Kongreya TAJÊ bi xwendina rapor û peyaman dewam dike

Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ruhê rizgarkirina Şengalê û felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dirûşmeya ' Emê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin' 2. Kongreya xwe lidardixe. Kongre bi kelecanek mezin dewam dike.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî weke bersivekî ji fermanê re di 7. salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe ya duyemîn lidardixe û ji bo mezinkirina rêxistinbûna xwe gavên nû diavêje. Kongreya ku danê siharê destpêkirî, bi kelecanek mezin dewam dike.

Di kongreyê nêzî 250 delgeyên jin ên Êzidî û Ereb amadene, ji wargeha penaberan ya Mexmûrê jî wê jin tevlî kongreyê biban, lê Iraqê rê neda delegeyên ji wargehê derbasî Şengalê bibin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan destê kir, piştre li ser navê TAJÊ Neam Ilyas axaftina vekirinê kir. Ilyas destpêkê xêrhatina hemû delegeyan taybet jinên Ereb kir û got; “Em kongreyê û rizgarkirina Şengalê despêkê li şehîdan, gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Bi taybet jî em vê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi saya fikir û felsefeya wî em îro bi hêzin. Em bi vê kongreyê dixwazin dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Fermanên li ser me bi dawî nebûne, îro bi hevkariya PDK’ê û êrişên dewleta Tirk dewam dikin, lewma pêwîstiya me bi mezinkirina rêxistinbûnê heye.”

Piştî axaftina destpêkê, dîwanên kongreyê hatin hilbijartin, Kongra Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ di van kêliyan de dewam dike.

Piştî diyarkirina dîwana kongreyê, li ser navê saziya malabta şehîdan a Şengalê Pakîz Celal axivî. Pakîz hemû şehîdan bibîr anî, roja rizgarkirina Şengalê û li darixistina kongreyê diyarî hemû şehîdên Êzidxanê kir û teqez kir ku ew bi şehîdên xwe mezintir û xurtir dibin.

Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê Hêza Şengalî jî axivî û soza parastina jinên Êzidî di kongreyê de dubare kir û got: “Em kongreyê li hemû şehîdan pîroz dikin, li ser vê axê gelek êş û zilm hate jiyan kirin, lê belê yê ku serî netewand û serê xwe rakir li hember hemû êrişan jina Êzidî bû. Di fermana 2014’an de jî jina Êzidî êşa herî mezin jiyan kir. Lê li ser vê êşê ji nûde xwe rêxistin kir û ava kir. Ev 7 sal li ser rizgarkirina Şengalê re derbasbûye, heya îro YJŞ’ê ji bo parastina jinên Êzidî şer û têkoşîn dike. Ewê heya dawî jî li pey vê soza xwe bin. Emê li hemberî hemû êrişan li ber xwe bidin.”

Pişter perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ya ji bo civaka Êzidî kiribû, hate xwendin. Di nirxandina Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bal kişandiye ser girîngiya xwe rêxistin kirin û wiha hatiye gotin: “Divê hêzên me yên çekdarî, cihên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine lê bimînin. Pêwîste van cihan dewrî PDK’ê nekin. Min ji zûde hişyar kir. Hîna jî gelê Êzîdî rûbirûyê komkujiyane. Em vê komkujiyê ne jibîr dikin ne jî dipejîrînîn, ne jî em ê rûnin rondikan bibarînin. Divê rist û mîsyona me li pêşiya van girtin be. Ez xebatên rêxistin, perwerdekirina pêşengan girîng dibînim.”

Peyama Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta hate xwendin û piştre jî nameya pîrozkirina kongreyê ya ji KJK’ê hatibû şandin, hate xwendin.

Di peyama KJK’ê de hate teqez kirin ku sedsala 21’emîn wê bi têkoşîna jinan bibe sedsala azadiya jinan. Di peyamê de wiha hate gotin: “Rêber Apo bi gotina; ‘ xweziya ez li Şengal’ê bûma’ daye nîşandan ku li ser axa ku koka Kurdbûyînê lê şînbûyî, tovên jina azad lê mezinbûyî jiyan kirin, hinase girtin xwedî kelecan, zewqeke mezin e û hesreta mezin ji bo vê jiyan dike. Di heman demê de piştî sedan, hezaran salan şûnde li ser van axan bi têkbirina fermanan ve coş û kelecana înşakirina demokrasî, azadî û edaletê diyar kiriye. Hûn jî wek jinên wan axan, hem ji bo xwe hem ji bo civakê hem jî ji bo xwestek û hesretên Rêber Apo, pêwîst e pergala Xweseriya Demokratîk xurt bikin, şoreşa jinê mezintir bikin û hemleya azadkirina Ezîdxanê pêk bînin. Wek KJK em kongreya we li ser vê esasê silav dikin, biryarên Kongreya we yên ku wê ji azadî û serkeftinên mezin re bibe wesîle, ji niha ve pîroz dikin.”

Kongra bi xwendina rapora kar û xebata TAJÊ ya 3 sala berdewam dike.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button