Di salekê de liv û tevgera hêzên PDK’ê li dora qadên gerîla

Hêzên PDK’ê ku liv û tevgera li dora qadên gerîlayên HPG’ê didomînin, di salekê de li herêmeke bi sedan kîlometre fireh û dirêj de bidehan bend, baregeh çêkirin û çekên giran bicîh kirin

Di demeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medya bênavber didomin de, li vir û tevgera hêzên PDK’ê ya li dora qadên gerîla jî zêdetir dibe. Balkêşe ku ev liv û tevger di her zêdebûna êrîşên dewleta Tirk de, derdikeve pêş. Dema ku dewleta Tirk salên 2019-2020’an êrîşên dagirkeriyê li herêma Xakurkê û Bradost meşandin, liv û tevgera hêzên PDK’ê jî bal kişand.

Bi taybet ji aloziya dema Zînê Wertê û vir ve tevgerek zêde tê dîtin. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021 êrîşên mezin dijî Metîna, Zap û Avaşîn dan destpêkin jî, hêzên PDK’ê careke din ketin nava tevgerê.

Di nava salekê de li herêmeke bi sedan kîlometre fireh û dirêj de bidehan bend, baregeh hatin çêkirin, bi hezaran hêz û çekên giran hatin bicîhkirin. Ji van liv û tevgeran, di salekê de yên derketine pêş wiha ne:

18 Adar 2020

Roja 18’ê Adarê Wezareta Pêşmergeyan bi hinceta tedbîrên dijî virusa Corana û pêşîgirtina kesên ku ji Rojhilat bi rengekî qaçax derbasî Başûr dibin, Lîwaya 7 ya Piyade a Soran li devera Zînî Wertê bicîh kir. Hêza li deverê hat bicihkirin hêzek hevbeş a ser bi Yekeya 80’ê ya PDK’ê û Yekeya 70’ê ya YNK’ê ye.

Piştî bicihkirina hêza pêşmergeyan, hemû beşên civakê, partiyên siyasî yên li Kurdistan û derveyî Kurdistanê û xelkê deverê nerazîbûnek zêde nîşan dan. Gelek çalakiyên cûda hatin lidarxistin û hat xwestin ku hêza pêşmerge ji deverê were kişandin. Welatiyên herêmê nameyek vekirî ji PDK, YNK û PKK’ê re şandin. KCK’ê bersiva nameyê da û diyar kir ji bo çareseriyê ew di her alî de amade ne. Lê PDK û YNK’ê bêdeng man.

Li ser nerazîbûnan Wezareta Pêşmergeyan diyar kir ku ew hêz ji bo demeke kurt çuye herêmê, lê piştre paşve nehat kişandin.

Zînî Wertê (Estêrokan) sinorê parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê ji hev cûda dike. Rêya hatûçonê ya di navbera Qendîl û Karox de biheve girê dide. Deverek bilinde, li ser beşek zêde ya sinorê îdareya Raperîn, bajaroka Wertê û Qendîlê serwere. Her wiha rêya bazirganî û hatûçonê ya di navbera sinorê îdareya Raperîn, navçeya Soran, Rewanduz û Çomanê ye.

13 Nîsan 2020

PDK hêzeke zêde ya pêşmergeyan tevî gelek çek û cebilxaneyan sewqê Zînê Wertê kirin. Hemwextê şandina van hêzan, liv û tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker jî li ser herêmê zêde bû.

15 Nîsan 2020

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Zînê Wertê ku dikeve navbera çiyayê Karox û Binarê Qendîlê bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.

17 Nisan 2020

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li Zînê Wertê de daxuyaniyek da û ev agahî dan: “PDK’ê li Zînî Wertê baregehek Pêşmergeyan çêkiriye û xwestiye qadên gerîla dorpêç bike. Di êrîşên balafirên dewleta Tirk ên li ser vê herêmê de 3 gerîlayên ku yek ji wan ji Rojhilat, yek ji Rojava û yek jî  ji Bakûrê Kurdistanê ye, şehîd bûn. Yekîneya 3 kesî ya gerîla, çûbûn kampa ku pêşmergeyên PDK’ê lê bicîh bûne û ji wan re gotine ku hebûna wan a li vir rast nîne û xwestine ji wir derkevin.  Yekîneya gerîla ya 3 kesî, piştre ji cihê ku pêşmergeyên PDK’ê lê bicîh bûne derketine û li cihekî nêzî wê bicîh bûne. Rojek piştî ku yekîneya gerîla ji cem PDK’iyan çûn, balafirên şer noqteya gerîla bombebaran kiriye. Di vê êrîşê de hersê gerîla şehîd bûne. Ev êrîş di encama îxbarê de pêk hatiye. Li cem noqteya gerîla tu wargehek an jî zomek nîn e. Lewma tê fêmkirin ku zanyariyên cihê gerîla ji nava kampa PDK’ê hatine dayîn.”

25 Cotmeh 2020

PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran sewqî deverên bajaroka Dînartê û deşta Nehlê yên girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê kirin. Cihên ku ev hêz hatine bicîhkirin, nêzî çiyayê Garê ku weke herêma gerîla jî tê nasîn e.

26 Cotmeh 2020

Di 26’ê Cotmeha 2020’an de PDK’ê hêza xwe ya bi navê Gulan û çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ bi çekên giran sewqî sinorê bajaroka Dînarte ya navçeya Akrê ya girêdayî Duhokê kirin. Ev hêz li li gundên Melkê, Dusteka, Gîsê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Mezrîngan, Girê Nawxuş, Girê Difrî û gundên Asuriyan yên li devera eşîra Zêbaryan hatin bicîhkirin, çeper û baregehên nû hatin avakirin.

Balefirên şer ên dewleta Tirk jî hemwextê şandina van hêzan, herêm bombebaran kir.

28 Cotmeh 2020

Hêzên PDK’ê yên bi navê Gulan û koma bi navê Roj sewqî komelgeha Bakurman a li sinorê Dînarte hatin kirin û li cihê Firqeya 6 a Zêrevanî hatin bicîhkirin.

30 Cotmeh 2020

Roja 30’ê Comtehê PDK’ê ji Bamernê heta dola Dîma û herêma Bêrwer hêz û çekên giran bi cih kirin.

4 Mijdar 2020

Roja 4’ê Mijdarê jî PDK’ê hêzên xwe ber bi qadên gerîla yên li herêma Behdînan ve xist tevgerê û xwestin derbasî nava kampên gerîla bibin. Gerîla jî di çarçoveya xweparastinê de ji bo pêşî li pêşveçûnan bigire, destwerdan kirin û çend deqeyek alozî derket.

Piştî vê aloziyê yek ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik, di hevpeyvînek xwe de gotibû: “Hêzên PDK’ê bi niyet xwestin derbasî qada gerîla bibin, hêzên me destpêkê ew hişyar kirin, lê wan guh nedan û ev jî bû sedema aloziyê.”

Di rojên destpêkê yên Mijdarê de PDK’ê hêzên xwe yên taybet ên bi navê ‘Mekteba Serok’ ji gundê Sirêşme yê bajaroka Xelîfan a Hewlêr heta digihîje gundên Barzan ên Dihokê, bi çekên giran li ser qadek bi sedan kîlometreyan bicîh kirin.

5 Mijdar 2020

Hêzên Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, hêza Mekteba Serok û koma pêşmergeyên Roj, li bajaroka Rewanduzê, sinorên ku di dema şerê navxweyî de ji bo PDK’ê û YNK’ê hatibûn diyarkirin, derbas kirin û li nava sinorê YNK’ê li Girê Simure, Girê Tuşreke baregehên nû ava kirin. Hêzek jî derbasî gundê Gewran bû.

Gundê Gerewan navçeya Ranya û Rewanduzê biheve gire dide. Bi kontrolkirina vê deverê re dikare çavdêrî li ser Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karox ku wek deverên gerîla tên zanîn bê kirin. Her wiha dikare çûnûhatina navbera Ranya û Rewanduzê bi temamî bê qutkirin.

25 Mijdar 2020

Karwanek leşkerî yê ji 300 kesî pêk tê, bi 56 wesayîtên zirxî ku tank, top û çekên giran di nav de hebûn, li navbera Çoman û Hecî Umranê hatin bicîhkirin.

Di heman rojan de hêzên PDK’ê li gundê Qumriyê yê bajaroka Kanî Masiyê bendek kontrolê danî. Di nava 3 rojan de li herêma Metînayê jî 3 bendên kontrolê ku dikevin navbera Kanî Masî û Heftanînê hatin çêkirin.

28 Mijdar 2020

Şeva 28’ê Mijdarê PDK’ê zêdetirî hezar çekdar bi çekên giran, derbasî navçeya Çoman û Hacî Omeranê kirin. Ev hêz li çeperên kevin ên bajarokê Qesrê hatin bicîhkirin.

4 Kanûn 2020

Hêzên girêdayî PDK’ê li bajarokên Qesrê û Wertê yên girêdayî Rewanduz, liser girên bilind û çeperên ku di dema şerê navxweyî yên YNK-PDK’ê de hatine bikaranîn û piştre hatibûn valakirin, hatin bicîhkirin. Hêzên behsa mijarê li Çiyayê Kulîtar, Girê Mayne Sor û Girê Xanulan ên bajaroka Qesrê û li Şaxî Gewre, Zincîre Çiyayê Direbî, Zînî Estêrokan (Zînî wertê) û Kêle yên bajaroka Wertê hatin bicîhkirin.

13 Kanun 2020

Li gundê Sêgirê yê girêdayî navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê hêzên PDK’ê êrîşî gerîlayên HPG’ê kirin. Di êrîşê de 3 gerîla birîndar bûn.

5 Hezîran 2021

Li navçeya Amêdiye ya Dihokê PDK’ê hêzek zêde ber bi herêma Metîna ve şand. Di nava karwanê hatiye şandin de wesayîtên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesayîtên taybet ji bo bejahiyên zehmet jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, di seyarek pêşmergeyan de teqîn çêbû û 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

Fermandariya Qada Xabûrê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: ”Îro saet derdora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbeyna Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku niqteyeke stratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûne. Tu gund û jîngeh li derdora qada navborî nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne û li gel hişyariyê jî ji wesayitên ku dom kirine di yek an jî duyan de ji ber teqîna ku sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov diêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye, ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.”

7 Hezîran 2021

PDK’ê hêzeke zêde şand herêma Berdenazê ya girêdayî bajaroka Hacîomranê ku dikeve nava sînorên navçeya Soran a Hewlêrê. Hat gotin ku hêzên Zêrevanî yên PDK’ê li nêzî qadên gerîla hatine bicîhkirin.

Hacîomran herêmeke dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, her wiha herêma Qendîl û Xinerê bihev ve girêdide.

24 Tîrmeh 2021

Hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metîna, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket. Di heman kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk liser herêmê firiyan.

HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Hêzên girêdayî PDK’ê roja 5’ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatibûn qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribûn. Hêzên PDK’ê tevî hemû bang û hişiyariyan jî, li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye, rêyên nû çêkirine, hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine. Pir bi şeklekî watedar bi taybetî di saetên sibeha 24’ê Tîrmehê li Girê Çarçel cereke din hêzên xwe xiste tevgerê û hewl dane ber bi cihên gerîla ve pêşve biçin. Weke berê me ji raya giştî re jî ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn a hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih bûne, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye. Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê jî didome.”

26 Tîrmeh 2021

Çavkaniyên herêma Şeladizê ragihandin ku hêzên PDK’ê yên Şeladizê amadekariyan dikin ku xwe bigihînin devera Rênçbiraxa. Çavkaniyan gotin ku amadekarî ji demek dirêj ve tê kirin û tê xwestin li Rênçbiraxa hêz bê bicîhkirin.

Rênçbiraxa deverek bilind û girêdayî bajaroka Şeladizê ya Amediyê ye. Li gorî agahiyan ev dever di nava qadên gerîla de cîh digire û ji bo ku hêzên PDK’ê karibin biçin wê derê, pêwîste di çend noqteyên gerîla re derbas bibin.

ROJNEW-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button