KCDK-E’yê ji bo şermezarkirina fermana 3’yê Tebaxê bang kir

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E) bang li her kesî kir ku li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê beşdarî çalakiyên şermezakirina fermana 3’yê Tebaxê bibin.

KCDK-E’yê bi boneya salvegera 8’an a êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya ku bi sernavê “Li dijî gefên qirkirinê divê statuya xweser a Şengalê bê naskirin” hate weşandin, wiha ye:

“Em dikevin salvegera 8’an a êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê. Çeteyên DAIŞ’ê yên barbar ku ji aliyê dewleta Tirk a bi serkêşiya dîktator Erdogan û hêzên paşverû yên li herêmê hatin xwedîkirin û mezinkirin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîş birin ser Şengalê, komkujî û jenosîd kirin.

Ev jenosîda ku li dijî Kurdên Êzidî hate kirin, weke şerma herî mezin a sedsala 21’ê cihê xwe di nava dîrokê de girt. Li pêş çavên tevahiya cîhanê, ev trajedî li Şengalê qewimî. Helwesta PDK’ê û bêdengiya cîhanê bû bingeh ji êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê.

Li pêş çavên tevahiya cîhanê ev dram bi serê zarok û gelê me ve hat, jinên Êzidî hatin revandin, hatin qetilkirin, hatin firotin. Lê belê hîn jî cîhan bêdeng e.

Ji bo parastina xelkê Êzidî hêzên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê bi fedakariyeke mezin tevgeriyan û xelkê Êzidî ji komkujiyê parastin. Hêzên azadiyê yên fedakar bi lehengiyeke mezin bi hezaran Kurdên Êzidî rizgar kirin.

Ji bo careke din komkujî neyê kirin, Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) weke hêzên xweparastinê ava bûn. Êzidiyan li hemberî êriş û komkujiyên nû, sîstema xwe ya xweparastinê ava kirin û îro jî bi saya vê xwerêveberiyê îradeya gel tê temsîlkirin.

Xetereya li ser Şengalê hîn jî neqediya ye. Mêtingeriya Tirk gef û êrîşên ne kêmî yên DAIŞ’ê dewam dike. Dîktator Erdogan bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyan, ya ku DAIŞ’ê nekarî bike, dixwaze bike.

Em vê şerma sedsalê şermezar dikin ku li pêş çavên raya giştî ya cîhanê hate kirin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî divê mirovahî hemû vê jenosîdê nas bike û helwesta pêwîst nîşan bide. Girîng e statuya Şengalê bê naskirin ku warê pîroz ê Êzidiyan e. Îradeya xwerêveberî û xweparastinê ya Êzidiyan ku ji bo parastina xwe bi xwe ava kirine, bê qebûlkirin.

Banga ji bo çalakiyan

Di 3’yê Tebaxa 2022’yan de wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî li welatên Ewropayê hemûyan, li Kanada û Awûstralyayê çalakî bêne lidarxistin. Bi navê KCDK-E’yê em bang dikin ku her kes bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin. Em komkujî û jenosîda barbar a li xelkê me yê li Şengalê hate kirin, şermezar dikin. Ji bo xwedîderketina li Şengalê em bang dikin ku çalakî bêne zêdekirin. Xwedîderketina li rêveberiya Şengalê û pêşvebirina vê rêveberiyê, erkê rûmetê yê Kurdan hemûyan e.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button