Berxwedana Xanesorê: Ji xiyaneta PDK’ê ber bi rêveberiya xweser – 1

Civaka Êzidî piştî fermana 2014’an gavên yekemîn ên avakirina xweseriya demokratîk li Xanesorê pêş xistin. Ji ber ku Xanesor çavkaniya pergala nû bû, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê amadekariya êrîş û dagirkirina Xanesorê dikirin.

Civaka Êzidî ku bi çand û baweriya xwe yek ji gelên qedîm ê herêmê ye, ji bo parastina vê çanda kevnar bi hezaran sale bedelên giran dide. Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya ferman û êrîşên giran ên li ser Şengalê û Êzidiyan ji Sumeran dide destpêkirin, ango ji avabûna pergala dewlet û desthilatdariyê û heya roja me ya îro civaka Êzidî ev 5000 sal in li hemberî hemû hêzên desthilatdariyê li ber xwe dide.

Ev berxwedana bênavber, di dîrokê de Êzidiyan her tim xistiye nav lêgerîna parastina cewherî. Ev lêgerîn êdî di fermana 2014’an de gihîşt qonaxeke nû, civaka Êzidî bi naskirina fikrê Rêber Ocalan re êdî kete ferqa hebûna xwe. Êzdiyan li kêleka parastina çanda xwe, deriyekî nû ji bo parastina ax, ziman, welat, bîr û baweriya xwe vekir. Li hemberî vê pêşketina dîrokî, hêzên desthilatdar ji bo karibin serweriya xwe bidin meşandin ji aliyekî ve bi artêşa xwe êrîş kirin, ji aliyekî ve jî di nav civakê de nakokî û parçebûn pêşxistin. Û di encama van polîtîkayan de jî kes û hêzên îxanetkar û hevkar ji xwe re peyda kirin.

Civaka Êzidî berxwedan jî îxanet jî nas kir

Lê bi fermana 2014’an re civaka Êzidî ne tenê rê û rêbazên nû yên parastina cewherî pêşxistin, her wiha xeta îxanetkar jî di şexsê PDK’ê de baş naskirin û ev jî bû azmûneke mezin ji bo civaka Êzidî. Di 74 fermanên ku bi ser wan de hatiye de, civaka Êzidî ji bo parastina xwe her carê koç barkirine. Lê vê carê Êzidî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanê pêşxistin, ji bo mayîna li Şengalê hêvîyeke nû ava kirin û berê xwe dan rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê.

Piştî fermanê, tiştê ku hêzên desthilatdar hêvî nedikirin li Şengalê pêşket ku ew jî projeya xweseriya demokratîk a Rêber Ocalan bû. Civaka Êzidî bi vî fikrî re hebûna xwe ya dîrokî nas kir û êdî gihîşt wê baweriyê ku bi rev û koçberiyê ewê bêne helandin lê bi xwe rêxistin kirin û tekoşînê ewê şaşitiyên dîrokî sererast bikin. Ji bo avakirina pergala xweseriya demokratîk jî gava yekemîn li Xanesorê hate avêtin, Xanesorê pêşengtî ji vê fikrê nû re kir, ji bo wê li ber xwe da û di encam de biserket.

Dorpêça DAIŞ’ê cara yekem li Xanesorê hate şikandin

Bajaroka Xanesorê dikeve aliyê başûr-rojavayê Çiyayê Şengalê û ji aliyê îdarî ve ser bi nahiya Sinûnê ye. Li Xanesorê beriya êrîşî çeteyên DAIŞ’ê li gor daneyên ne fermî bi qasî 50 hezar kesî jiyan dikir. Xanesor nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê ye û dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê û derdora wê kirin, ev bajar jî hatibû dagirkirin. Bi êrîşa DAIŞ’ê re, şervanên YPG-YPJ’ê li ser banga gelê Êzidî û saziyên wan, ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve bi hawara gel çû.

Şervanan cara destpêkê dorpêça çeteyên DAIŞ’ê li xeta Xanesorê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Bi vê hewldanê re di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de korîdorek hat vekirin û bi deh hezaran welatî hatin rizgarkirin. Xanesor take cih bû ku ji aliyê Rojava ve lojîstîk ji bo şervan û gelê ku di çiyê de asê mabûn dihate dayîn.

 Bingeha xweseriya demokratîk li Xanesorê hate avakirin

Şervan û gerîlayên PKK’ê Xanesor kirin wargeheke aram ji bo gel. Gelê Êzidî, piştî fermanê gavên yekemîn a jiyana nû li Xansorê avêtin. Yekemîn car li Xanesorê sîstemeke nû ku dikare tevahiya gelan li xwe bigire, civakê biparêze û bike xwedî îrade pêşket. Hîna ku gelê Xanesorê   piranî li koçberiyê bûn û metirsiya DAIŞ’ê berdewam dikir, malên ku vegeriyane Xanesorê dest bi avakirina sazî û dezgehên xwe kirin.

Li aliyê din Xanesor ku bi berxwedana xwe bal kişandibû, di nava demeke kurt de veguherî mînakek ji bo sîstema pêşeroja herêmê. Bi hezaran welatiyên ku ji ber zilma çeteyan koçber bibûn, vegeriyan warê xwe. Rengê pergala rêveberiya xweser zelaltir bû, saziyên wê mayinde bûn. Piştî salekê êdî gelê Êzidî ji parastinê heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû mijaran de bû îradeyek ku êdî dikarî xwe birêve bibe.

Dewleta Tirk û PDK’ê dest bi gefên li ser Şengalê kirin

Bi dengvedana pergala nû ya li Xanesorê re, hîna li herêmê şerê li hemberî çeteyan berdewam dikir û herêmên dagirkirî dihatin rizgarkirin, welatiyên Êzîdxanê êdî dest bi xwebirêxistin û xwerêvebirinê kir. Lê ev yek li xweşiya dewleta Tirk, PDK û hevkarên wan nehat. Bi aşkere gefa êrîşê li ser Şengalê dihate kirin. Ji ber ku Xanesor çavkaniya pergala nû bû, dixwestin vê çavkaniyê bifetisînin û rê li ber sîstema mayînde ya herêmê bigirin.

Li ser Xanesorê plana dagirkirinê

Li dijî pêşketinên li Şengalê, rejîma faşîst a dewleta Tirk jî yekser ket nav liv û tevgerê û bi hikumeta Iraqê û PDK’ê re dest bi hevdîtinan kir. Dewleta Tirk, li bajaroka Başîqa ya li bakûr-rojhilatê Musilê, di bin navê perwerdehiya leşkerî demekî bû hêzên xwe bicih dikirin. Di 4’ê Mijdara 2015’an de Wezîrê Têkiliyên Derve yê dewleta Tirk Ferîdun Sînîrlîoglu bi Serokê PDK’ê Mesut Barzanî re gihîştin peymaneke nû. Di encama vê peymanê de bi sedan leşkerên artêşa Tirk tevî bi dehan tank û wesayîtên zirxî xwe li Başîqa bicihkirin û ew der kirin baregeheke leşkerî ya navendî.

Beriya êrîşê di navbera PDK û dewleta Tirk de hevdîtin

Di çapemeniyê de hin nûçe derketibûn ku li vir komên çete tên perwerdekirin. Her wiha demek kurt beriya êrîşên li ser Xanesorê, li paytexta Tirkiye Enqereyê di navbera hikûmeta AKP’ê û rêveberiya PDK’ê de hevdîtin çêbûn. Beriya ku êrîşên li ser Xanesorê destpê bikin Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak di daxuyaniyek xwe de gotibû, “Eger pêşmerge nikarin wan ji Şengalê derxînin em ê derxînin.” Piştî êrîşan jî rayedarên Tirk daxuyaniyên bi heman rengî dubare kirin. Di vir de diyar dibû ku li hemberî civaka Êzidî û sîstema nû pilanên êrîşê hene lê di şexsê Xanesorê de tevahiya herêmê hedef e.

ROJNEWS-IBRAHIM EZDIN

Show More
Back to top button