Ji bo Şengal û Zirganê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser piyane

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên ser Şengal û Zirganê di nava çalakiyan de ne. Di çarçova çalakiyan de li Kobanê û Hesekê meşên girseyî hatin lidarxistin.

Bi boneya êrîşên ser Şengalê û di heman wextê de ser xeta Zirgan û Til Temir ên ser bi Hesekê di van rojên dawî de zêdebûne, li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî di nava çalakiyan de ne. Bi heman armancê li Kobanê û Hesekê bi pêşengiya jinan meşên girseyî hatin li darxistin û li Şehbayê jî daxuyanî hat dayîn.

Kobanê 

Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên bejayî û hewayî li ser Şengal û Zirganê meşek li darxistin. Bi sedan welatiyên Kobanê beşdarî meşê bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wênyên şehîdan, alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankertên bi nivîsa “Bimre Îxanet, bimre faşîzim”, “Na ji îxanetê re na ji dagirkeriyê re” û “Zirgan û Şengal cêwîkê terora Tirkan e” hildan. Meş ji Qada Şehîd Egîd destpêkir û li Qada Jina Azad bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Firyaz Berkel axivî.

“Şengal bi komkujiyan xilas nabe”

Firyaz di nava axaftinên xwe de teqez kir ku êrîşên li ser Şengalê hikumeta Iraq berpirsê van sucan e û wiha pêde çû: “Em van êrîşên hovane li ser gelê Şengalê şermezar dikin, bêdengiya hikumeta Iraq û PDK’ê dihêle ku sûcên hov li ser Şengalê bên û rojane gel di komkujiyan re derbas bibe. Îroj cardin 2014’an xwe li Şengalê xwe dubare dike, dewleta tirk bi van êrîşan dixwazin gelan tune bike, bi taybet gelê Şengal. Em dikarin van êrîşên dawiyê li ser Şengalê wek ferman bigrin dest, ji ber ev êrîş bi xwe gel di komkujiyan re derbas dike. gelê Şengal her tim bi destê van dewletan têne qirkirin lê em di wê baweriyê dene ku dê gel li berxwe bide û qebûl neke ku komkujî an ferman bi ser wan de bên.”

“Êrîşên li ser Şengalê li ser tevahî gelê Kurd e”

Firyaz da zanîn ku dewlet bi van pilanan dixwaze Şengalê dagirbike lê wê ev piroje bi sernekevin û wiha got: “Hîna gelê Şengalê fermana 3’ê Tebaxê ji bîr nekirine, hîna birînên wan bi dawî nebûne, beriya çend salan dewleta tirk çeteyên xwe şandin Şengalê, di encamê de gel tar û mar bûn, vê carê dewleta tirk bi rûyê êrîşên Şengalê dike, di heman demê de Hikumeta Iraqê destê xwe di van êrîşan de heye. Îroj êrîşên ku li ser gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê li ser Şengalê de jî tên. Îro birînên me û Şengalê yekin, heman êrîş û hovîtî bi ser gelê Kurd e tê.”

Hevseroka desteya Tenduristî ya Kobanê Ezîze Ibrahîm di derbarê meşê de nêrînên xwe ji ajansa mere parvekir.

“Dewleta tirk zagonên navnetewî binpêdike”

Ezîze di nav axaftinên xwe de balkişand ser hedefgirtina xebatkarên Tenduristêyê de û wiha got: “Dewleta tirk di hemû şeran de kadirên Tenduristî hedefdigre, di nav şeran de û li gor zagon û rêgezên şeran de nabe ku tu kes hemşîteyan û nexweşxaneyan hedef biger. Lê dewleta tirk li gor tu rêgez û zagonan tevnagere. Di şerê Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê nexweşxane û hemşîre hedefgirtin. Îroj eynî kiryar xwe li Şengalê dubare kir, bi sedan zarok, dayik û ciwan di wan nexweşxaneyan de hene û tê de têne derman kirin. Dewleta tirk wê ji ber sûcê van zarokan bi ser nekeve û wê rojekê dîrok hesab ji Erdogan û hevkarên wî bixwaze.”

Meş li Qada Jina Azad bi diruşmên weke “Bimre îxanet û dagirkerî” dawî bû.

https://www.youtube.com/watch?v=cFRMN40rlP0

Hesekê

Bi pêşengtiya Meclîsa bajarê Hesekê meşek bi wesîleya şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Zirgan, gundewarê Til Temir û Şengalê, li dar xist. Di meşê de bi sedan welatiyên navçe û navenda Hesekê ji hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Suryan amade bûn. Meşvanan alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û pankartên bi nivîs ”Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, doh DAIŞ bû îro jî dewleta Tirk e, na ji îxanetê re” hilgirtin. Meş li ber şaredariya gel a Taxa Giwêran des pê kir ta ber navenda Hêzên Kiwalisyonê dom kir. Pişre Endama Rêvberiya Meclisa  Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axivî.

”Li dijî gelê Kurd pilanek cihanî tê meşandin”

Zeyneb da zanîn ku li dijî Kurdan pilanek cihanî tê meşandin û ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêk anîn û wiha berdewam kir: “Ji dîrokê ve heya roja îro de gelê Kurd rastî komkojî û qirkirinê tê. Îro jî êrîşên dewleta tirk li ser Şengal, Zirgan û gundewarê Til Temirê  yek ji pilanên cihanî ê qirkirna gelê kurd e. Bêdengiya hêzên Rûsî jî diyar dibe ku li dijî gelê Kurd û li dijî îradeya gelan pilanek cihanî tê meşandin û ji aliyê dewleta Tirk tê pêkanîn. Dewleta tirk dîsa êrîşên xwe di ser Şengalê de anî û xwest komkujiyên ku DAIŞ pêk anî  berdewam bike û civaka Êzidî di qirkirin û tunekirinê re derbas bike.Bi van êrîşan dixwazin îradeya gelê Êzidî bişkînin. Li hemberî van êrîşan hikûmeta Îraqê bêdeng maye, em vê yekê şerm dibînin, dîrok carek din xwe dubare dike, çawa dema DAIŞ’ê êrîşî şengal kir û hikûmeta Iraqê bêdeng ma îro jî ew bêdengî dewam dike. Sûcên dewleta Tirk ku li dijî gelan li Şengal, zirgan, gundewarê Til Temir pêk tîne hêzên kiwalsyon û hikûmeta Iraqê berpirsyar e.”

Meş li ber navenda Kiwalsyonê a taxa Giwêran bi dirûşmeya “Bijî berxwedan, na ji bêdengiyê re” bi dawî bû.

https://www.youtube.com/watch?v=PpBmdQMIQwA

Şehba 

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Zirgan û Şengalê, Kongreya Star a herêma Efrînê li parka navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Kongreya Star a herêma Efrîn, Meclîsa jina azad a Şehbayê û jinên Kantona Efrînê amade bûn û alên Kongreya Star û Meclîsa jina azad a Şehbayê hildan.

“Rojane kurd di qirkirin û êrîşan re derbas dibin”

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Kongreya Star a herêma Efrîn Ronahî Şêxo ve hatiye xwendin wiha ye: “Li hember Şengalê bi hemû cûreyan êrîş û qirkirin pêk tê. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de feleketa herî mezin di dîroka sedsalê de bi destê DAIŞ pêk hat, bi deh hezaran welatiyên Şengalê bi taybet jin hatin revandin, qetilkirin, tecawizkirin û li sûkan hatin firotin. Di 16’ê Tebaxa 2021’an de Seîd Hesen û xwerziyê wî li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Kazimî şehîd xistin. Ev ne tesaduf bû, bi destê Îraqê, AKP’ê, PDK’ê pilankirî bû. Di 17’ê mihê de jî êrîşî nexweşxaneya Şengalê kirin di encamê de 8 mirov jê 4 endamên nexweşxaneyê şehîd ketin û gelek sivîl jî birîndar bûn. Ev hovîtî û qirkirina li ser gelê me Êzidî ye. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojek bê êrîş derbas nabe ji Til Temir heya Kobanê ji Minbic heya Şehbayê rojane gelên wan herêman di êrîş û qirkirinê re derbas dibin. Ev êrîş li ber çavê hemû dunyayê pêk tê. Em weke Kongreya Star a herêma Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî, Encûmana Ewlehiyê yê Navnetewî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku bê dengiya xwe xirakin û êrîşên li ser Şengalê bilez rawestîne. Bêdengiya wan dibe hevkariya faşizmê.”

Daxuyanî bi diruşma “Bijî berxwedana Şengalê” dawî bû.

https://www.youtube.com/watch?v=s9jCZRmAPvU

Minbic

Kombûna Jinên Zenobiya a bajarê Minbicê jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên 16 û 17’ê Tebaxê li ser Şingal hatî kirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Jinan di daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: “Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbic û gundewarên wê em sûcên ku dewleta Tirk li dijî hemû gelan nexasim komkujiya dawî ku balafirên wê li Şengalê pêk anî û di encamê dejin û zarok hatin qetilkirin şermezar dikin. Kiryar û sûcên bi vî awayî ne cara yekemîne têne kirin. Ev sûc dûbare dibin û sûcên dermirovî ne. Hemû pîvan û qanûnên navneteweyî her wiha yên girêdayî mafên mirovan, jin û zarokan, binpê dike.

Êrişên li ser Şengalê û hedefgirtina yek ji nexweşxaneyên ku alîkariyên mirovî ji şêniyan re pêşkêş dike, zihniyeta dewleta Tirk a radîkal, hovîtî û faşîst diyar dike. Ev binpêkirin îsrara dewleta Tirk di qirkirin û dijminahiya li dijî şêniyên me li Şengalê û têkbirina berxwedana wa diyar dike. Hedefgirtina dewleta Tirk ji sivîlan re sûcekî şer e. Dema ev suc tên kirin rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne.

Em bang li her mirovên azadîxwaz, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku der barê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne gotina rastiyê bêjin û helwesta xwe diyar bikin, sînorekî ji binpêkirinan re dayinin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Şengalê, bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Jînha

Show More
Back to top button