Peyama Rêber Ocalan bo ciwanên Êzidî: Azad jiyan kirin di destê we de ye!

Peyama Rêber Ocalan ya ji bo ciwanên Şengalê di konferansê de hate temaşekirin û di peyamê de ev perspektîf hate dayîn: "Ez ciwanên berxwedêr û serî li ber zilmê natewînin yên welatê xwe silav dikim, heSkirinên xwe dişînim. Şengal û Mûsil timî bûye qadA berxwedanê ya dijî êrîşên hovane. Ciwan pêşengên pêvajoyêne, raste zayîn ne di destê me de ye, lê azad jiyankirin di destê me de ye."

Konferansa 3’emîn a ciwanên Şengalê ya bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li Digûrê ya Şengalê dewam dike. Di konferansê de piştî peyamên sazî û rêxistinên Şengalê û peyamên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ya derbarê ciwanan û bi taybet jî Êzidiyan de bi şeklê sînevîyon hate temaşekirin. Peyama Rêber Ocalan bi dirûşm, çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Kurteyek ji peyama Rêber Öcalan a ji bo ciwanan;

‘Ez yên li çiyayê Şengalê li berxwe didin silav dikim’

“Ez gelê me yê Êzîdî ku li Mezopotamyaya bûye dergûşa şaristaniyê, bi geşkirina agirê berxwedaniya bihişmendi û serî rakirina li hember zilmê silav dikim. Ez silav û hezkirinên xwe di kesayetiya ew ciwanên welatê min ên berxwedêr û jinên ku serê xwe natewînin de dişînim. Ewên ku di dilên wan de agirê azadiyê qet navemirî, ew gelê me yê Egîd ku li Çiyayên Şengalê li ber xwe didin silav dikim.

Deşta Mûsil û çiyayê Şengalê timî bûye qada berxwedanê ya dijî êrîşên hovane

Deşta Musil û Çiyayên Şengalê, yên ku di dîrokê de giştî hêzên xwestine agirê azadiyê bitefînin û tine bikin li hember êrîşên wan ên hovane bûye qada berxwedanên herî mezin. Çiyayên Şengalê her tim gelê me yên Êzîdi yên ku li ber xwe dane himbêz kiriye û bûye stargehek. Berxwedan di van xakan de bûye çand. Heta niha vê çandê xwe parast, wê ji vir û pêde jî têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi berxwedaniyeke mezin bimeşînin û bi şerê parastina xwe bidin berdewamkirin.

Ciwantî bûyereke fîzîkî nîne

Ciwantî bûyereke fîzîkî nîne bûyereke civakî ye. Di 16 salî de pîrbuyîn jî, di 70 salî de ciwan mayîn jî mumkin e. Em dibînin ku yên ku domdar di nava guhertinê de ne ciwan dimînin û ciwan dijîn. Her tim nû mayîn jî, di bin her şert û mercan de misoger bi girêdanbuyîna rastiyê ve tevgerandin û şertên mudaxele kirina rastiyê afirandin e. Ez wek sal ji we hemuyan pêşdetir im, lê wek sosyolojîk jî ji we hemuyan ciwantir im. Ji ber ku timî bi armanc, bi hedef jiyan dikim. Hemû hesabên min derdikevin civakeke wekhev, azad û parveker.

Ciwan belaya herî mezin a li pêş pergalê ne

Pêşî girtina ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin zehmete. Beşa herî destpêke ku dibine bela yê serê pergalan ciwan in. Ji ber ev yek baş tê zanîn di berdewamiya dîrokê de, di bin navê perwerde yê de ciwan ji qurban kirinê bigirin heta bi sepandinên ku nayên heş û xeyalên mirov re rû bi rû mane. Piştî jinan ciwanan xistina vê rewşê di bilindbûna civaka hîyerarşîk de roleke dîyarker dileyîze. Pergala ku ciwanan girtiye bin kontrolê, vala vala xwe pergala herî bi hêz nahesibîne. Piştî wê ya di tevayî sîstemên civakên dewletî de, sipartinên dişibin hev li ser ciwanan ferz dikin. Ciwanên ku zîhnên wan bi vî şêwazî hatiye şûştin ji bo her kareke dikare bê bazdan. Şer jî têde dikare pîşeyên herî zehmet bigire ser xwe. Li herî pêş ji bo tevahî karên zehmet tê bikaranîn.

Di tekoşîna civaka demokratîk de, divê hîn xweser nêzîkatî li kategoriya ciwanan bê kirin. Dema ciwan bi civakî dibin bi dafikên mezin re rû bi rû dimînin. Beramber dek û dolabên civaka kapîtalîst ku heşê mirov dibe, nikare nefes jî bigire. Ev rastî, ji bo ciwanan perwedeyên xweser, ji xefikan vekêşîner, li gor cewhera wan û perwerdeyên civakî mîsoger dike. Perwerdekirina ciwanan ked û sebreke mezin dixwaze. Beramber vê xwediyê cewhere wisa ye ku bi dînamîzma xwe destanan binivîsîne. Dema armanç û rêbaz baş têbigihîje, kareke ku sernexe nîne.

Ciwanên ku civaka xwe windakirine anjî civakek ciwanên xwe windakiribe mehkûmê têkçûnêye

Civaka ku ciwanên xwe wenda kiriye an jî berovajî vê ciwanên ku civaka xwe wenda kiribe ji bilî têkçûnê tê wateya wenda kirina mafê xwe yê hebûnê û îxanet kirina wê. Tevgera civakî ku di nav de hêza ciwanan nebe şansê wê yê serkeftinê kême. Tecrubeyên mirovên pîr û hêza ciwanan di herdemê dîrokê de xwe daye nîşandan. Kesên ku girêdana van her du diyardeyan rast pêş dixin, di meşa wan de jî îhtîmala serkeftinê hertim bilind bûye. Ji bo ciwanên roja me xeyalên mezin tenê ji qeyrana pergala civakê çawan derkevin re girêdayi be wate hildigire. Ciwanên ku xeyalên wan tune ji rê derketinê û ji jiyanê wendakirinê tenê bi gihîştina xeyalên rasti dikarin rizgar bibin. Bi vê ve girêdayî fêm kirina nirxên demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendi a civakê dê derfetekê serkeftina dîrokî bide destê ciwanan.

Divê ti civakeke perwerdekirina ciwanên xwe ji hinek din re bihêle

Tu civakekî mafê xwe yê hebûnê bi vê ve girêdayî erka perwerde kirina ciwanên xwe nikare bi hêzeke din ve parve bike an jî dewr bike. Hêza mijara gotinê dewlet an jî amûrên desthilatdarên cûda be jî ev erk û mafê xwe nikare dewr bike. Berovajî vê dê wek radestî deshilat bûye bê hesibandin. Pîrozbûna mafê perwerde çavkaniya xwe ji hebûnê digire. Tu hêz, di serî de qasê dê û bav, qasê civak nikare nêzîkê ciwanan bibe û bi qasê wan pêwîstiya nêzikbûnê bibîne. Şarstaniyan di berdewamiya dîrokê de bi çalakiya qût kirina zarok û ciwanan ji civak, dijayetiyek mezin beramber civak pêş xistiye. Vê çalakî yê bi du şêwazê pêk tîne : An mezinên wan tune û kole dike, an jî ji bo desthilatdariya xwe bikar bîne; qaşo bi armanca perwerde digirin gel xwe.

Çûyîna Êzidiyan a bo Ewropa ne rizgariye, tûnebûne

Şengal ji bo Êzîdiyan tê çi wateyê, di aliyê, dîrokî, civakî, çandî, bawerî de tê wateyeke hebûneke çawa? Gerek zanibin siyaset û pêkanînên li ser Êzdiyan têk bibin. Çûndina Êzdiyan a Ewrûpa, Almanya, ne rizgarî ye, tunebûna wan e.  Asîmîlasyon (helandina çandî) parçeyekî qirkirina çandî ye. Armanca asîmîlasyonê ew e ku, ji bo mekanîzmaya mêtînkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm xulama avakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê ya eslî û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava komê serdest de ji bo bibin xulamê kêrhatî tên amadekirin. Civaka hatiye asîmîlekirin, wisa ne ku herî sernerm in, herî zêde baz didin ji suxûriyan re û bêwîjdan in, bêexlaq û bêzihniyet in, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Ti biryar û çalakiya wî/ê ya bi awayekî azad bike tineye. Serdest, ji bo ku vê bênasnamebûnê li ser civaka asîmîlasyonê ferz bike du çekên bingehîn bikartîne: Ya yekemîn, darê zorê ye. Ya duwemîn jî, bi birçîbûn û bêkarbûyînê re rûbirû dike. Dixwazin vê qanûna ku ji hesin pêkanine bi cih bînin: Eger tu di nasnameya xwe ya çandî de israr bikî û nebî xulamekî li gorî efendiyê xwe, yan wê serê te biçe yan jî tu yê birçî bimînî! Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye. Dema nikaribin bi riya asîmîlasyonê gelan, hindikayiyan, her cûrê komên olî, mezhebî û qewmî xera bikin, dixwazin hebûna wan û çanda wan bi temamî tune bikin û wan têk bibin. Li gor rewşa ji herdu rêbazan yek tê tercihkirin. Qirkirina çandî li gorî qirkirina hebûnê zêdetir bi êş û jan e, cûreyekî qirkirinê ye, dirêj dajo ye. Ji bo gelan ji bo civakeke felaketeke herî mezin e ku di jiyanê de rast werê.

Ciwanên ku ji erka dîrokî ya mirovahiyê re pêşengtî bike wê serkeftinê bi dest bixe

Hun ji tiştên jiyana kevin û kevin çi hebin pêwîste dev jê berdin. Eger cesareta we, zanabuna we hebi xeyalên xwe yên azadiyê nû û şeklê jiyana nû hun ava bikin. Zekaya xwe ya hestyarî û zekaya analîtîk hun pêşbixin û bi hevra bikarbînin. Li gorî ku alikarî bidin hevdu û hevdû dewlemend bikin bi kartînin, herkes û hertişt serî heya neynokê pêwîste bi guheri. Pêwiste hun ciwan vê guherînê baş fêmbikin û jiyana xwe jî li gorî vê pêwiste bi guherînin. Xeyalên xwe yên kevin pêwîste daynin aliyekê min jî berê xeyalên mezin difikirîn. Min dixwest ez bibim pîlot û derkevim asimanan, piştre min fêm kir ku ev xeyalên zarokanin, min fêmkir ku li gorî van rastiyan pêwîste em jiyan bikin, hun jî xeyalên xwe, jiyana xwe bi vê dema nûre pêwiste çêbikin.

Hêvî hun bixwene

Hêvî hun bi xwe ne, zanebûna xwe xistina tevgerê û xwe di rewşa tevgerê de girtin e. Lê hun gelekî rehet in. Wekî ku hun ne di ferqa wan hemuyan de ne û wekî ku hun derveyî van in nêzîk dibin. Eger hun dixwazin di vê dinyayê de ji xwe re cihekî ku bê jiyankirin û heqîqî vekin, hun mecbûr in ku 24 saet û domdar di rewşa fikir û çalakiyê de bin. Divê ciwan neyên provokasyonê û divê di her qada jiyanê de xwe mû’azzam bi rêxistin bikin.  Min hîn ji destpêkê ve ji we re gotibû “Hun nikarin tiştekî bikin, ji min re pêncî ciwan bibînin, bila her tiştê xwe ji bo vê feda bikin.” Min got, bi tenê di rewşa pêkanîna vê de jî ez dikarim her tiştî çareser bikim.

Divê hun nefretê li kirasê modernîte li we kiriye bikin

Pirsên divê mirov çawa bijî û ji ku dest pê bike, divê tu di zikhev de bersiva wan bidî. Ji bo vê jî divê tu vê jiyana modernîteyê weke kirasekî dînan ê fena zirxekî li te kirî biçirînî, jê nefret bikî û jê bigerî. Wexta hewce kir, tu yê her kêlî verîşî, dil (mîde), mejî û bedena xwe ji vê jiyanê bimalî, paqij bikî. Eger ew xwe weke bedewa cîhanê pêşkêşî te bike jî divê tu bi verîşandina ya hundir û hinavên xwe bersivê bidiyê. Eger mirov bersiva pirsa ‘divê mirov çi bike’ bi du pirsên din re di zikhev de bide, divê mirov bibêje; ez ê li dijî sîstemê timî di nava çalakiyê de bim. Bersiva pirsa divê mirov çi bike, pratîka bi serwextî û rêxistinî ye.

Ciwan pêşengên vê pêvajoyê ne

Ciwan pêşengê vê pêvajoye ne, hêza motor e. Wan silav dikim, kongreya wan silav dikim. Di her kolan, her tax û her eniyê de li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk xwe bi rêxistin bikin. Bila pirtûka min a Çareseriya Netewa Demokratîk bixwînin. Ciwanên ku bangawaziya min hembêz dikin, jinên ku peyama min dixin dilê xwe, û mirovên ku guh didin dengê min! Em ê li keda xwe ya rast xwedî derkevin. Ez timî dibêjim, ez hê ciwan im. Ez wan hez dikim, her tiştî ji bo wan dikim. Dikarin sebra min, şêwaza min a xebatê, tempoya min mînak bigirin. Heger lêgera we ya azadiyê dijwar be, hûn ê bidest bixin. Ma ji kesayetek bê eleqe, zuha, heya li serê xwe bûye bela xêr jê tê?  ‘Zayîn ne di destê me de ye, lê azad jiyankirin di destê me de ye’ Eger vê bi ser bixin piştî vê ronahî ye. Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin.

Em di serdana azadiyê de ne

Em di serdema azadiyê de ne, li çiyayên azadiyê ne, di meşa azadiyê de û di şerê azadiyê de ne. Hûn jî dikarin wekê rastiya biharbûnê ya azadîxwaz, şênber, zindîwer, avaker, herîkîner rastî di kesayeta xwe de pêk bînin. Me ji destpêkê de wiha bi serxist û gîhîştin heya vir. Me hevaltiyên mezin û dibe ku di dîroka tu tevgeran de neyê dîtin lehengtiya herî mezin bi vê têgihînê ava kir. Di rewşa heyî de, bi vê rastiya mezin re girêdayî em hêza jiyanê nîşan dikin. Dîrokê ispat kiriye ku; ya ku qet bi bin nakeve, ya ku pir zêde nêzî serkeftinê ye û ya ku herî xweşik e jî ev meşa mezin e. Derwêş û Edûlên nû û gelê me yê Êzidî yên di asta jorde bibawerî û çanda xwe diparêzin silav dikim”

‘Pêwîste em bi rihê ciwantî têkoşîna ji bo serkeftinê mezin bikin’

Piştî peyama Rêber Ocalan a ji bo konferansê hate temaşekirin, bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê Nûda Şengalî peyameke kûrt da û got: ‘Em bi vê baweriyê ne ku wê ciwanên me yên Şengalê jî bibin hêza serkeftinê ya Şengalê. Ciwantî rihê serkeftinê ye, pewîst e em bi vî rihê têkoşînek hîn xurtir bikin. Em ê bibin şopdarên Rêber APO, şehîd Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Bêrîvan an. Bangawaziya me ji hemû ciwanan re ew e ku li dijî êrişên li dijî civaka Êzidî bê deng nemînin. Ji ber xweparastin ji bo ciwanên Êzidî girîng e. Ez konferansê li tevahî beşdarên konferansê û bi taybet jî li Rêber Apo û şehîdên azadiyê pîroz dikim.”

Şervana YJŞ’ê Nûda Şengalî di dawiya axaftina xwe de careke din konferansê li Rêber APO, şehîdên Azadiyê û hemû beşdarên konferansê pîroz kir.

Paşê rapora salekî ya kar û çalakiyên ciwanan hate xwendin. Piştî xwendina raporê wê rewşa xebatên rêxistinkirinê, pirsgirêkên hene û çareseriya wê were nirxandin.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button