Roja reş

Gelo wê rojê mirovahî nema bû. Li ber çavên cîhanê jin, zarok, mêr û kal hatin qetilkirin, şewitandin, revandin, destdirêjî li wan hate kirin û firotin.

Her sal dema meha Tebaxê nêzik dibe, bi xemginî û dilêşiyê birînên fermana 2014’an a li ser civaka me ya Êzidî pêk hat carek a din xwe nû dike û xwîn jê tê. Ev pirs tê bîra mirovan; “Gelo wê rojê mirovahî nema bû. Li ber çavên cîhanê jin, zarok, mêr û kal hatin qetilkirin, şewitandin, revandin, tecawizkirin û firotin. Roja tofanê, roja man û nemanê bû. Di wê roja reş de cardin ên herî bêparastin û bêçare jin, zarok, kalemêr û pîrejin bûn. Di wê roja tarî de qêrina dayik û zarokan digihîşt erşê ezmanan. Cîhan kor, ker û lal bû. Di germahiya meha Tebaxê de zarok ji bêaviyê fetisîn, laşê wan li çolê, di nav kevir û latan de man. Pîrejin û kalemêr ji bo nekevin destê çeteyên hov xwe li çiyayan dan, lê hatin girtin û şewitandin. Ya herî bi êş jî ketina destê çeteyên nasibê xwe ji mirovahiyê negirtî ya jinan bû. Dema em dibêjin di fermanê de jin hatin tecawizkirin û firotin, wek gotin ji xwe li mirovan pir giran û zehmet tê, lê di fermana 2014’an de ya bi serê jinên me yên Êzidî de hat, di dîrokê de nimûneyên wê pir kêm in yan jî tu nîn in. Çeteyan, ev bi navê dîn û îmanê dikir. Dema jinek a Êzidî bi dest bixe û bike koleyê xwe, wekî ku wacibê xwe yê olî pêk bîne. Gelo ew çi dîn e dijminê keramet, kesayet û rûmeta jinê be? Gelo ew çi dîn e ku nirxên mirovahiyê nas nake û bi şexsê jinê bixwaze jiyanê li mirovahiyê tarî bike? Ma hemû ol û bawerî ne bi navê mirovahiyê derketine?

Bêguman jinên bikevin vê rewşê, ji bo wan her kêlî dibe mirinek a bi saxî. Ew jin her roj kêlî bi kêlî dimirin û tên kuştin. Hişmendiya ku vê yêkê bi navê ol û baweriyê dike, bi vê kiryara xwe kêfxweş û serxweş dibe, wekî ku cejna mêrantiyê li xwe pîroz bike. Lê ew rastiya mêrê desthilatdar ê nexweş e ku nesîbê xwe ji exlaq, wijdan û heqîqeta mirovahiyê negirtiye.
Ez dixwazim kiryarên ku di fermana 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve, li jinên Êzidî hatin kirin di aliyê cinsperestiya olî de hindek binirxînim. Ji ber ku di pişt vê rastiyê de hişmendî, çand û dîrokek a cinsperest a dema buhurî heye. Rêber Apo, dibêje bi taybet di serdema pêşketina olên yekxweda de jin wek cins şikandinek a pir kûr dijîn. Jin bi temami ji civak û rastiya jiyanê hatine dûrxistin û di bin navê zewacê de hatine dorpêçkirin. Jin tenê dayikên zarokan û jinên mêran in. Îrade û azadiya wan tê tunekirin, dikevin bin destê mêr û desthilatdariya dewletê.

Di Kurdistanê de ji derveyê Êzidî, Zerdeştî, Elewî, Kakaî û Yarsaniyan, civaka me ya Kurd pirani ketiye bin serweriya ola Îslamiyetê. Mirov dema wek zarokek a keç di nav civaka misilmantiyê de mezin dibe hîn di biçûkatiya xwe de rastî gelek nakokiyan tê, di serî de jî nakokîya cinsî. Pirsgirêka cinsî di civakê de bi pir aliyan û pir kûr tê jiyîn. Bêguman piştî em tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn, rastiya jinê ya di civakê de heyî mirov hîn zêdetir dît û dahûrandin kir. Rastî gelek materyalên nivîskî li ser rewşa jinê di Îslamiyetê de hatine nivîsandin hatin. Lê nivîskarek ê bi navê Arif Tekîn gelek şîroveyên di derbarê jinan de, ji pirtûka Quran a Îslamê girtiye û cardin gelek alimên Îslam ku di dema Hz. Mihemed de jiyane û rewşa jinan şopandine û pênase kirine hene. Ji zimanê Erebî li zimanê Tirkî wergerandiye, pirtûkek bi navê xanimên Mihemed weşandiye. Şîrove û nirxandinên alimên Îslamê bi xwe ne, tişta ku nivîskar jî kiriye tenê werger e. Di Quranê de bi aşkerehî tê gotin ku di wextê şeran de, dema jin û keç dikevin dest, ji mirov re helal in, wate; heqê mirov heye ku mirov bike koleyê xwe. Di heman wextê de di dema şer de, jinên ku hatine girtin ji xwe re dibin ên mayî jî didin bi çek û hespan. Dibêje ji bo mêr kêfxweş bike Xwedê jin çêkiriye, ew jî ji hestiyê pişta mêr çêkiriye. Wate perçeyek ji mêr e. Cardin dibêje eger civakek ji rêveberiya destê jinê re bê hiştin, ew civak tu car rizgar nabe. Dibêje di çavê jinê de zina heye ji ber vê yekê ji derveyê hevjînê xwe û mirovê xwe yê herî nêzîk lazim e li kesekê nenêre. Behsa gelek nirxandin û şîroveyên din hene ku kerameta jinê dixin binê erde, lê ji ber mijara me ne ev e, tenê çend şîrove me xwest em bînin ziman ku kiryarên bi navê Îslamiyetê fermana 2014’an li ser jina Êzidî hat kirin hîn baştir were fêm kirin.

Pergala desthilatdar, destpêkê hest û fikirên desthiladariyê li ser cinsê jinê pêk tîne, piştre jî bêyî ku exlaq û pîvanek a civakî nas bike, li ser hemû civakê serwer dike. Ji ber ku jin hêzek a esasî ya pêşxistin û guhertina civakî ye. Hêzên desthilatdar dema dixwazin civakekê teslîm bigirin, destpêkê berê xwe didin jinê û wê teslîm digirin. Pergala desthiladar bi van kiryarên xwe tolê ji civakê digire.

Bêguman Kurdistan her tim bûye cihê şer, dagirkerî û fermanan. Lê di Kurdistanê de yê herî zêde ferman bi ser de hatine û civaka me ya Êzidî ye. Di dîrokê de ji aliyê hêzên desthiladar ên Tirk û Ereban ve her tim êrîşê civaka Êzidî hatiye kirin. Wek baweriyek ne heq û ne di rê de hatiye dîtin. Çeteyên DAÎŞ’ê dema gelê me yê Êzidî dîl girtibûn, ji wan re gotibûn hûn Xwedênenas in û xwe dikin şirikê Xwedê. Bêguman Xwedayê ku qala wî dikin pergala wan a desthilatdariyê ye û di bin navê wê de kiryarên xwe yên kirêt vedişêrin. Gelek propagandayên reşkirinê û biçûkxistinê li ser jinê dimeşînin. Hêzên deshilatdar dema nikarin civakekê di aliyê fîzîkî de tune bikin, vê carê serî li rê û rêbazên derexlaqî didin da ku nakokiya di navbera gel û civakan de kûr bikin. Wisa kirine ku yekê Misilman nan ji destê Êzidiyan naxwe. Wisa xwestine ku civaka Êzidî di her aliyê de dorpêç bikin ku teslîm bigrin.

Lê tevî hemû neheqî, zilm û fermanan civaka Êzidî kuştin, tunebun û jiyana herî bi zehmet daye ber çavên xwe, lê teslîmiyet ji xwe re qebul nekiriye. Dîroka Êzdiyatiyê dîroka berxwedanê û parastina çanda civakbûyînê nê ye. Ji ber vê yekê xwedî dîrokek a bi rûmet û şerefmend e. Civakek  a rojperest e, baweriya xwe bi rojê û ronahiyê tîne, çeteyên hov xwestin rojê li wan reş bikin û wan neçarê jiyanek a tarî bikin. Bi hezaran keç û jinên Êzidî dema teslîm girtin çarşefa reş bi ser û çavên wan de kirin ku carek a din rûyê rojê nebînin. Di mîtolojiya Êzdiyatiyê de,Tawisê Melek, di rengê teyrê tawis de hatiye ser rûyê erdê. Tê zanîn ku teyrê tawis di xwezayê de teyrê herî bedew û xweşik e. Rengê xwe û xweşikbuna xwe ji xwezayê digire. Baweriya Êzdiyatiyê jî baweriyek a herî kevnar a xwezayê ye, li welatê rojê li Kurdistanê derketiye. Hemû olên ku piştre li Rojhilata Navîn derketine bingeha xwe ji van baweriyên beriya xwe girtine. Lê di hişmendiya desthilatdariyê de her tim ê berê xwe înkar kirin heye û dîrokê ji xwe didin destpêkirin.

Di dîrokê de ji aliyê hêzên desthilatdar ve gelek bawerî, nasname û civakên kevnare ji ber êrîş, talan û karesatên mirovî hatine tunekirin û ji holê hatine rakirin. Lê civak û baweriya Êzidîyan her çiqas di roja me ya îro de kêm jî ma bin, ji bo tune nebin berxwedan û tekoşînek a pir mezin kirine.  Berxwedana civaka Êzidî, di serî de ji bo gelê Kurd deskeftiyek a pir mezin a dirokî û çandî ye. Eger baweriya Êzdiyatiyê bihata tunekirin, dîrok û çanda Kurdîtiyê jî tune dibû. Rêber APO, dibêje baweriya Êzdiyatiyê koka Kurdbûyînê ye û Êzidî Kurdên resen in. Ji ber vê yêkê gelê Kurd berpirsyariyek a xwe ya dîrokî û civakî heye ku xwedî li civaka Êzidî derkeve û biparêze.

Li ser vê heqîqeta dirokî di fermana 2014’an de Rêber APO bang li gelê Kurd û şervanên azadiyê kir ku xwedi li civaka Êzidî derbikevin û bi hewara wan ve biçin. Li ser banga Rêber APO, 12 siwariyên hemdem ên Derwêşê Evdî bi rê ketin û berê xwe dan axa pîroz a Şengalê. Zarokên rojê, bi hêvî û gazindan li benda siwariyên xwe bûn. Şervanên HPG/YJA STAR û şervanên YPG/YPJ’ê her yek ji wan bû Edûl û Derwêşek, ji bo azadiyê tekoşîna evîniyê dan meşandin û xwe li hember zilmê û fermanê kirin mertal. Ji dil û bi bawerî şer kirin, mezin şer kirin lewma di vê şerî de bi ser ketin. Cîhan hemû dizane li hember çeteyên DAÎŞ’ê dewlet nikarîn bisekinin, hema nîvê Iraq û Sûriyeyê ket destê DAIŞ’ê. Ji wê boneyê serkeftina şervanên azadiyê ji bo cîhan û gelên Rojhilata Navîn bû mucîzeyek. Bi taybet ji bo zarok û jinên Êzidxanê bû hêvi û çirûska azadiyê. Ji ber herî zêde zarok û jin bê parastin mabûn. Li Şengalê jiyan ji nû ve şîn bû, ken hate ser lêvên zarokên rojê, dayîkên berxwedêr carek a din dest bi hûnandina jiyanê kirin. Lê vê carê ji hemû caran cudatir bû. Jin bi hêrs û kînek a mezin derdiketin ser dîka dîrokê. Xwe perwerde kirin, bi rêxistin kirin û bûn xwedî çek.  Bi îrade û zanabûnek a bi rêxistin, lêpirsin û pirsîna hesab a dîrokî ji pergala desthiladar a dewlet û mêr hesab xwestin. Di pêşengtiya jinan de di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de pêngav û pêşketinên pir dîrokî li Şengalê hatin avêtin. Bi têkoşîn û keda xwe jinan teqez kir ku êdî tu hêz wê nekaribin axa pîroz dagir bikin, keç û jinên Êzidî bikin kole. JINA AZAD Û RÊXISTINKIRÎ, CIVAKA AZAD Û RÊXISTINKIRÎ YE.

ANF

Show More
Back to top button