Berpirsê PDK’ê dixwaze 4 cîwan bêne darve kirin

Derket holê ku Berpirsê Fermandariya Pêşmergeyên PDK’ê ya Şengalê Qasim Şeşo, 10 çekdarên xwe di dema darizandina 4 ciwanên Êzidî de wekî şahid nîşan dane û rê vekiriye ku cezayê darvekirinê li wan bê birîn

Di 26’ê Îlona 2020’an de 2 xortên ji eşîra Şemir, li ser rêya navbera Til-Izêr û Şengalê hatinbûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin.

Dadgeha Ceza ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara bidarvekirinê da.

Li ser biryara dadgehê xelkê me xwepêşandanên nerazîbûnê lidar xistin, diyar kirin ku 4 ciwan bêsûcin û bang li rayedaran kirin ku lêkolînek rast were kirin û edalet bê bicîhanîn.

Dîmeneke ku derketiye holê, van daxwazên gelê me zêdetir mafdar derdixîne.

Di 16’ê gulanê (2 roj berê) Berpirsê Fermandariya Pêşmergeyên PDK’ê ya Şengalê Qasim Şeşo seredana Bajaroka Rebîa kir û li gel yek ji serokên eşîra Şemer Manea Ecîl Yawer hevdîtin pêk anî.

Dîmena ku derketiye holê jî ya vê serdanê ye û tê de behsa girtina 4 ciwanên Êzidî tê kirin.

Di dîmenê de Yawer dibêje ku Qasim Şeşo di girtina 4 ciwanên Êzidî de alîkarî kiriye, her wiha di dema darizandina wan de 10 çekdarên xwe dijî 4 ciwanan wekî şahid di dadgehê de amade kirine û spasiya Şeşo dike.

Yawer di berdewama axaftina xwe de dibêje: “Ji roja destpêkê de Qasim Şeşo bi me re bûye alîkarî û ji bo meseleyên qanûnî her tiştekî ketibe ser milê wî ji bo me kiriye. Her wiha di dadgehkirina wan de jî 10 kes amede kirine ku bibin şahid heya ev kes bigihîjin cezayê xwe. Ji bo vê helwestê em kêfxweşin û hêvîdarim ku wê têkiliyên me dewam bikin.”

ÇAVKANÎ: ŞİNGAL-ROJNEWS

https://rojnews.news/ku/kurdistan/berpirse-pdke-jibo-darvekirina-4-ciwanen-ezidi-10-sahid-nisan-dan/

Show More
Back to top button