Peyamên Konferansa Ciwanên Şengalê: Wê ciwan neteweya demokratîk ava bikin

Konferansa ciwanên Êzidî û Ereb ya bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî de bi coşeke mezin dewam dike, Hevseroka MXDŞ'ê û Berdevka TAJÊ peyama: 'Ciwan wê her timî li dijî zilmê, ferman û qirkirinê liber xwe bidin û bi hêza xwe neteweya demokratîk ava bikin. Şengal wê ji aliyê ciwanan ve were rêxistinkirin.'

Konferansa 3’yemîn a Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya li Komelgeha Digûrê ya Şengalê saet 10.00’an destpêkir, bi coşeke mezin dewam dike.

Konferans bi peyamên xûrt yên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, TAJÊ, PADÊ û ciwanên derveyî welat û Kurdistanê, komîteya malbatên şehîdan ya Şengalê dewam dike.

‘Neteweya demokratîk wê bi hêza ciwanan ava bibe’

Di konferansê de Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo axivî û konferansê li tevahî ciwanên Şengalê û bi taybet jî li Rêber Apo pîroz kir. Cîhan Celo di destpêka axaftina xwede îşaret bi rola ciwanan ya di têkoşîna ji bo avakirina neteweya demokratîk de kir û got: “Divê ciwan li dijî hemû hewldanên dijmin hişiyar bin û li ber xwe bidin. Ciwan wê her tim li dijî zilmê, qirkirin û fermanê li ber xwe bidin. Neteweya demokratîk, wê bi hêza ciwanan ava bibe, em ê rêxistiniya xwe ava bikin û bi hêz bin. Ji ber vê tirsê ye ku her ciwan di hedefa dijmin de ne, lê wê ciwan li dijî wan êrişan xwedî rêxistiniyek hîn xurtir bin. Em heval Zerdeşt, heval Çîlo, heval Heydar bi bîr tînin. Em vê konferansê li hemû kesên ku li dijî zext û zordariyê têdikoşin û bi taybet li Rêber APO pîroz dikin û em serkeftinê ji were dixwazin.”

‘Emê jiyana li Şengalê bi ciwanan re bi rêxistin bikin’

Berdevka TAJÊ Riham Hico konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li hemû ciwanan û li beşdarên konferansê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di şexsê Vejînan de hemû şehîdên xwe bibîr tînin. Konferansa ciwanan li Rêber APO û li hemû hevalan pîroz dikin. Li dijî civaka Êzidî her tim êriş tên domandin, ciwanên Şengalê jî dibin hedefa wan êrişan. Erka ciwanan ew e ku li dijî komplo û êrişan li ber xwe bidin. Erka ciwanên Şengalê ye ku pêşiya koçberiyê bigirin. Erka wan e ku Şengalê bi rêxistin bikin. Erka wan e ku li dijî nijadperestiyê têbikoşin û ji bo jiyanek aram têbikoşin. Ji bo mafê jin, ciwan, zarok û pîr û kalan li Şengalê hebe, divê em tifaqa şengalê pêk bînin. Ev tifaq erka ciwanan e. Em ê Şengalê bi ciwanan re bi rêxistin bikin. Rêber APO gotibû; ‘Em ê bi ciwanan re ser bikevin’. Em jî xwe zana bikin, xwe birêxistin bikin, xwe ji fermanan biparêzin, erka me jî ew e ku em xwe di her milê jiyanê de perwerde bikin. Gelek êrişên li dijî ciwanan hene, yek ji wan êrişan jî êrişa fikrî ye. Bi boneya konferansê hemû şehîdan bibîrtînin û konferansê li we tevan pîroz dikin.”

Piştî axaftina Riham Hico, peyamên ciwanên Mexmûr, Ewrupa hatin temaşekirin û di peyaman de ciwanan piştgirî dan têkoşîna ciwanên Êzidî ya dijî pîlanên qirêj, dagirkerî û fermanan û her wiha peyamên ji bo parastina destkeftiyên Şengalê.

PADÊ jî bi peyameke kûrt konferansa ciwanan pîroz kir. Piştî PADÊ sînevîzyoneke kar û têkoşîna ciwanan dide nîşan hate temaşekirin û paşê jî peyama Rêber Ocalan a ji bo ciwanan û bi taybet jî ciwanên Êzidî bi awayeke dîtbarî hate temaşekirin.

Konferans wê heya saetên êvarê dewam bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button