Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb hate eşkerekirin

Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb ku di 29’ê Çileyê de li Şengalê hatî lidarxistin hate eşkerekirin û di encamnameyê de wiha tê gotin: “Jinên Êzidî û Ereb heman demê hemû jinên Iraqê ji hemû pêkhateyan dê ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastina wê, têkoşînekî xûrt bi hevre wê bê meşandin.”

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  ji bo cara yekem di 29’ê Çileyê de şêwira Jinên Ereb û Êzidî  bi dirûşma “Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike” li nehya  Til Îzêr a Şengalê hate lidarxistin. Gelek jinên Ereb û Êzidî tevlî şêwirê bibûn. Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb hate eşkerekirin.

Encamnameya ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) ve hatî eşkerekirin wiha ye: “Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) piştî fermana 3’yê Tabaxa 2014’an li Şengalê de xwe bi rêxistin kiriye. Çeteyên DAIŞ’ê di şexsê jina Êzidî de civaka Êzidî bi giştî di qirkirinê re derbas kir.  Ji ber ku jin bê rêxistin bû û  îradeya wê ji destê wê hatibû girtin, di fermanê de herî zêda jin bûna qurbanî. Ji bona ku ev qirkirina ku di şexsê jinê de li ser civakê pêk hatî di cîhanê de weka Jenosayid bê naskirin TAJÊ di hemû aliyan de xebat dide meşadin. Her wiha ji bona ku qirkirin dubare neba Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) rêxistin kirin jinên Êzidî û hemû jinan hedef dike. Bi rêxistinên jin yên heyî re peywendî dike û xebatên hevbaş dide meşandin.

Bi ermanca ku qirkirina li ser jinên Êzidî û civaka Êzidî ya di fermana 74’an de pêk hatibû di asta Iraqê û cîhanê de were nas kirin, her wiha naskirina  rêxistinbuna jinên Êzidî ya di warê parastinî, siyasî, civakî û îdareyê de ku piştî fermanê hatine ava kirin, di 29-01- 2022’yan de li navçeya Til Ezêr ya Şengalê di pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) de şêwra jinên Êzidî û Ereb hat li darxistin. Şêwir bi mijarên û niqaşên girîng hat derbaskirin.

Di encamê Şêwira jinên Êzidî û Ereb ya bi pêşengtiya TAJÊ de wê ev xebat di demê pêş de werin kirin;

  1. Jinên Êzidî û Ereb heman demê hemû jinên Iraqê ji hemû pêkhateyan de ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastina wê, têkışînekî xûrt bi hevre wê bê meşandin.
  2. Komîteyekî amadekar hate ava kirin ji jinên Êzidî û Ereb, ji bo xebatê komcivîneke din li Bexda bê li darxistin.
  3. Ji bo jenosayd li ser jin were qebul kirin, xebatekî hevbeş were meşandin. Hewldana xurtkirina xebata jin û yekîtiya jin li her derê were meşandin.
  4. Ji bo rawastindina şîdeta li ser jin û hilweşandin zihniyeta dewlet û mêr, têkoşîneke hev beş were meşandin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button