Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hate bibîr anîn

 Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel li Şengalê bi merasîmekê hate bibîranîn. Di merasîma bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

https://www.youtube.com/watch?v=PNiW-0gI4GQ

Li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi amadebûna sazî û dezgehên civaka Êzidî, bi merasîmekê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hate bîranîn.

Di merasîma ku bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir de axaftin hatin kirin de, destpêkê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîza Celal axivî. Celal got: “Her carekî kesek ji me şehîd bikeve soza me ji bo şehîdên xwe dayî em nû dikin. Em li ser vê axê li ber xwe didin û emê heya dawî li ser şopa şehîdan bin. Kesên bûne hevkarên dijimin, emê hesab ji wan bipirsin.”

‘Heval Merwan şehîdê doza mezin e’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hiço jî got : “Em dizanin ku heval Merwan ne şehîdê dawî ye ji ber doza me a mezin e, her kes dizane em di gelek fermanan re derbas bûn. Ev bedelên mezin wê rê li ber fermanan bigrin. Şehîd Merwan ji bo tevahiya Iraqê wendahiyeke mezin bû lê Iraq bi vê giraniya xwedî li wî derneket. Hevalê Merwan taybet ji bo pêşketina jin herdem hevkar bû. Em wek tevgera jin, xwe deyndarê wî dibînin em soz didin emê doza Heval Merwan bibin serî.”

‘Emê li pey îxanetkaran bin û wan ciza bikin’

Rîham Hiço her wiha destnîşan kir ku di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), hikumeta Iraqê jî li ber êrîşên li ser Şengalê berpirsyar in û wiha berdewam kir: “Pêwîst e ev welat bibin xwedî helwest. Iraq me dikuje, planên xwe li ser me dimeşîne, li aliyê din me digire lê li milekî jî xwe wek dost didin xuyakirin. Ji bo kesên îxanetkar em soz didin ji îro û şûnde emê li pey wan bigerin û li cihê ku hevalên me lê şehîd ketine emê li wan cihan wan ceza bikin.”

‘Bila dijmin bizane em bihêztir dibin’
Di merasîmê de li ser navê YBŞ û YJŞ’ê jî Xemgîn Şengalî axivî û wiha got: “Bi şehadeta hevalê Merwan re, me dijminê ku di nav me de ne nas kirin. Xwestin di şexsê hevalê Merwan de tevahiya gelê me tune bikin û rêxistina me belav bikin lê bila dijmin baş bizane ku emê hîn bihêztir bin û xwestekên wan pêk bînin.”

‘Pêwîste em tola şehîdan rakin’

Cîgira Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Sêvê Emo jî da diyarkirin ku Şehîd Merwan ji bo wan wekî mamosteyek bû û wiha axivî: “Yek ji xwestekên wî ew bû keç û jinên Êzidî yên di destê çeteyan de ne rizgar bike. Pêwîste her Êzidiyek van şehîdan şehîdên xwe bibîne û tola wan rake.”
Piştî axaftinan ji bo Şehîd Merwan Bedel xêr hate belavkirin.

Şengal

Show More
Back to top button