Êzidî şehîdên xwe bi peyamên bilindkirina berxwedanê oxirkirin  

Şengalî fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di merasîmê de peyamên bilindkirina berxwedanê û  banga beşdarbûna nava refên YBŞ-YJŞ’ê li ciwanên Êzidî hate kirin.

Şengal ji serê sibehê ve ji bo du şehîdên xwe li ser piyanbû. Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan ku duh di encama êrîşa balafira bêmirov a Tirk de li Geliyê Şilo şehîdbibûn, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Rêveberiya Meclîsa Xweser Şengalê, nûnerên hemû saziyên Şengalê, şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê bi awayeke girseyî tevlî merasîma şehîdan bûn. Di saetên sibehê de cenaze piştî ji nexweşxaneya şehîdên Xanesorê hatin girtin, wecîbeyên olî hatin pêkanîn û piştî wê berbi şehîdgeha Şehîd Dilgeş-şehîd Berxwedan ve hatin birêkirin.

Girseya gel ya astengiya artêşa Iraqê nasnekir, bi dirûşmên, ”Şehîd Namirin” tevlî merasîmê bûn. Piştî cenaze gihîştin lofên Korika ji wesayîtan hatin daxistin û li ser milê rêhevalên xwe derbasê şehîdgehê hatin kirin.

Di merasîmê de li ser navê saziyên Şengalê û YBŞ’ê axaftin hatin kirin. Bi navê YBŞ’ê Zekî Şengalî axivî û diyar kir ev êrîş ji bo şikandina îradeya civaka Êzidî û ji holê rakirina destkeftiyên ku bixwîna şehîdan hatine bidestxistine.

’Emê dest ji berxwedanê bernedin’

Şengalî diyar kir şehîd Azad û şehîd Enwer ji bo parastina civaka Êzidî çek rakiribûn û bi şêwazeke fedayane xwedî li gel derketin û got: ”Bila herkes bizane, li vê derê gelek heye, hêzek heye. Çi dibe bila bibe emê dest ji berxwdanê bernedin. Hevalê Dijwar Feqîr digot, emê canê xwe bidin eger têr nekir emê zarokên xwe jî bidin. Çi dibe bila bibe emê civaka xwe biparêzin. Em wekî YBŞ ji bo parastina civaka xwe amade ne.”

‘Dema xiyanetê berê xwe dan berxwedanê’

Piştî vê axaftinê li ser navê her 2 malbatên şehîdan Rojhat Qîranî axivî. Rojhat Qîranî jî balê kişand ser kesayeta berxwedêr a her 2 şehîdan û wiha berdewam kir: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku xençerek ji pişt ve li me ket, dema ku xiyanet li nan û avê Êzidiyan hate kirin, wê demê fermandar û pêşengê civaka Êzidî Azad Êzdîn berê xwe da nav refên YBŞ’ê. Em wekî malbata rêheval Azad û rêheval Enwer dibêjin; em sersaxiyê li hemû civaka Êzidî re dixwazin.”

‘Dewleta Tirk hevkariya DAIŞ’ê dike’

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Xidir Salih li ser navê civaka Êzidî û gelê Ereb axivî. Xidir Salih jî rexne li bêdengiya Neteweyên Yekbûyî kir û got: “Dewleta Tirk diyar e ku hevkariya DAIŞ’ê dike. Li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê hewla reva ji girtîgehê dikin û dewleta Tirk jî li rex DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê dike. Em bang li hikumeta Iraqê jî dikin, êdî bes e ev bêdengiya li hemberî dewleta Tirk.”

Herî dawî jî li ser navê TAJÊ Zozan Şengalî bi van gotinan banga berxwedanê li civaka Êzidî kir: “Ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku rabin ser piya. Tu dewlet bi me ve nayên, bila Êzidî ji xwe re bikin. Hikumeta Iraqê nav kuçe û kolanên me tije leşker kiriye lê parastina me nake. Çiqas ji me şehîd bixin jî emê bihêztir bibin.”

Piştî axaftinan cenazeyên her du cangoriyan bi dirûşmên ”Şehîd Namirin” spartin axê.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button