Rêveberiya Xweser neşikest, Peymana 9’ê Cotmehê şikest!

Endam û rêvebirên sazî û dezgehên Şengalê bibîrxistin ku armanca esasî ya Peymana 9’ê Cotmehê tunekirina pergala Rêveberiya Xweser û hemû deskeftiyên civaka Êzidî bû û ev peyam dan: “Gelê me li hemberî wan rabû, êrîş vala derxist. Em nahêlin ku dijmin biserkeve û wekî carên berê, xiyanet li civaka Êzidî û Şengalê were kirin.”

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, planeke nû ya fermanê li ser Şengalê kete meriyetê. Ev plana fermanê, di navbera hikumeta Kazimî û PDK’ê de hate amadekirin û bi navê Peymana 9’ê Cotmehê hate naskirin. Civaka Êzidî ev peyman wekî ‘komplo’ û ‘fermana yasayî’ binav kir û ev 2 sal in li dijî vê planê li ber xwe dide.

Yek ji armancên esasî ya vê peymanê ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser ji hev were belavkirin û hêzên parastina cewherî jî an di nav artêşa Iraqê de werin helandin an jî werin belavkirin. Di 2’yemîn salvegera fermanê de, endam û rêvebirên saziyên Rêveberiya Xweser armancên planê û encama berxwedana gel nirxandin.

‘Em nahêlin hêzên me yên parastinê tune bibin’

Endama TAJÊ Perîşan Şemo, di destpêka nirxandina xwe de balê kişand ser berxedana jinên Êzidî ya li dijî Peymana 9’ê Cotmehê û got: “Me wekî jin û dayikên Êzidî piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê kir. Me rê li ber tunekirina Asayîşê girt û em her piştevanê Asayîşa xwe ne. Kîjan dewlet jî êrîş bike em nahêlin hêzên me yên parastinê bibin tune.”

Perîşan Şemo destnîşan kir ku bi plana 9’ê Cotmehê dixwestin meclîsên gel û rêxistina wê tune bikin û ev peyam da: “Em wekî TAJÊ, wekî dayikên Êzidî nahêlin ku dijmin biserkeve. Em nahêlin wekî carên berê, xiyanet li civaka Êzidî û Şengalê were kirin.”

‘Tu caran îradeya Asayîşa Êzîdxanê naşkê’

Ziyad Şengalî, Berpirsê Şaredariya Serdeştê jî bibîrxist ku piştî Peymana 9’ê Cotmehê êrîşên li ser Şengalê û bi taybet li ser Asayîşa Êzîdxanê zêde bûn û wiha axivî: “Lê planên wan pêk nehatin û tu caran jî wê xwesteka wan li ser îradeya civaka me pêk neyê. Wê tu caran îradeya Şengalê, îradeya Asayîşa Êzîdxanê neşkê. Ne tenê îradeya me ya parastinê heye, her wiha îrade me ya siyasî, dîplomasî û civakî jî heye.”

‘Armanc tasfiyekirina hemû deskeftiyên Êzidiyan bû’

Derbarê mijarê de, Hevserokê Meclîsa Gel a Guhbelê Emer Parso jî nêrînên xwe wiha anî ser ziman: “Plana 9’ê Cotmehê di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê de çêbû. Beriya 2 salan xwestin vê planê pêk bînin. Êrîşî ser sazî û dezgehên me kirin. Bi taybet dixwestin êrîşê Asayîşa me bikin. Lê gelê me li hemberî wan rabû, êrîş vala derxist. Dixwestin destpêkê Asayîşê tune bikin û pey re berê xwe bidin hemû sazî û dezgehan.”

Emer Parso herî dawî da zanîn ku armanca Peymana 9’ê Cotmehê ew bû ku saziyên civaka Êzidî yên piştî fermana 2014’an hatine avakirin hemû têk biçin lê di encama berxwedana gel de ev armanc biserneketiye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button