Rêveberiya Xweser û PADÊ bi şahiyekî namzetên xwe dan nasîn

Rêveberiya Xweser a Şengalê  û PADÊ li ser navê hevpeymaniya ‘Yekîtîya Gelên Nînowayê’ bi  4 namzetan beşdarî hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê dibe. PADÊ  ji bo danasîna namzetên xwe li nahiya Sinûnê şahiyek girseyî lidar xist  û ji bo beşdariya hilbijartinê jî bang li xelkê Şengalê kir.

Biryare di 18’ê Kanûna 2023’yan de li Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan pêk werin û ji 1’ê Mijdarê ve ye propagandaya ji bo hilbijartinan destpêkiriye. Hêz û aliyên siyasî yên Şengalê jî bi yekitî û tifaqeke siyasî amadekariya hilbijartinan dikin da ku li ser navê gelên Nînovayê siyaseta pêkvejiyana gelan pêşbixin.

Rêveberiya xweser a Şengalê û PADÊ jî li gel Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) û Partiya Refe li Musilê, bi navê  hevpeymaniya ‘Yekîtiya Gelê Nînovayê’tevlî hilbijartinan dibe ku 4 namzetên PADÊ li ser navê vê lîsteyê navê xwe tomar kirine.

Bi pêşengiya PADÊ ji bo danasîna namzetan li nahiya Sinûnê şahiyek girseyî hate lidarxistin û namzetên PADÊ Azad Ebdal, Qasim Keşko, Dexîl Sîdo û Felah Dilêmî di şahiyê de amadebûn û peyamên xwe gihandin civaka Êzidî û Ereb ya Şengalê.

Di peyaman de bang li tevahiya civaka Êzidî û Ereb ya Şengalê hate kirin ku 18’ê Kanûnê biçin ser sindoqan dengê xwe ji bo nûnerên xwe bikarbîne.

‘Namzetên me dê nûnertiya Rêveberiya Xweser bikin’

Bernameya Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo rihê Şehîdan destpêkir û piştre li ser navê PADÊ’ê endamê mektep siyasî Hadî Mehlo axivî û got: ‘Ev hilbijartin ji bo me firsete û pêwîste, divê em ji dest nedin. Namzetên me yên hatine diyarkirin ji dema fermanê ve li ber gelê me de kedek mezin dane, em namzetên xwe bawerin ku di encûmena parêzgeha Mûsilê de nûnertiya rast a gelê me bikin. Namzetên me wê bibin dengê Rêveberiya Xweser û ji bo mîsogerkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bixebitin. Niha jî dijmin hewl dide rêveberiya me tine bike. Lewma divê di roja hilbijartinê de gelê me fermanê bîne bîra xwe û wisa dengê xwe bikarbîne.’

‘Di hilbijartinê de divê herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe, wisa deng bide’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî xêrhatina mêhvanan kir û got: ‘Di dîrokê de em timî rastî êş û zehmetiyan hatine, lê hêvî dikin bi serkeftina ku em di vê hilbijartinê de bi rêya namzetên xwe bidestbixin, êdî rûberûyê heman tiştan neyên. Bi hêvîne di roja hilbijartinê de herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe, fermana 2014’an bîne bîra xwe û wida deng bikarbîne.’

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo jî diyar kir, ewê heya dawiyê li pişt namzetên xwe bin û got:‘Wê ev namzetên me çarenûsa civaka me diyar bikin, lewma emê bihemû hêza xwe pişta wan bigirin.’

‘Ji bo vegereke birûmet divê koçber dengê xwe rast bikarbînin’

Şemo bang li koçberên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê de dijîn jî kir, ji bo vegereke birûmet a li Şengalê dengê rast bikarbînin û vê peyamê da: ‘Ji bo hun bi awayeke birûmet û serbilind vegerin ser cih û warê xwe hêvî dikin dengê xwe rast bikarbînin, ne tirsin. Veger û mayîna we di destê we de ye. Divê kes bawerî nede propangandayên reşkirinê û bi Êzdayetiyê bifikirin.’

‘Emê heya dawî li pişt namzetên xwe bin’

Ji Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Murad jî peyama: ‘Wê kes nekare bi îrade me bilîze û vê civakê li gor xwe bi rêve bibe. Civakekî bibe xwedî hezaran şehîd wê ticarî desthildariyê û axatiyê li ser xwe qebûl neke. Civaka me êdî gihiştiye wê baweriyê ku kesek nema wê bikare wan rêve bibe û parastina wê bike.Em jî weke desteya Eşayîrî ya Şengalê li vir radigihînin û dibêjin em bi hemû hêza xwe li pişta gel û berbijêrên xwene,  em vê carê çarenûsa gelê xwe bi destê tu kesî ve bernadin û nahêlin kesek bi qedera civaka bi leyîze.’

‘Dengê we emanete’

Piştî peyamên saziyên Rêveberiya Xweser her çar namzet Azad Ebdal, Qasim Keşko, Dexîl Seydo û Felah Eldilêmî xwe bi girseyê dan naskirin û spasiya gel û rêveberiya xweser kirin ku bawerî dane wan û gotin: ‘Wê dengê ku hun bidin me emanet be.’

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button