn, gotibûn ‘Hezar heval li çiyayê Şengalê bi cih bûne’. Dibe ku DAÎŞ’ê ew bihîstibû, lewma nikarîbû bi pêş ve biçe. Ev propaganda ji aliyekî ve erênî bû. Ya rast PDK’ê ji bo tengavkirina me ev propaganda kiribû, lê belê li aliyê din DAÎŞ piştî ku bihîst, tirsiya. Texmîn dikirin ku hêzên gerîla li navenda Şengalê xwe veşartine. Lê belê xwe nikarîbû zêde nêzî çiyayê Şengalê bike. Heta roja sêyemîn û çaremîn newêrîbûn berê xwe bidin çiyê.”
WÊ ROJÊ ME 700 KES LI ÇIYÊ XISTIN ÇEPERÊ
Fermandar Memo bi vî rengî qalê kiribû ku di nava wan şert û mercên giran de li Çiyayê Şengalê çawa li ber xwe dan:
“Lê belê piştî ku Lûfa kontrol kirin, vê carê du kes bi wesayitekê şandin. Piştî ku em derketin ser Lûfa, me dît ku li wir doçkayeke 23 heye. Piştre Qasim Dirbo got, me ev doçka aniye. Baş nizanim, lê dibe ku ji jêr anîbin heta jorê. Lê belê dema ku em çûn ser wê doçkayê kes li wir tune bû. Ji xwe li wê derê ne yek, lê 2 doçka hebûn. Doçkaya ji 12.5 niha li gel me ye. Wê demê me doçka li dijî hatina çeteyan a ber bi jorê Lûfa ve bi cih kir. Em jî li ber sekinîn û me gel xistin çeperê. Çekên gel jî hebûn. Wê rojê me bi rêya telefonê nêzî 700 kes li çiyê xistin çeperê. Komeke baş bû. Em li çiyê bûn artêşek.”
KÛRTAY SERHAT- BEHDÎNAN