TAJÊ bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek weşand

TAJÊ: “Ji bo avakirina jiyana azad û demokratîk li Şengalê, li ser pergala neteweya demokratîk di aliyê rêxistinkirina civakê de, rêheval Mam Zekî û Mam Beşîr heya kêliya şehadetê bi rola pêşengiyê rabûn, xwedî kedek bi wate û dîrokî bûn, Mam Zekî bû sembola tifaqa civaka Êzidî. Em salvegera rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin.”

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişê Şengalê kirin. Wê demê PDK’ê bi 12 hezar pêşmergeyên xwe û Iraq jî bi 6 hezar û leşkerên xwe reviyan û civaka Şengalê di nava destên çeteyan de hiştin. Lê siwariyên PKK’ê hatin di heman demê de yekîneyên parastinê yên Rojavayê Kurdistanê hatin bi hewara Şengalê ve û ew rizgar kirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya salvegera 8’emîn a rizgarkirina Şengalê peyama pîrozbahiyê di serî de ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re  ji HPG, YJA STAR, YPG, YPJ, YBŞ Û YJŞ’ê re şand.

Peyam wiha ye:

“Ji warê Derwêşan, ji Şengala ku bi bedêlan azad bûye, spas û hezar silav, minetdarî ji mîmarê azadiyê, rêberê mirovahiyê Rêber Apo re. Li ser bang û şiyariya Rêber Apo, siwariyên azadiyê berê xwe dan Şengalê û Şengal ji tarîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Spasî ji bo fedaiyên Rêber Apo, gerîlayên  azadiyê HPG û YJA-STAR’ê yên ku bi canê xwe bûn  sîper û em ji qirkirinê xilas kirin. Di şexsê lehengên, weke şehîd Pîrdoxan, Canfeda, Zîlan û Bêrîvanan de, careke din pêşeng û fermandarên wekî Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Çeko Çetax, Nûjîn Amed, Hêlîn Helena û Memoyan de hemû şehîdên ku di oxira parastin û rizgarkirina Şengalê de canê xwe feda kirine bi minetdarî bi bîr tînin.

Ewladên leheng ji welatê rojê Rojava, Şervanên YPG  û YPJ li ser banga Rêber Apo bi hewara Şengalê ve hatin. Di kêliyên herî bi êş ên fermanê de ku her kes ji Şengalê direviya, korîdora mirovî vekirin û sînor nas nekirin. Rojava hembêza xwe ji Êzidiyan re vekir. Mil bi milê gerîlayan, şervanên YPG û YPJ’ê şer kirin û li berxwedan, bûn xwedî roleke dîrokî di rizgarkirina Şengalê de. Yên wek şehîd Polatcan û Gênco Hewlêrî û bi sedan şehîdên weke wan bi moral û manewiyata xwe ya mezin  bûn hêviya azadiyê û tirsa mirinê şikandin.

Keç û xortên Êzidxana pîroz, bi hêrsa tolhildana ji fermanan ku serê xwe dan lê sir nedan, mil dan milên gerîlayan û şervanên YPG-YPJ’ê tevli berxwedanî û şerê rizgariyê bûn. Ji yekîneyên destpêkê xwe bi rêxistin kirin û bûn hêz. Di pêşengiya şehîd Berxwedan û Bêrîvanan de Şengal hat rizgarkirin û ala serkeftinê hat bilindkirin. Çanda Rêber Apo ya ku bi berxwedanê dibe serkeftinê, bû tovek û li ser vê xakê ji nû ve şîn bû. Vê xetê bi Şengalan, Hejaran, Zerdeştan, Dijwaran, Azadan, Seîdan, Pîr Çekoyan û Dîndaran berdewam kir. Heya roja îro rêhevalên wan ku li ser vê şopê  dimeşin û vê riyê berdewam dikin, em rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin.

Ji bo avakirina jiyana azad û demokratîk li Şengalê, li ser pergala neteweya demokratîk di aliyê rêxistinkirina civakê de, rêheval Mam Zekî û Mam Beşîr heya kêliya şehadetê bi rola pêşengiyê rabûn, xwedî kedek bi wate û dîrokî bûn, Mam Zekî bû sembola tifaqa civaka Êzidî. Em salvegera rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin. Em dibêjin têkoşîna we ya bi rûmet têkoşîna me ye. Ji bo avakirin û parastina Şengala ku bi ked û xwîna bi sedan şehîdan hatiye rizgarkirin, em ê heya dawî têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke din salvegera 8’mîn a rizgarkirina Şengalê, li Rêber Apo pîroz dikin. Em li şehîdên rizgariyê yên Şengalê, li tevahî şehîdên azadiyê pîroz dikin. Careke din em li gerîla HPG, YJA STAR’ê pîroz dikin û berxwedana wan a rûmetê silav dikin. Dîsa li şervanên azadiyê YPG, YPJ, YBŞ, YJŞ’ê û li tevahî civaka xwe ya Êzidî û mirovahiyê Şengala azad pîroz dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button