Xebatên ji bo hilbijartinê di domin: Meclisa Gel a Şengalê di nava gel deye

Li Şengalê xebatên ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan bê navber dewam dikin. Rojane Meclisa Gel a Şengalê bi namzetên Şengalê re digerin û ji gel dixwazin ku vê carê dengê xwe bidin xwe. Xelk eleqeyek mezin nîşanî namzetan didin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hemû saziyên xwe ji bo hilbijartinê ketine tevgerê, kartên namzetên PADÊ li ser gel belav dikin û bernameya xwe ji gel re vedibêjin. Namzetên lîsteya tifaqê ya bi hejmara 134 ku bi navê ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ dikevin hilbijartinê li seranserê Şengalê balê dikişînin ser xwe û ketiye rojeva gel.

Meclisa Xweser a Şengalê jî kartên namzetan bazar bi bazar, mal bi mal belav dikin, gel derbarê hilbijartinê agahdar dikin û ji bo gel deng bide lîsteyê û bi taybet jî namzetên PADÊ deng dixwazin.

Endamê Meclisa Gel a Şengalê Şêx Celal ku îro, bi lijneyekî di nava gel de digere, ji ajansa me re axivî. Şêx Celal diyar kir ku divê vê carê namzetên xwe bişînin encûmena parêzgeha Nînovayê û got: “Em îro weke Meclisa Şengalê di nava gel de digerin, kartên xwe belav dikin. Ji gel re jî dibêjin, vê carê dengê xwe bidin xwe û gelê xwe, bila dengê ji yên xerîb re neçe. Xelk jî heya niha bi kêfxweşî me pêşwazî dike. Em naxwazin dengê me vala biçin.’

Rojane endamên Meclisa Gel a Şengalê li gel endamên saziyan û mirovên xwebexş kom bi kom derdikevin nava gel û bangeşeya hilbijartinê dikin.

Namzet jî wê li koşkên gundan bi gel re bicivin, xwe bidin nasîn û daxwazên gel guhdarî bikin.

03/12/2023

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button