Ciwanên Şengalê bi dirûşmeya ‘kesek nikare roja me tarî bike’ meşiyan

Bi pêşengiya Yeketiya Ciwanên Êzdîxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê, bi sedan ciwanên Êzidî bi meşek meşaleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin "kesek nikare roja me tarî bike."

Bi rasthatina 25’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Öcalan, bi pêşengtiya Yeketiya Ciwanên Êzdîxanê û Jinên Ciwan yên Şengalê, bi sedan ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşiyan û komlpo şermezar kirin.

Meşa ciwanan ji Dibistana Sor a li Taxa Şehîda a ncenda Şengalê dest pêkir û bi bilindkirina Posterên Rêber Ocalan, bi Dirûşmeya ‘ Kes nikare Roja me Tarî bike’ meşiyan. Di meşê de bi berdewamî ciwanên dirûşmeyên ‘ Bê serok jiyan nabe’ Bimire îxanet’ gotin.

Meşê heya çerxeriya Yermûk dewam kir. Li vir li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan yên Şengalê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Koordînasyona Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê Şoreş Şengalî ve hate dayîn. Şengalî komplo navnetewî şermezar kir û wiha hate gotin; “Di serî de em komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an şermezar dikin û hemû şehîdan ku bi dirûşmeya ‘kesek nikare roja me tarî bike’ bibîr tînin. Di vê rojê de Rêber Apo bi komployek navnetewî ku hemû hêzên desthiladr yên cîhanê têde beşdar bûn hate girtin û radestî dewleta Tirk a qirker kirin. Rêber Apo ji bo hemû gelên bin dest hêviya çareseriyê bû lewra xwestin di şexsê Rêber Apo de vî gelî bêhêvî bikin.”

Em derbasî 26 sala dibin ku Rêbertiya me di nava dîwarên Îmraliyê de dîl girtiye. Tevî ku Rêbertî di bin tecrîdek giran de ye jî lê ji bo gel bûye hêz û îrade.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku em wek ciwanên Êzîdxanê jiyanek bêy Rêbertî qebûl nakin, ev roja reş ku gelê me binav dike, bi armanca qirkirina gel pêk hatiye. Niha jî dijmin dixwaze li hemû Kurdistanê faşîzma xwe ku li Îmraliyê dimeşîne, serwer bike.

Di dawiya daxuyaniyê de biriyara berdewamiya çalakiyê de, heya heya azadiya fîzikî ya Rêber Abdullah Öcalan hate dayîn û çalakî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ kes nikare roja me tarî bike’ bidawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

 13/02/2024

Show More
Back to top button