Cenazeyê Şehîd Şêrzad Şemo hat veşartin

Cenazeyê Endamê Rêveber ê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo yê duh di êrîşek bêbext de şehîd bû, bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Endamê Rêveber ê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo ku duh saet 11:30’ê dema Şengalê li nava Şengalê bi bêbextî hat armanckirin û şehîd bû, ji Nexweşxaneya şehîdên Xanesorê bi karwanekê wesayîtam ber bi Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş ve oxirkirin’den nefret ediyor. Bi dehhezaran jin, zarok û kal tevlî merasîma veşartina şehîd bûn.

Li ser navê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Dîndar Şengalî axivî û got: “Em di serî de sersaxiyê ji malbata hevreyê xwe Şêrzad Şemo re dixwazin û dibêjin ku serê we tevan sax be”

Şengalî, bal kişand ser tekoşîn û berxwedana şehîd û wiha got: “Hevrêyê me Şêrzad, ji sala 2007’an ve rêxistin nas dikir, ji wê demê heya roja şehadeta xwe bi erka xwe radibû û her erka diket ser mil, bêyî dudilî dikir.” Şengalî diyar kir ku Şêrzad di nava hemû saziyên rêveberiya xweser de xebitiye, ji dema TEVDA û heya herî dawî jî di nava Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Asayîşa Êzîdxanê de bi erk û berpirsiyartiya xwe rabûye’

Bi domdarî Şengalî, wiha got: “Gotineke hevrê Şêrzad hebû; digot, Êzidîtî, ser û mal e û ne kesayet e, dema ku mirov bixwaze karekî bike gerek her kes kar bike û bi ser û malê xwe kar bike.

Weke tê zanîn ev ji zû ve ye peyman li ser gelê me têne îmzekirin, lîstik tên lîstin da ku vîna gelê me teslîm bigirin û bi hemû awayî êrîş bê navber berdewam in. Şengalî ji ber ku êrîş li ser civaka me hebûn. Ji dema ku pêwîstiya gelê me bi hêzên ewlekariya navxweyî hebû, bi pêşengtiya hevrêyê me Şêrzad Şemo, Asayîşa Êzîdxanê hate avakirin û ewlekariya gelê xwe da ser milê xwe, ji wê demê heya niha hevrêyê me Şêrzad di nava rêveberiya Asayîşê de cihê xwe girtiye û erka ketiye ser mil, bêyî dudilî pêk aniye.”

Şengalî, bal kişand ser têkoşîna li hember DAIŞ’ê û got: “Ji sala 2014’an û bi vir de gelek pêşengên me bi qehremanî li ber xwe dan û çeteyên DAIŞ’ê ji nav birin û heya Reqayê li pey têkbirina wan çeteyan bûn, lê dewleta Tirk a dagirker xwest tola birayên xwe ji fermandar û lehengên civaka me hilîne û heya niha jî ew plan berdewam e.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser jî cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên axivî û wiha got: “Di şexsê fermandar Pîr Çeko, Agir Cegfrî û Şerzad Şemo de, em hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bibîranîna wan ditewînin. Em, li ser navê xweseriya demokratîk, sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Êzidî û malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Dibe ku em bedelên ji van girantir jî bidin hevalno, ji ber ku sozek hatiye dayîn ku çi dibe bila bibe em ê dev ji doza xwe bernedin, me ji bo gelê xwe sozek daye û em ê heya taliyê li ser soza xwe bin.”

Li ser navê Malbatên Şehîdan jî Hemed Bişar, wiha got: “Em spasiya her kesê li vir amed dikin, ji bona van şehîdan û şehîdên azadiyê ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku em bi şehîdan hene û hebin. Bila dijmin baş bizane ku tu carê serî li hember wan natewînin û êrîşên wan ên bi her awayî li ber xwe bidin. Bila tu kes wisa nefikire ku ger şehîdekê biçe wê kes şûna wan negire, wê bi dehan kes cihên wan bigirin û weka wan li ber xwe bidin.”

Bişar anî ziman ku wan xwe bi bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li ser pêyan girtiye û wiha got: “Bi sedê caran ferman li me rabûye, lê tu kes ji derveyê kesên ku bi vê fikirê dimeşin xwe li me nekiriyê xwedî, em ê jî bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û çi ji destê dijmin tê bila bike.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.

Şengal-ROJNEWS

Show More
Back to top button