Çîrokek ji qêrîna fermana 74’an: Min ji porê te yê bi hine hêlîn çêkir – 2

Çavên xwe girt û fikirî, fikirî. Dûre hestên ku di dilê xwe de veşartibûn, bi denekî sekan anî ziman û ber bi nava odeyê ve çû bi destên xwe nîşan da û got: “Binêrin li vir sekinîn, her tişt li vê derê qewimî.”

Li pişt dîwer di qulekî biçûk de li fermanê temaşe kir

Şengal – Bêrîtan Şengalî ji bo ji zarokê xwişka xwe re şîr peyda bike diçe gûndekî, lê li wê gundê asê dimîne. Piştî wê neçar dimîne ku ji malbata xwe dûr bi rastiya DAIŞ’ê re rû bi rû bimîne. Şahidiya wê belkî di çavên bi sedan jinan de heye lê tenê bi gotinên wê tên bihîstin. Di vê beşa dosyaya me de Bêrîtan kêliya ku xwe di tunelê de veşartiye û tiştên ku di hiş û çavên xwe de qeyd kiriye vedibêje.

Bêrîtana ku li Sûka Kevin mala mamê xwe dibîne, nikare careke din vegere

“Di demeke pir kin de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê Sûka Kevn dagir kirin. Pir zehmet bû ku ez li bexçe wisa bimînim, ew ê min dîtibana. Her ku diçû deng nêzîktir dibû û her ku ez nêz dibûm dilê min wek ji cihê xwe derbikeve lê dida. Dêngê dilê min wisa bilind bû, ez ditirsiyam min digot ew ê bibihîzin. Di bexçê malê de cihekî ku dişibiya tunelê hebû. Ez reviyam û min xwe li wir veşart. Pir zêde li ber çavan nebû. Ez nizanim min çawa di wê demê de ew der ferq kir. Lê li vê bexçeyê cihê yekem ku ket ber çavên min ew der bû. Min xwe li wir veşart. Piştî demeke pir kin çeteyên DAIŞ’ê hatin mala ku min xwe di baxçeyê wê de veşertibû. Tunel teng bû lê ber bi pêş ve diçû, ez jî heta dikaribûm çûm, tunel derdiket hundirê malê. Cihê ku tunel diçû digihîştî tehna bû, digihîşt heta goşeyê odeyek. Di navbera tunel û odeyê de dîwarekî zirav hebû. Ew valahiyek bi navber û piçûk bû, hundirê wê bi tiştên kevin hatibûn tijêkirin û ji ber wê bala kesê nedikişand. Çeteyên DAIŞ’ê qet lê nenihêrîn. Ez ji tunelê hatim heta nava erda odeyê. Cihekî teng bû, ji ber ku ez zeîf û biçûk bûm, dikaribûm di cihên herî teng de jî bi cih bibim. Cihê ku ez lê bûm qulikek tê de hebû û hundurê odeyê dixwiya. Min hema bibêje her cihê odeyê didît. DAIŞ’î ji salona malê dihatin odeyê û diçûn.”

“Bavê min ez fêrî bikaranîna çekê nekiribû”

Bêrîtan di qulikekî biçûk ê odeyê de şahidiya hovîtiya ku wê ji tevahî cîhanê re bê vegotin kir. Bû şahidê tiştên ku hat serê jinan.

“Piştî demekê dengê jinan, dengê girîn, şîn û qêrînê hat. Ji çilî zêdetir jinan anîn odeyê. Îfadeya cilên wan qetandibûn. Dibe ku gelek ji wan bi porê wan xirikandibûn anîbûn. Hemû jî pir ditirsiyan. Ez jî pir ditirsiyam, min digot ‘teqez dê min bibînin.’ Dema ku ez ji lofayan hatim xwarê, min zaroka xwişka xwe dabû malbata xwe, bavê min baş dizanibû ku bi fermanê çi tînin serê Êzidiyan, bi taybetî jî bi serê jinên Êzidî. Dema ez ji wan dûr ketîm, bavê min ji paş ve gazî min kir, gavek-du gav ber bi pêş ve hat û çeka ku bi salan ji bo malbata xwe ji hemû xirabiyan biparêze bi xwe re radikir, da min. Bi gotina ‘Vê bigre, bila li gel te be ger tiştek bibe, tu xwe biparêze’ min hembêz kir û dua kiribû. Berê me bi bavê xwe re paqij dikir lê min nizanibû çawa tê bikaranîn. Bavê min qet hînî min nekiribû. Dema ku li vê derê nobetên tirsê bi min digirtin, min destê xwe ji ser çeka xwe saniyeyek jî ranedikir. Ger min bidîtana, min ê tavilê pê li tetikê kiriba. Li derveyê malê jî her dem deng hebû. Dibe ku jinan li hundir, mêran jî li derve digirtin.

“Pir tirsnak xuya dikirin”

Bêrîtan di nava jinên ku çeteyên DAIŞ’ê anîne de dibîne ku xizmên wê jî hene. Hevjîna xalê wê û pitika wê ya çil rojî… Piraniya jinên din jî nas dikir. Hema bibejê bi hemûyan re raboriyek û bîranîneke wê ya berê hebû. Di qulikek piçûk a li pişt dîwar de li wan dinêrî.

“Jin di nava odayê de kom bi kom rûniştibûn. Min hêjmartibû ku bi tevahî çil û pênc jin bûn. Ez nizanim çend zarok hebûn, temanê wan çend bû. Jixwe gelek caran dema DAIŞ’î diketin odeyê, ji tirsa min nikaribû binêrim. 6-7 DAIŞ’î tim nobet digirtin. Por û rihê wan tevlihev bibûn, cil û bergên kurt ên ku li xwe kiribûn di nava qirêjiyê de mabûn. Li pişta hemûyan rext, di destê wan de çêk hebûn. Pir tirsnak xuya dikirin. Dema diketin odeyê û derdiketin li jinan dixistin, ji jinên ku pitikên wan digiriyan re digotin, ‘Zarokên xwe bêdeng bikin an em dizanin em ê wan çawa bêdeng bikin.’ Bi gelemperî bi Erebî diaxivîn. Yên ku bi ser jinan ve diqîriyan jî bi gelemperî bi Erebî diqîriyan. Lê di nav wan de yên ku bi zimanên cuda diaxivîn jî hebûn. Gelek zimanên tevlihev hebûn û gelek ji wan jî min nizanibû ku ew ji kîjan welatî ne. Dema ku min bêhn digirt û distand jî pir bêdeng min dikir da ku dengê min nebihîsin. Gava ku nikaribûm li hundurê odeyê binêrim, rûdiniştim û min guhên xwe dida dengê bi tirs ê jinên ku li erda ser serê min rûniştibûn û min li qîrîna serhildanê ya di dilê wan de digeriya guhdarî dikir.”

“Ez pir ditirsiyam ku bikevim destên wan”

Tişta ku herî zêde Bêrîtanê li pişt dîwar diêşîne ew e ku nikare tiştekî bike û her dem ji xwe re dibêje, ‘ez bi tenê me û min ji xwe dipirsî gelo ez dikarim tenê bi çekekê şer bikim.’ Bêrîtan bi van gotinan tevliheviya hestên ku jiyaye pênase dike: “Ji ber ku hejmara wan pir bû, ez newêribûm li hemberî wan şer bikim û di heman demê de pir ditirsiyam ku bikevim destên wan.”

“Keçeke xalê min a pir şîrîn çêbibû. Keça wê çil rojî bû. Kî dizane ger zilma vê cîhanê bidîta qet nedihat vê cîhanê. Li aliyê rastê yê odeyê, di hembêza jinxala min de, ji birçîna her dem digiriya. Jinxala min, di nava wê tirsê de, ji bo wê bêdeng bike çi dikir, çi nedikir qet nedisekinî. Di wê demê de DAIŞ’î hatin hundir û li ber jinxala min sekînin gotin ‘zarokê xwe bêdeng bike yan na em dizanin çawa wê bêdeng bikin’. Jinxala min ji gotinên DAIŞ’iyan tiştekî fêm nekir.

“Di destên wan de sator hebûn”

Bêrîtan diyar kir piraniya jinên civaka Êzidî bi Erebî nizanin, ji ber fermanan civaka Êzidî ji gelek tiştan re xwe girtiye û dide zanîn ku di fermanan de her dem jin tên qetilkirin lê ruhê Êzidayetiyê yê rastiyê, nayê kuştin. Bêrîtan tîne ziman ku ji ber jiyana girtî, jinaxala wê û bi sedan jinên mîna jinxala wê Erebî nizanin.

“Min hemû tiştên DAIŞ’iyan ji jinxala min re gotin fêm kir. Jinxala min fêhm nekiribû ku DAIŞ’î çi dibêjin lê ji tona dengê wan û îfadeya rûyê wan fêm kiribû ku tiştekî xirab dibêjin. Jinxala min ji bo bêdengkirina zaroka xwe hîn zêdetir hewl da. Piştre DAIŞ’î ketin hundir. Jinxala min ji bo zarok ji wan xwarin xwest. Ji wan re bi Kurmancî got: “Pitîka min ji bo birçîna digirî, dizanim dengê wê we aciz dike, hinek şîr bidin ez wê bêdeng bikim.’ DAIŞ’iyan qet guh nedan wê û jinxala min jî ji aliyekî ve hewl dida zaroka xwe bêdeng bike û ji aliyekî ve jî heman tiştan bi dengekî bi minet dubare dikir. DAIŞ’iyan wê demê jê re gotin, “Ger tu vê zarokê bêdeng nekî, em ê wê bikin xwarin û ji te re bînin.” Jinxala min ev yek fêm nekiribû. Gava ku min ji xwe re digot, ‘Ma ew dibe, ma ew tiştê dibêjin dikin?’ Min xwe dixwar. Hemû kesên li wir birçî bûn. Du roj derbas bûn û tiştekî nedabûn kesê. Ez jî birçî bûm lê ez bêtir tî bibûm. Min xwest herim avê vexwim. Fikirîm, ‘dibe ku ez valahiyek bibînim, herim avê bigrim û ji zarokê re şîr bibînim’. Tam wê gavê dengê çeteyên DAIŞ’ê ji hundirê odeyê dihat. Ez ji tiştên ku min di hundirê serê xwe de ava kiribû dûr ketim û dubare min dest bi temaşekirina odeyê kir. Du DAIŞ’î li kêleka jinxala min sekinîbûn û di destên wan de sator hebûn. Zaroka li ser çoka jinxala min kaş kirin û girtin. Yekê ji wan bi pitikê girt û yê din jî serê zarokê girt destên xwe.”

“Ev der şahidiya her tiştî kir”

Bêrîtan wê kêliye sekinî û di axaftinê de zehmetî kişand. Gotin di qirika wê de asê mabûn. Em jî mîna wê ketibûn nava valahiyê. Me xwestibû em hevokên wê yên din nebihîsin. Ew jiyabû û bi çav û hestên xwe ji tiştên hatin jiyîn re şahidî kiribû. Dema me guhdarî dikir, di hemû hucreyên xwe de me êşê hîs dikir, dema ku ew dijiya çawa çêbûbû? Em qet nikaribûn li dayika wê zarokê bifikirin. Bêrîtanê hewl da tiştên ku dîtiye vebêje. Gotin ji devê wê dernediketin. Dema ku me yê jê re bigota “nebêje”, gotinên xwe domand. Fikirî ku divê her kêliya vê zulm û hovîtiyê bibêje. Diyar bû ku wê ji xwe re digot ‘ger ez behsa wê kêliyê bikim, hêza wê di xwe de ava bikim, ez dikarim tola jinên Êzidî û zarokên wan ên bêguneh bi hêztir bigrim’ xwe wisa îqna kiribû. Çavên xwe girt, fikirî, dûre bi dengê sekan gotinên ku dilê wê de mabûn anî ziman bi destên xwe nîşan da û got: “Li vir, tam li vir sekinîn û her tişt li vê derê çêbû.

ROJBÎN DENÎZ 

Show More
Back to top button