Jinên Êzidî: TAJÊ her rojek Şengalê, wê vegûherîne 8’ê Adar ê

Rêveberên Sazî û Rêxistinên Şengalê û TAJÊ, diyarkirin Şengal bi rihê jina wêrek berbi azadî û xweseriyê ve diçe û gotin: "Wê têkoşîna me heta azadiya jin û Şengala xweser berdewam bike. Emê her rojeke Şengalê bikin, 8'ê Adar ê."

Duh bi sedan jinên Êzidî û Ereb, li Geliyê Kersê ya Şengalê 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar ên Cîhanê pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kirin.

Ji qada pîrozbahiya 8’ê Adarê rêveber û endamên Sazî û Rêxistinên Şengalê peyamên girîng ên pîrozbahî û têkoşînê bi rêya ajansa me dan. Jinên Êzidî diyar kirin, wê ti tişt nekare pêşî li têkoşîna wan a ji bo azadiya jin û Şengaleke Xweser bigire û dan zanîn ewê bi têkoşînê ne rojek, her rojeke Şengalê bikin, 8’ê Adar ê.

‘Bi hêviya bibe cejna azadiya jin’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî: Ez vê rojê li tevahî jinên cîhanê, li mîmarê azadiyê Rêber Apo ku rêya azadiyê ji me re vekir pîroz dikim. Ez vê rojê li hevalên me yê li berxwe didin YJŞ û YJA-Starê pîroz dikim. Bi hêviya ev cejin bibe cejna azadiyê ya hemû jinan û sedsala 21’emîn jî bibe, sedsala azadiya jin ê.

‘Îradeya jin pêşketiye’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Bêrîtan Çiya: Ev rojeke gelekî xweş û girîng e ji bo me. Berê me vê rojê nedizanî û astengî li pêş me hebû. Lê niha jin zêdetir azad in û bûne xwedî îrade. bi destê xwe ye. Kombûna me ya liv ir gelekî girîng dibinim.

‘Roja berxwedan û têkoşînê ya jinê ye’

Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Neam: Beriya her tiştî ez vê rojê li Rêbertî û malbata wî pîroz dikim. 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê, li hemû jinên şoreşger yên li eniyên pêş ên şer li berxwe didin pîroz dikim. Li YJŞ’ê û civaka me ya Êzidî pîroz dikim. 8’ê Adar ê roja têkoşîn û berxwedana jinê ye. Roja bilindkirina têkoşînê ye. Her mirovek azadiya xwe bixwaze, pêwîste roja 8’ê Adar ê rabe serxwe û li berxwe bide. Berê jî 8’ê Adarê hatibû bihîstin, lê ji me re hatibû gotin, roja cil û bergên gelêriye. Lê piştî fermanê gerîla hatin şûnde me vê rojê naskir û pîroz kir.

‘Pêwîste jin bindestiyê qebûl neke’

Hevseroka PADÊ Macîde Dexîl: Ez vê rojê li hemû jinan û li gerîlayan pîroz dikim. Pêwîste jin di vê rojê de timî rabe serxwe, li berxwe bide û ji bo azadiya xwe têbikoşe. Pêwîste jin bindestiyê qebûl neke. Ji fermanê heya niha gelek guhertin di civaka me de çêbû. Niha jin dikarin rabin ser xwe û gelek tişt ji xwere bike. Lê helbet hemû jin wisa nîne. Hîn jî gelek jinên bindest hene. Em ji wan jî hêvî dikin ku rabin serxwe û vê rojê pîroz bikin.

‘Şengal bi rihê jina wêrek berbi xweserî û azadiyê ve diçe’

Berdevka TAJÊ Riham Hico: Ez vê roja jinan li xwediyê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelan Rêber Apo pîroz dikim. Li hemû malbatê şehîdan û hevjînên şehîdan pîroz dikim. Li YJŞ’ê, li hemû endam û rêveberên TAJÊ, li hemû jinên li qadên têkoşînê şer dikin û li berxwe didin, ji bo azadiya jin têkoşînê dikin, pîroz dikim. Em dibêjin, Şengala bi rihê jina biwêrek berbi azadiyê û xweseriyê ve diçe, ti kes wê nikaribe bisekinîne. Heya Şengal xweser nebe û jin azad nebe, wê TAJÊ her rojeke Şengalê bike, 8’ê Adar ê.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button