Jinên Êzidî û Ereb di pîrozbahiya 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Rêber Öcalan kirin

Bi sedan jinên Êzidî û Ereb, li Geliyê Kersê bi şahiyeke girseyî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin û di şahiyê de jin daxwaza azadiya Rêber Öcalan kirin.

Di şahiyê de bi navê TAJÊ, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û YJŞ’ê peyamên girîng hatin dayîn. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Di dewama şahiyê de bi navê Fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî axivî. Hêza Şengalî 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan pîroz kir û got: “8’ê Adarê li Rêber Apo ku bi saya wî ev roj watedartir bûye, li hemû jinên li ser xeta azadiya jinê têdikoşin, pîroz dikim. Di heman demê de jinên di berxwedan û tekoşîna azadiya jinê de şehîd bûne, bi rêzdarî bibîr tînin. Bi tekoşîn û keda Sakîne, Bêrîtan û Bêrîvanan em gihiştin vê astê. Rêber Apo rê nîşanî jinê da ku karibe bibe xwedî nasnameya xwe û tekoşîna ji bo azadiya jinê mezintir bike. Her Rêber Apo bû hişt ku em jinên Êzidî di hemû aliyan de li ber xwe bidin û li hemû qada de xwe rêxistin bikin. Ji bo vê yekê jî divê jin ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezintir bikin.”

‘Pêwîste jin xwedî li pêngava ji bo azadiya Rêber Apo derbikevin’

Hêza Şengalî di dewama peyama xwe de qala pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ jî kir û wiha axivî: “Pêwîste hemû jin netenê li Şengalê li her derê xwedî li vê pêngavê derkevin û hedefa pêngavê ya azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Em wek jinên Şengalê pêwîste heya dawî ji bo azadiya Fîzikî a Rêber Apo xwe rêxistin bikin.”

‘Pêwîsta tekoşîna azadiya jinê bigihije armanca xwe’

Her wiha li ser navê Meclisa jinên Ereb Fatîme Mistefa jî peyameke kurt da û got: “Em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Destkeftiyên jinan bi saya pêşengên ku canê xwe ji dest dane, çêbûye. Pêwîste têkoşîna azadiya jinê li her derê bigihije azadiya jinê.”

‘Têkoşîna jinê ya li Kurdistan û Şengalê hêz dide me’

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Emîra Zozan jî peyameke kurt da û wiha got; “Jin ji Rojava heya, Şengal, Başûr, Bakur û Rojhilat li berxwe didin û destkeftiyên me diparêzin. Ev berxwedana wan hêz û cesaretê dide me.”

Koma Mûzikê û govendê ya Sitiya Nexşa û hunermenda Êzidî Îda Şengalî derketin ser dikê.

Şahî bi gerandina govendê û bicoş bidawîbû.

Show More
Back to top button