Lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de destpê kir 

Li Iraqê lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de bi beşdarîiya serokê Misirê El-Sîsî, serowezîrê Iraqê Kazimî û qralê Urdunê Ebdullah Tanî destpêkir

Li gorî ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê li Bexda lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de destpêkir.

Serokomarê Misirê Ebdulfeteh Es Sîsî û qralê Urdûn Abdullahê II ji bo beşdarbûna civîna sêalî ya navbera Iraq, Misir û Urdinê îro gihiştibûn Bexda û ji aliyê serokkomarê Iraqê ve hatin pêşwazî kirin.

Duh Wezareta Pîlandan ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê di civîna sê alî de, dosyayên di navbera Iraq, Misir û Urdunê de werin guftugo kirin.

Wezaretê bi taybet ragihand ku wê di civînê de dosya veguhestina boriya neftê û bendava li Mîna ya li Misrê ji bo bendava Eqebe ya li Urdunê werin nîqaş kirin. Herwiha hate gotin ku wê vekirina herêmek pîşesazî ya li herêma navbera Iarq û Urdunê de jî were guftugo kirin. Tê gotin ku wê di civînê de wê mijarên aborî, bazirganî û weberhênanê ya navbera hersê welatan were nîqaşkirin. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî ev serdan weke “Projeya Jiyana Nû” pênase kir. Ji duh ve, li paytext Bexda tedbîrên ewlehiyê yên astên bilind hatin girtin. Hêjayî gotinê ye ev serdana yekem a piştî 30 salan ji ber dagirkirina Iraqê ya xaka Kuwêtê ku navbera aliyan alozî derketibû pêk hat. Es Sîsî jî bû serokomarê yekem piştî vê dema dirêj serdana Iraqê kir.

ROJNEWS

Show More
Back to top button