Desteya Eşayîrî ya Şengalê bi rojeva hilbijartinê kom bû

Desteya Eşayîrî ya Şengalê bi rojeva hilbijartinên encûmena parêzgeha Nînowayê kom bû û ji bo xebatên hilbijartinê û dengdayîna namzetên lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Nînowayê’ û bi taybet jî namzetên Rêveberiya Xweser piştgiriyê dikin, plansaziyeke berfireh derxist.

Îro li navenda Şengalê Desteya Eşayîrî ya Şengalê bi beşdariya hemû endamên xwe û amadebûna Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û namzet Qasim Keşko li desteya Eşayîrî kom bû.

Civîn ji aliyê Endamê Desteya Eşayîrî Emer Salih û Riham Hesen ve hate rêvebirin. Di civînê de rewşa hilbijartinê, girîngiya wê ji bo Şengalê û bi taybet jî ji bo civaka Êzidî hate nirxandin. Her wiha ji hemû kesayetên Eşayîrî û serok eşîran hate xwestin ji hêla xwe ve bikevin tevgerê ji bo bernameya namzetên Rêveberiya Xweser û bi giştî jî lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Nînowayê’ bi gel bidin fêmkirin.

Di vê çarçoveyê de plansaziyeke xebatên bangeşeyê hate derxistin û wê namzet gund bi gund li gel eşîran kom bibin, bernameya xwe ji gel re vekin û dengê wan bixwazin.

Biryare li hemû gundan koçk deynin û li wir bi pêşengiya serokeşîr, kesayet û mûxtaran civînên gel werin çêkirin.

Duh Desteya Rêveber a Şengalê û Meclîsa Gel a Şengalê jî kombûbûn.

Endamên desteya Eşayîrî yên Şengalê jî li cihê civînê bang li gel kirin ku dengê xwe bidin yên di berjewendiya Şengalê de kar dikin.

Endamê Desteya Eşayîrî Kirêt Mixê Birebdal Reşo bang li civaka Êzidî kir, tevlî hilbijartinê bibin û dengê xwe ji bo yên xizmetê ji wan re bikin bikarbînin.

ŞENGAL-ROJNEWS

02/12/2023 Demjimêr 14:00

 

Show More
Back to top button