‘Heta niha jî navê kurê min Heval e’

Di her kolek  Şengalê çîrok û serpêhatiyek xwe heye. Çavê me li ku bikeve li wir rastî kêliyên bîrîn û şopên fermanê tên. Vê carê me weke ekîpa Radyo Dengê Çira Şengal berê xwe da Nehya Tilêzîr a  Şengalê. Li vê derê em bûn mêvanê mala daye Emîne

 

 

Dayika bi navê Emîne derbarê fermanê de wiha ji radyo me re axivî û got: “ Eger em beriya fermanê xwedî zanebûn bûna wê ferman li ser me ranebuya. Ji ber ku em weke jin ne zanabûn em rastî gelek zorî û zehmetî hatin. Beriya ku fermanê bi ser me de rakin bi 2 heftiyan Mesûd Barzanî ji bo hemû milet civîn çêdikir û digot tiştek nîne û ne tirsin heta Şengal Şengala me ye, şeref û namûsa me ye. Em ê Şingala xwe biparêzin û li ber xwe bidin, em ê Şingalê nesipirin tu kesî jî. Piştî ku 3 hefte derbas bû ceyran, av, telefon, înternet û hemu pêwîstiyên jiyanê li ser me qut kirin. Bi xayintî hatin bi ser me de girtin, di serî de hatin xwe di kêleka me de bi cih kirin lê dema DAİŞ hat pişta xwe bi me de kirin û baz dan. Ji bo vê yekê pêwîste em weke civaka Êzidî li hemberî her kesî hişiyar bin.

Dayê Emîne dibêje: “Em tu carî rastî fermanekê weke fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser me pêk anîne ne hatibûn” û wiha berdewamî da axiftinên xwe û got: “ Çi dayik, bav û kalepîr kuştin û her wiha keç û xurtên me yên revandine şeref û namûsa me Êzidiyan hemû birin. Yê ku ferman bi ser me de rakirî jî yek jê jî Mesûd Barzanî ye ji bo wê jî tu ferqeke wî ji Erdoxan tuneye li ba me. Mesûd bi hevakariya xwe bi DAİŞ û dewleta Tirk re her roj Şengalê difroşe.”

Dayê Emînê wiha aqala wê şeva bi xof dike û dibêje: “Ez di wê şeva ku ferman bi ser me de hat li nexweşxwenê bûm û doktoran dixwestin min îhaleyê Dihokê bikin” û wiha berdewam dike lê ji ber zarokên min hemû biçukbûn min nekarî biçim Dihokê, ji ber wê demê li Girzerik û Til Ezêr şer hebû lewma min nedikarî zarokên xwe bi tenê bihêlim. Beriya ku DAİŞ werin me qir bikin me di televîziyonan de dît çawa dihatin û însan tune dikirin. Min ji xwe re wê demê got eger ez bimirim jî  li ba zarokên xwe bim. Piştî Şerê Til Ezêr xelkê wê derê ber bi me ve hatin û qala wî şerî ji me re kirin, hingî em bi wan re ji malên xwe derketin û me berê xwe da çiya heta wê demê Heval hatin bi hewara me ve. Yê ku dadiket û ji bo ku ji xwe re hinek av bibe digirtin. Ji bo wê heta ku ji destê me dihat em bi dizî dihatin avê û diçûn, heta em gihîştin cihê ewle li me bû êvar. Em çar şeva li Çilmêre bûn. Li wê derê jî hewan diavêtin me û li balafiran didan, wê demê Heval hatibûn.”

Dayîka Emîne wê demê du canî bû û wiha qala xwe dike: “Kurê min di 3’ê Tebaxa 2014’an de li deriyê Geliyê Qişrak de ji dayîk bû, hevalên jin ji destê min girtin û heta roja din jî bi wan re bûn ji ber min nedikarî hilgirim. Wê demê ji ber min ne dikarîbû hilgirim min zarokê xwe avêt, ji ber min ne dikarî xwedî bikin û heta jê re şîr bidim. Wexta ku em ji hev qetîn jî Hevalan soz ji min xwestin ku zarokê xwe ne avêjim û navê wî jî bikim Heval, heta niha jî navê kurê min Heval e. Piştî ku em 8 rojan li Çilmêre man me bi lingan xwe berda xwerê û heta ber darên Qewalê hatin. Piştî wê jî Hevalan bi ereban em birin Suriyê. “

Herî dawî Dayê Emînê wiha berdewamî dide axaftinên xwe û dibêje: “Beriya fermanê jî jiyana me gelek xweş bû ne tirs, zor û zilm. Lê bi fermanê re ya rast tirsek û xofek kete hundirê milet. Lê em jî weke jin dibêjin piştî ku me fikir û ramanê Rêber Apo naskir em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Her roja derbas dibe xelkê me yê Êzidî xwe bi pêş dixin ji bo wê yekê jî dijmin bi hemû awayî dixweze Êzidiya ji hev belav bike. Ji bo wê jî îro polîtîkaya ku di Şingalê de eman tuneye nêzî milet dibe û nahêle ku milet vegere ser cih û warê xwe. Di kampan de xelkê weke esîr ji bo xwe bi kar tîne, mînak çawa agir bi Kampa Şariya ket? Ji bo wê jî dibêjim xelkê me yê Êzidî bila dev ji Kampan berdin û vegerin ser axa xwe. Em dibêjin çi dibe bila bibe axa me ji her derî dinê pîroztire.

Her çend êrîşên dewleta Tirk jî zêde bibe emê li ber xwe bidin û nehêlin ku yek dest dirêjî Şingalê bibe. Em di vê baweriyê de ne ku hemû miletê me vegere ser cih û warê xwe û tiştê ku dikeve ser milê me emê pêk bînin.

RADYO DENGÊ ÇIRA ŞENGAL

Show More
Back to top button