Pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ ya qala çîrokên jinên piştî fermanê dike hate weşandin

Pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan – çîrokên jinan ên qewmê Rojê’ hate weşandin ku qala çîrokên jinên piştî fermana 3’ê Tebaxê hatin rizgarkirin.

Pirtûka ji 310 rûpelî ku ji aliyê Rojbîn Denîz ve hatiye nivîsandin ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve hate weşandin.

Di pirtûkê de ku pêşgotina wê ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Weşanên Meymanê ve hatiye çapkirin, li ser bawerî û çanda Êzdatiyê, têkildarî nasnameya jinên Êzidî û fermana dawî agahiyên girîng têne dayin.

Li gorî Êzdatiyê her devera ku tîrêjên rojê digihêje, cihên pîroz in. Li xaka Şengalê ya qedîm roj kêm nabe. Lewma ji mirovên xaka Şengalê re ‘Zarokên Rojê’ tê gotin.

Rojbîn Denîz sedema êrîşa barbaran a li ser Zarokên Rojê lêkolîn kir û çîroka jinên ku fermana dawî dîtin, bi serê wan ve hat, berhev kir û kir pirtûk.

Ji pirtûkên li ser fermanê cudatir, di vê pirtûkê de bi qasî hîskirina êşên mexdûran her wiha hêrsa li hemberî mêrê serwer, dewlet û xiyanetê, wêrekî û hêvî jî heye.

Em di demeke welê de ne ku kiryarên fermanê ya ku li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin, sûcên wan têne nixumandin.

Di vê demê de ku yên bi berxwedanê û biryardarî li ser xaka xwe dimînin têne kuştin, hesabj ji komkujeran nayê pirsîn, pêwîstiya mirovan pê heye ku hêrsa jinên êşên fermanê kişandine, hêviya wan a jiyanê hîn bi xurtî hîs bikin.

Sirên jinên Êzidî hişê destpêkê yê şoreşa jinê, ruh û wateya wê ne. Armanca esasî ya fermana 3’ê Tebaxê jî qutkirina vê têkiliyê bû.

Li Rojhilata Navîn ji bo şoreşa jinê ya duyemîn têkoşîn dewam dike, lewma çîrokên vê berxwedanê jî wê rê nîşan bidin. Ji van çîrokan mirov rûyê herî qirêj ê olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê hîn dibin.

Rê û rêbazên jinên Êzidî yên rizgariya ji xeleka qirkirinê mirov hîn dibin.

Çîrokên li vê pirtûkê ne yên jinên mexdûr in, çîrokên wan jinan e ku bi berxwedanê li ser piyan mane.

Pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ ji Weşanxaneya Meymanê dikare bê peydakirin:

pirtukxane.net

Twitter: @Wesanen_Meyman

Tel: 0031 62 65 39 382

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button