“Bersiva herî mezin şuna xwekuştinê xwe rêxistinkirine”

Tenê di nava hefteyên borî de 3 jinên ciwan li kampên Dihokê yên di bin serweriya PDK’ê de dawî li jiyana xwe anîn. Heman demî astengiyên ku pêşiya xelkê me derdixin da ku nevegerin jî berdewam dike

Xelkê me di wargehên dibin serweriya PDK’ê de, di rewşek xirab de jiyan dikin, di rojên dawî de xwekuştinên di nava wargehê de zêde dibin. Tenê di nava hefteyên borî de 3 jinên ciwan li kampên Dihokê yên di bin serweriya PDK’ê de dawî li jiyana xwe anîn. Heman demî astengiyên ku pêşiya xelkê me derdixin da ku nevegerin jî berdewam dike.

Li ser vê mijarê Endamên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji Rojews’ê re axivîn û nêrînên xwe parvekirin û banga vegerê li Êzidiyên li wargehanin kirin.

Endamê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Qasim Xwedêda got; “Sedema xwekuştina ciwanên me yên li kampa ji neçariye ye. Di heman demê de jî ji nerêxistinkirinê ye. Ev 7 sal in gelê me yê Êzidî yên li kampan di nava zehmetiyan de jiyan dikin û venegeriyane ser axa xwe. Li wargehan sedema xwekuştina keç û xortên me jiyana zehmet a li wire.”

Qasim Xwedêda diyar kir ku ev 7 sal in ji bo koçberên Êzidî yên li wargehan ti tişt nehatiye kirin û wiha domand;”Hemû kes îro halên wan dibîne, lê herkesê çavê xwe li neçariya wan girtiye. Ew sazî û kesên ku li ser navê mafê mirovan kar dikin, ji bo gelê kampan tiştek nekirine û nakin. Pewîste mezinên me yên Êzidiyan li hember van kuştinan bisekine û bêdeng nemînin. Bersiva herî mezin şuna xwekuştinê xwe rêxistinkirine. Em hevîdarin ku gelê me vegerin ser axa xwe û cih û warên xwe ava bikin.”

Endamê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Sileman Xelef jî diyar kir ku ti kes alîkariya welatiyên li wargehan nakin û got; “Ev demeke xwekuştinên keç û xortên me yên  ciwan li kampan zêde dibe. Ji ber li wan kampan jiyan dikin û jiyana wan zehmete. Ti kes alîkariya gelê me yên li kampan nakin. Jiyana li wir ji wan re zehmet tê. Em weke PADÊ dibejin ku bila gelê me vegere ser axa xwe ya pîroz û xwe rêxistin bike. Ji ber nerêxistinkirîne, li hemberî neheqiyê tenê çareseriyê xwekuştinê de dibînin. Pêwîste gelê me vegere li ser axa xwe. Bersiva hemû zoriya bi xwe rêxistinê bidin. Em hemû bi hev re li hemberî xwekuştinê rawestin. Banga min ewe ku hemû gelê me vegere li ser xaka xwe û Şengala xwe ava bikin.”

QASİM XWUDÊDA

SİLÊMAN XELEF

Show More
Back to top button