Heso Îbrahîm: PDK rê li nasandina Rêveberiya Xweser ya Şengalê digre

Endamê Encûmena Îdareya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Heso Îbrahîm da zanîn ku PDK rê li nasandina Rêveberiya Xweser ya Şengalê digre, ji ber ku destê wan bi xwe di vê komkujiyê de heye. Heso got ku li gorî destûra Iraqê mafê wan heye ku ew bi xwe, xwe rêvebibin, ji bo vê jî ewê li serî li hemû deriyan bidin.

Bi ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re 9 sal derbaz bûn, heya niha 13 welatên cîhanê fermanê weke jenosîd naskirine. Lê heya niha Hikumeta Iraqê fermanê weke jenosîd nasnekiriye û ji bo vê jî ti pêngavek ne avêtiye. Derbarê mijarê Endamê Encûmena Îdareya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Heso Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Heso Îbrahîm destpêkê spasiya welatên ku komkujiyê weke jenosîd naskirîn kir û wiha axivî; “Em naxwazin ew biryar tenê li ser kaxezê bimîne, divê ji bo Êzidiyan bibe piştgirî, kesên ku bune sedema komkujiya ser Êzidiyan werin dadgehkirin, mixabin heya niha Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê fermanê weke jenosîd nasnekirine. Dema behsa jenosîdê tê kirin, naxwazin guh bidinê. Ji ber ku destê beşek ji desthilatdaran têde heye, ji bo vê jî komkujiyê weke jenosîd nanasin.”

‘Li gorî destûra Iraqê, mafê xwe rêvebirinê heye’

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm behsa qebûlkirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê dike; “Şengal xwediyê sîstemek xwerêveberiyê ye, di warê leşkerî, siyasî, aborî, xizmetguzarî, çandî, taybet jî di warê rêxistina ciwan û jinan de xwe pêşxistiye û karê li ser vê sîstemê dewam dike. Rêveberiya Xweser ya Şengalê daxwaza tiştek ku ji derveyî destûra Iraqê be nake. Destûra Iraqê maf dide me ku em bi xwe, xwe rêve bibin.”

Derbarê planên PDK’ê yên derbarê Şengalê û bêxemiya Hikumeta Iraqê de jî Heso wiha radigihîne; “Iraq weke heykelek bê derî û pencereye, her kesê bixwaze têde dilîze, sînor û hikumet nîne. Iraq ji aliyê 4 welatên derdor ve tê rêvebirin, eger li gorî destûrê kar were kirin, Tirkiye û Îran nikare dagirkeriyê bikin, Şengal û herêmên din jî nikarin werin bombebaran kirin. Emerîka û Îsraîl jî nikarin serdestiyê bikin. Îro hemû aliyek destwerdana Iraqê dike, lê partiyên di nava parlamentoyê de, tenê ji bo pere şer dikin. Bi taybet PDK astengê sereke ya nasandina Rêveberiya Xweser ya Şengalê ye. Ji ber destê PDK’ê bi xwe di komkujiyê deye û Peymana 9’ê Cotmehê bi Kazimî re îmzekiriye.”

Di dawiya axaftina xwe de Heso Îbrahîm got; “Têkoşîn û berxwedana me dewam dike, ya ku bi serê me de hat ne kême. Ji bo wê mafê me heye ku em xwe rêve bibin. Komkujî bi ser mede hat, dayik û xwişkên me di bazaran de hatin firotin. Ji bo wê heya Rêveberiya Xweser ya Şengalê were qebûlkirin, emê berê xwe bidin hemû deriyên ku mafê mirovan diparêzin.”

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button