PADÊ êrişên li ser Şengalê şermezar kir

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê bi tûndî şermezarkir û got, dewleta Tirk bi van êrişan hemû lihevkirinên navdewletî binpê dike.

PADÊ têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin wek PADÊ ew bi tûndî êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya xaka Iraqê şermezar dikin.

PAD’ê di daxuyaniya xwe ya ku pêşkêşî serokwezîrê Iraqê, nûnera NY’ê ya Iraqê, serokatiya parlementoyê û hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dike de wiha dibêje;

“Wek PADÊ em bombebaran û êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan û cihên niştecihbûnê yên Şengalê bi tûndî şermezar dikîn. Bi van êrişên ku li ser bingehek sixte û derew tên kirin, binpêkirinek eşkere ya li dijî hemû peyman û yasayên navneteweyî ye.

Di encama van êrişan de qehremanên ku ji bo gelê xwe û doza xwe sonda parastinê xwaribûn şehîd dibin. Di beramber de jî hikûmeta Iraqê nekariye ti pêngavek ji bo sekinandina van êrişên tirsonek bavêje. Heta nekariye daxuyaniyek şerminane jî êrişê şermezar bike.

Carek din em van êrişên ku li ser serwerî û yekgirtina xaka Iraqê çêdibin şermezar dikîn. Ev êriş dibin sedema têkdana aramiya Iraqê û ewlehiya herêmê. Şermezarî ji bo xiyanetkar û dijminên mirovahiyê.”

Şengal

Show More
Back to top button