Li Şengalê ji bo şehîdên fermanê jiyan hate sekinandin

Civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê îro saet di 10:00’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê jiyanê ji bo 5 deqe dane sekinandin. Li hemû gund û komelgehên Şengalê çûn û hatina wesayîtan, kar û xebatên rojane, liv û tevgera jiyanê hate rawestandin.

Beriya neh salan di roja 3’yê Tebaxa 2014’an de fermaneke giran bi ser civaka Êzidî de hat. Komkujiya herî mezin a sedsala 21’emîn bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate kirin, lê bi hevkariya dewleta tirk, PDK’ê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî. Di fermanê de bi hezaran Êzidî bi şûrê fermanê hatin qetilkirin, bi hezaran hatin dîl girtin, bi sed hezaran kes ketin ser rêya koçberiyê.

Civaka Êzidî di 9’emîn salvegera fermanê de, şehîdên fermana 2014’an bi çalakiyên berfireh bibîr tîne. Îro jî, di destpêka rojê de ji bo hemû şehîdên fermanê çalakiya rêzgirtinê hate lidarxistin. Civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê îro saet di 10:00’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê jiyanê ji bo 5 deqe dane sekinandin. Li hemû gund û komelgehên Şengalê çûn û hatina wesayîtan, kar û xebatên rojane, liv û tevgera jiyanê hate rawestandin.

Li Xanesor, Sinûnê, ser reya Duhola û li navenda Şengalê bi pêşengiya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi beşdariya gel bi awayek girseyî çalakiya rêzgirtinê hate girtin. Li gund û komelgehên din jî li ber deriyê meclîsên gel şehîdên fermanê hate bîranîn û jiyan hate sekinandin. Kesên tevlî çalakiyan bûn, diyar kirin ku ev roja reş û xiyaneta ku li civaka Êzidî hatiye kirin divê ti carî neyê ji bîr kirin.

‘Pêwîste civaka Êzidî roja reş ji bîr neke’

Welatiyê ji Xanesorê Yusif Cuan Hecî got ku ew ji bo ruhê şehîdên fermana 2014’an vê çalakiyê dikin û wiha axivî: ‘’Fermanek bi ser me de hat, komkujî çêbû. Pêwîste em vê rojê ji bîr nekin û tevlî çalakiya bîranîna şehîdên fermanê bibin. Ev ferman bi ser me hemûyan de hat, çi yên li kampane çi yên çûne Ewrûpayê. Pêwîste em ji bîr nekin kê wê rojê bi me ve hat û kê xiyanetê li me kir.’’

‘Hemû gorên komî divê were vekirin’

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Xalid Şengalî jî diyar kir ku civaka Êzidî wê ti carî roja reş a fermanê ji bîr neke û wiha berdewam kir: ‘’ Heta niha hestiyên şehîdên me di gorên komî de ne, çend gorên komî hene hê jî nehatine vekirin. Em dixwazin hemû gorên komî werin vekirin.’’

‘Divê hemû Êzidî bigîhin hevûdû’

Yek ji oldarên Êzidiyan Feqîr Şivan jî anî ziman ku ew ti carî şehîdên fermanê ji bîr nakin û ev peyam da: ‘’Ev roj rojeke reşe bi ser me de hat, emê ji bo şehîdên Êzîdxanê rêz bigirin. Di vê roja reş de divê hemû Êzidî bigîhin hevûdû. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de mala me xira kirin, em şewitandin, ferman bi ser me de hat. Lê Êzidî bi fermanan xilas nabin.’’

ŞENGAL- ROJNEWS

Show More
Back to top button