YJŞ: Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî wê serkeftina me mîsoger bike

Fermandariya YJŞ'ê: "Di pêvajoyeke wiha de ji çar aliyê cîhanê banga 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' bilind dibe de, em salvegera 8'emîn a demezrandina YJŞ'ê pêşwazî dikin. Em vê rojê di serî de li Rêber Apo avakarê xeta me ya azadiyê, li hemû dayik, keç û civaka xwe pîroz dikin. Di roja me ya îro de keç, jin û dayikên li derdora hêza parastinê kom dibe û xwe bi rêxistin dikin. Ji bo em vê astê bi azadiya Rêber Apo ve bigîhînîn civakek azad, wê têkoşîna me ji her demî bilindtir bibe."

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8’emîn salvegera damezrandina xwe, daxuyaniyek nivîskî weşand. YJŞ’ê di daxuyaniya xwe de got; “Eger em îro weke YJŞ’ê dikarin li hemberî her cûre êrîş, polîtîka, siyaset, propaganda û zextên dijmin berxwe bidin û bibin bersiv, bê guman ev bi saya keda Rêber Apo û şehîdên me ye. Ji bo vê ji bo azadiya Rêber Apo çi pêwîst bike em amadene bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di pêvajoyeke wiha de ji çar aliyê cîhanê banga ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bilind dibe de, em salvegera 8’emîn a damezrandina YJŞ’ê pêşwazî dikin. Em vê rojê di serî de li Rêber Apo avakarê xeta me ya azadiyê, li hemû dayik, keç û civaka xwe pîroz dikin. Em bi hemû hezkirinên xwe silav û rêzên xwe pêşkêşî hêzên YJA STAR, HPG û YPJ, YPG’ê ew hêz û vîna ku cih û şopa xwe dilê civaka me ya Êzidî de hiştî, em wan ji dil û can silav dikin. Wê civaka me ya Êzidî ti caran ked û fedekariya wan ji bîr nekin. Wê weke 12 siwariyên hemdem ên Rêber APO di dil û mejiyê me de bijîn. Keda ku ji bo civaka me dane, weke jinên şengalê û hêza parastina wê YPJ wê hertim ji bona me bibe çavkaniya hêzê. Li ser vî bingehî em hevrêyên xwe yên şehîd ku di vê oxirê de gihîştin asta şehadetê, di şexsê hevrêyên xwe Gulçîn, Nujiyan, Ezda, Bêrîvan, Şîlan, Nujîn, Rosyar, Denîz, Mam Zekî, Egîd, Dilşêr, Çeko, Dîndar, Pîran, Demhat, Argeş û Tîrêjan de hemû şehîdên xwe bi rûmetê bibîrtînîn.

Dîroka Êzdiyatî di nav dîroka mirovahiyê de civak û baweriya herî kevnare. Axa pîroz û koka şaristaniya Mezopotamya bûye şahidê vê çand û baweriyê. Çand, exlaq û baweriyekî ewqasî esîl, çavkaniya xwe ji serdema neolotîkê heya niha digre. Li ser nirxên jin-dayîk xwe avakirin bi xwe re gelek pîvanên pîroz pêş xistiye. Di serî de pîvanên weke parvekirin, bi baweriya xwe ve girêdan, hezkirin, dilsoziya bi axa xwe re, welatparêzî, exlaq, rêzdarî, wêrekî, wekhevî û edaletê avakiriye. Di çîrok û dîroka Ezidiyan de qala gelek jinên Ezidî têne kirin. Di dîroka jinên Ezidî de jinen weki Xatuna Fexra, Meyan Xatun, Pira Fate, Dayê Zero, Stî Zînê bi nav û dengin. Heta jinên Êzidî Xatuna Ferxa ji xwe re weke xwedawend û pîroz dibînin. Jinên Ezidî ji bo baweriya xwe, xwe feda dikin jî hene. Ev yek di roja me ya îro de di kesayeta Bêrîvan, Arîn û Nazeyan de bi rengekî herî safî û şênber bûye. Ev rastiya heqîqetekê ye. Lê hêzên desthilatdar ti car ev çanda resen û kevnar ya dîrokî nepejirand û her tim li ser gelê me ferman pêk anîn. Ev fermanên li ser gelê me yê Êzidî çêbûne bandorên mezin çêkir.

Bandora fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an de dema DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê êrîşî civaka me kir careke dinê rastî îxanet û bêbextiyê hatin. Di wan rojên herî zor û zehmet de kesekê hêvî nedikir wê ev civak ji destê vî dijminê hov xilas bibe. Me weke jinên Êzidî xwe bi navê YPJ Şengal rêxistin kir û li ser çanda berxwedêriya jina Êzidî têkoşîn kir. Bê guman ev bi hêsanî pêknehat, ji ber bi salan dijmin li ser civaka me bi polîtîkayên moderniteya kapîtalîst bi teybet ciwanên me ji cewhera wan dûrxistin bû. Ev pergal bi teybet li ser jin û keçên civaka me didan meşandin. Civaka me êşên gelek mezin jiyankirin, gelek belengazî û zorî-zehmetî jiyan kir. Ji bo vê jî asta vê fermanê fêmkirin û li hemberî wê seknekê berxwedêr raberkirin kedekî mezin dixwest. Berxwedaniya gerilayên azadiyê YJA STAR û YPJ’ê ya ku di oxira me de dane meşandin, bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo ve carek din ew rihê berxwedêr ê jina Êzidî di kesayeta me jinên Êzidî de hat avakirin. Em bi saya vî fikrî û berxwedaniyê bûn xwedî vîn, bawerî, xwe naskirin, fikir, zanista nasnameya azad, hêz, rêxistin û kesayetek berxwedêr. Ew zor û zehmetî û êşên hatin jiyîn di rastiya çanda berxwedêr de zivirî hêza têkoşînê. Di vê herêmê de bê rêxistinbûyîn tê wateya tûnebûyînê. Eger em îro weke YJŞ’ê dikarin li hemberî her cûre êrîş, polîtîka, siyaset, propaganda û zextên dijmin berxwe bidin û bibin bersiv, bê guman ev bi saya keda Rêber Apo û şehîdên me ye. Ji bo vê ji bo azadiya Rêber Apo çi pêwîst bike em amadene bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin. Ji ber bi vê fikir û berxwedaniyê di rewşeke herî zor û zehmet de me xwe bi rêxistinkir.

Di roja me ya îro de keç, jin û dayikên me li ser vî esasî li derdorê hêza parastinê kom dibe û xwe bi rêxistin dikin. Ji bo em vê merhelê bi azadiya Rêber Apo ve bigîhînîn civakek azad wê têkoşîna me ji her demî bilindtir bibe. Soza me ji bo mîmarê hebûna me Rêber Apo û şehîdên me yên qehreman wê li ser vî esasî be. Em carek dîn tevahiya şehîdên xwe bi hemû rêzdariya xwe bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî têkoşîna wan û bîranînên wan di tewînîn. Îro salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Öcalan sermezar dikin. Îro dengê dilan digihêje Îmraliyê di meşa azadiya fizikî ya Rêbertî de em hemû gel û civaka xwe silav dikin. Şehidên li derdora Rêbertî bûn xeleka ji agir bi minetdarî bibîr tînin. Taybet jî rêhevalên me yên niha di zindanên faşistan de berwedanî û çalakiya wan silav dikin, weke YJŞ’ê piştgirî û dilsoziya xwe raber dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

13/02/2024 

Show More
Back to top button