Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Bi saya Egîd û Mazlûman Êzidî xwedî hêzin

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi boneya Heftiya Qehremaniyê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi saya qehremanên pêşeng, civaka Êzidî xwe naskir û li ser riya wan hêza xwe ya parastinê avakir.

Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê bi boneya Heftiya Qehremaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“21’ê Adarê pêşengê têkoşîna azadiyê Malzûm Doxan, li zindana Amedê li hemberî ferzkirinên teslîmyetê, bi awayek fedayî çalakiyek pêkanî. Mazlum Doxan bi vê sekna xwe ya bi rûmet, bû sembola berxwedan û têkoşîna dijî zilmê. Piştî wê Mahsum Korkmaz (Egîd) berxwedaniya hevrê Mazlum Doxan gihand çiyayên azad. Fermandarên navdar Mahsum Korkmaz, 15’ê Tebaxa 1984’an guleya yekem dijî mejiyê dijmin teqand, bû sembola qehremantiyê û pêşengî ji egîdên nûjen re kir.

Qehremanên weke Mahsum Korkmaz û Mazlum Doxan ku bûn sembola qehremanên serdemê, bûne rênîşa serkeftin û azadiyê. Îro bi saya wan qehremanan, civaka Êzidî xwe naskiriye û li ser rêya qehremanên têkoşîna azadiyê hêza xwe ya parastinê avakiriye.

Di 3’ê Tebaxa  2014’an de li ser civaka me ya Êzîdî ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê û hêzên tarî ve fermanek pêk hat. Di vê fermanê de bi pêşengiya şagirtên  Rêber Apo em ji komkujiyekê xilas bûn. Ev cangoriyên azadiyê bi xwîna xwe ev axa pîroz gav bi gav ji destê çeteyên hov rizgar kirin. Di dîroka me de her tim şûrê desthilatdaran li ser gelê me yê Ezidî kêm nebûye, lê li kêleka vê jî berxwedaniya lehengên civaka me ya Êzîdî jî kêm nebûye. Çawa ku civaka Êzîdî gelek caran bi xeteriya tunebuyînê re rû bi rû hatiye, her tim qehremanên weke Mam Zekî Şengalî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Zerdeşt Şengalî, Merwam Bedel, Azad Qeyranî, Enwer Tolhildan, Berîvan Şengalî û Delal Amed, pêşiya van xeteriyan girtiye û bûne lehengên civaka me ya Êzîdî û gelê Kurd.

Li dijî her êrîşekê qehremanek an jî qehremantiyek di nav civakê de derketiye holê. Ew qehremanên derketine holê xwedî li jiyan, bawerî, ziman, ax û civaka xwe derketine û bûne parçeyek ji jiyana me. Edî ew destanên qehremantiyê bi demê re bûn nîşaneya jiyanek azad ku her tim were jiyankirin. Em îro weke civaka Êzîdî bi saya firkir û felsefeya Rêber Apo ku şehîdan weke nirxên civakê yên herî pîroz pênase dike, gihiştin vê astê. Bi vî ruhê fedayî yê ku li çiyayên azad bi pêşengiya jinên lengeng û gerîlayên azadiyê ev berxwedanî belavî hemû şaniyên civakê dibe, jiyanek azad û aram diyarî me dikin.

Em careke din dibêjîn em ê her tim li pey şopa şehîdên xwe yên qehreman bin. Emê heya dawî û xweseriya Şengalê misoger bikîn, têkoşîna xwe dewam bikin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

 

Show More
Back to top button