Rîham Hesen: Piştî Fermanê jinên Êzidî li cewherê xwe vegeriyan

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen diyar kir ku heye niha hesab ji kesên bûne sedema fermanê nehatiye xwestin û got: “ Dixwazin naskirina jenosîda Êzidiyan bi pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ve girê bidin.”

Têkildarî 8’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ji ajansa me re axivî. Rîham diyar kir ku di dîrokê de gelek ferman hatine serê wan, lê vê carê wan ev ferman weka qeder nedît, karibû xwe bi rêxistinkirinê tola fermanê hilînin. Hesen got : “Heta niha kesên bûne sedema fermanê nehatine darezandin.”

‘Me bi rêxistinkirina xwe tola fermanê hilanî’

Hevseroka Desteya Rêveber di destpêka axiftina xwe de got: “Ji dîrokê heta niha gelek ferman li serê ma rabûn, lê dema di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser Şengalê kirin, me ev êriş wekî qeder nedît, ji ber ku ev pilaneke bi salane li ser me tê meşandin. Ji serdema Osmaniya heta niha dixwazin vê olê tine bikin. Çawa di dîrokê de herdem Êzdiyan bîr û baweriya xwe parastine, ev bi berxwedaniya vê civakê pêk hatiye. Di şexsê Derwêşê Ebdî, Êzdî Mîrza, Zerîfa Osê , Stiya Ês û Stiya Nexşa û heya digehe Zero bi berxwedaniya vanên wisa Êzidî heta niha mane.”

Keç û xortên me ji gerîla hêz girt’

Rîham li ser mudaxileya gerîlayên PKK’ê ya di dema êrişên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de jî ev nirxandin kir: “Dema ku şagirtên Serokatî gerîlayên Azadiyê bi hawara me hatin, hêviyek mezin ji me re çêkirin. Keç û xortên me ji wan hêz girtin û li kêleka gerîla cihê xwe di berxwedaniya li hemberî çeteyan de girtin. Piştî Şengal hate rizgarikin me wek gelê Êzidî dest bi xwe rêxistinkirinê kir, ji ber ku em gihane wê baweriyê eger beriya êrişê em xwedî rêxistin bûna ewê ferman hewqasî dijwar bi serê me de nehatiba. Rêxistina me ku li Şengalê pêş ket , me karî em xwe bi xwe herênên xwe rizgar bikin. Her wiha xwe bi rêve bibin, em ji xwe re vê rêxistinbûnê wek tolhildana fermanê dibînin. Ji ber ku dijmin her xwestiye ku me tine bike, lê dema em karibin bi rêxstin bûna xwe li hemberî êrişa bisekinin ev dibe tolhildan.”

‘Dema fermanê jinên Êzidî li cewherê xwe vegeriyan’

Rîham Hesen bal kişand ser têkoşîna jinên Êzidî ya li dema fermanê de û eşkere kir ku wek tolhildana ji fermanê û zilma li ser jinên Êzidî hatiye kirin, jinan ev zilm  veguharandin tolhildanê û li ser vî esasî xwe rêxistin kirin û wiha domand: “Ji bo parastina xwe hêzên xweyên parastinê YJŞ’ê dane avakirin. Xwe li herdera Şengalê bicihkirin. Di hemû saziyên rêveberiya xweser de jinê ciha xwe girtiye, çawa di dîrokê de jinê kariya rêxistinêbûnê liderdora xwe çêke, di dema fermanê de jinên Êzidî li cewherê xwe vegeriyan û dîsa pêşengtî ji rêxistinbûnê re kirin.”

Pêngava Rêxistinbûnê

Rîham Hesen pêngava yekemîn a rêxistinbûna civaka Êzidî jî wihan nirxand: “Deme me dest bi rêxistinkirina xwe kir, me dizanî ku em ê rastî gelek zehmetiyan bên û êriş û pilan wê li ser vê rêxistina me zêde bin. Ji ber dijminê ola Êzdiyan gelek caran hewil dan, bi planên xwe vê rêxistina me ya ku pêşengtî ji hebûna pêşerojekea azad re dike hilweşînin.  Em derbasî sala 8’an dibin ku em rastî fermanê hatine, lê heta niha, rê li ber Êzdiyan tê grtin, ji bo ku nekarin xwe rêxistin bikin, di serî de PDK’ê.  PDK’ê ku sedemê yekemîn ê fermanê bû, niha jî xwe wek xwediyê Şengalê dibîne, dixwaze bi her awayî be vegere Şengalê. Beriya fermanê PDK’ê li Şengalê serdest bû û hemû herêm li bin serweriya wan debûn, lê dema hat û qewimî bi erk û berpirsiyartiya xwe ranebûn.

Di wan salên PD li Şengalê bû, hewil neda ku gel bibe yê xwe, belkû wekî dîktator li ser civakê desthildariya xwe dide ferzkirin. Çend kesên weka Mihma Xelîl û Viyan Dexîl hene ku ji dema PDK’ê li Şengalê bûn heta niha bi wan re kar dikin, lê ev kes nûnertiya xelkê Şengalê nakin. Tenê nûnertiya berjewendiyên PDK’ê dikin.”

‘Kesên Şengal firotin ne xwediyê Şengalê ne’

Rîhan Hesen got: “Em ji her kesekî re didin diyarkirin ku Şengal ne ya wan kesane ku bûne sedema komkujiya gelê me, belkû Şengal ya wan kesane ku ji dema ferman de li Şengalê liber xwedan û hete niha li ser axa Şengalê têkoşîn dikine. Şengal a wan kesane ku ji bo azadkirina keç û jinên me yên di destê DAIŞ’ê de zarokên xwe kirine qurbanî.”

‘Dixwazin pêkanîna peyman 9’ê Cotmehê û jenosîdê bi hev re girê bidin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen  wiha dawî li axaftina xwe anî:“Iraq jî li hemberî civaka Êzidî û kesên bûne sedema fermanê bê helweste.  Heta niha ji ber ketina Şengalê hesab nehatiye xwestin. Li aliyê din hete niha komkujiya Êzidiyan ji aliyê Iraqê ve wek jenosît nehatiye pejirandin. Belkû bi rêya pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê dixwazin pilanên xwe li ser Şengalê dewam bikin. Ji ber wê pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê û naskirina jenosîdê bi hev re girê didin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button