Li Şengalê ji bo Dijwar Feqîr merasîma bîranînê

Ji bo Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr di 2’yemîn salvegera şehadetê de, li Şengalê xêr hate dayîn û merasîmek hate lidarxistin. Ji malbata Feqîr, Hilwa Feqîr destnîşan kir ku Dijwar Feqîr ji şikestina DAIŞ’ê heya rizgarkirina Şengalê şerekî mezin meşandiye û got: “Li hemberî dijminê xwe serkeftî bû lê ji aliyê xayînan ve hate şehîdxistin. Lê ew xwefiroş wê hesabê bidin.”

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr ku salên dirêj fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî kiribû, di 7’ê Kanûna 2021’an de li Xanesorê bû hedefa êrîşa dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê. Di encama teqîna mayîna ku bi seyareya wî ve girêdabûn, Dijwar Feqîr şehîd ket, du zarokên wî yên li gel wî jî birîndar bûn.

Di 2’emîn salvegera şehadeta wî de, li ber derê mala wî ya li Xanesorê ji bo şehîd Dijwar Feqîr xêr hate dayîn û bi beşdariya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, TAJÊ û xelkê Şengalê, ji bo fermandar û pêşengê civaka Êzidî Dijwar Feqîr merasîmek hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û her wiha ji bo rihê şehîdan mûm hatin pêxistin. Di merasîmê de sînevîzyonekê li ser jiyan, kesayet û têkoşîna Dijwar Feqîr hatibû amadekirin jî hate temaşekirin. Di merasîmê de li ser navê sazî û dezgehan peyam hatin xwendin û bi taybet soza hesabpirsîna ji xiyanetkaran hate dayîn. Di peyaman de têkoşîna Dijwar Feqîr a ji bo xweseriya Şengalê hate destnîşankirin û soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

‘Ji şikestina DAIŞ’ê heya rizgarkirina Şengalê şer kir’

Yek ji endamên malbata Dijwar Feqîr, Hilwa Feqîr ku beşdarî merasîmê bû, derbarê şehadeta Dijwar Feqîr de axivî û got: “Hevalê Dijwar di destpêka fermanê de çeka xwe hilgirt û li hemberî dijmin şer kir. Heya roja şehadetê jî bi kîneke mezin şerekî dijwar li hemberî dijmin meşand. Ji şikestina DAIŞ’ê heya rizgarkirina Şengalê ev şer berdewam kir. Yek ji hedefên hevalê Dijwar rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de bû. Bi vê armancê xwe roj bi roj pêşxist û gihîşt asta fermandariya YBŞ’ê.”

‘Bi hêz û hezkirin kar kir’

Hilwa Feqîr diyarkir ku Dijwar Feqîr di rêya têkoşînê de ti carî dudilî nebûye û wiha behsa kesayeta wî kir: “Bi hemû hêz û hezkirina xwe ji bo rêya xwe kar kir. Dema ji aliyê leşkerî ve pêwîst bû hevalê Dijwar leşker bû, dema pêdiviya civakê pê hebû hat tevlî xebatên qada civakî bû. Ji bo karên ku kete ser mile wî, ti carî tereddut nekir.”

‘Emê hesabê ji dijminên kokê bixwazin’

Hilwa Feqîr herî dawî balê kişand ser ku Dijwar Feqîr ne di şer de lê belê bi destê xayîn û xwefiroşan hatiye şehîdxistin û wiha axivî: “Pêşengekî wisa ku li dijî DAIŞ’ê, li dijî dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şer kir û xwe gîhand serkeftineke mezin, bi destê xayînên vê civakê ve hate şehîdxistin, ev tiştekî pir girane. Hevalê Dijwar li hemberî dijminê xwe serkeftî bû lê ji aliyê xayînên xwefiroş ve hate şehîdxistin. Lê ew însanên xwefiroş wê hesabê bidin. Ew kesên ku destê xwe xistine nav destê dewleta Tirk, emê yek bi yek hesabê ji wan bixwazin.

Bila dijmin zanibe ti carî nikarin îradeya me bişkîne, em bi fermanan mezin bûne û ewê hesabê ji dijminên kokê bixwazin.”

03/12/2023 

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button